Rojnameya Heftane

Mêvantî

Li cem me qedrê mêvantiyê ji her tiştî zêdetir tê girtin; em ji bav û kalên xwe hîn bûne ku qedrê mêvanan baş bizanin. Ger mêvanek ji hurmeta me razî nebe, em xwe posîde dihesibînin; lewma gava mêvanek tê ber derê me ezet û hurmeta herî mezin em ji wan re dikin; em dixwazin ku ew ji mêvantiya mala me razî be, bi kêfxweşî vegere mala xwe. Ew xwarin û vexwarinên di mal de veşartî, hemû jî sewa mêvanan bûn, dê û min bavê min digot; “Evana ji bona mêvanên ku ji nişkê ve hatin malê, bila kesek destê xwe dirêjî wan tiştên veşartî neke.” Ez carna difikirîm, gelo çima hemû xwarin, cil û berg sewa mêvanan dihatin veşartin? Çima ne ji bo me, em xwediyê malê ne, bila ji bo me ew tiştana bêne veşartin; mêvan tên û di nav çend rojan de derbas dibin û diçin, ew keda me ye, filan û bêvan û heta ku ez hinekî mezin bûm min fêm kir ku mêvantî ji bo me xwedî nirxekî çawa ye. Ew mala ku mêvan jê kêm nabin, mala herî dewlemend e, mala herî bereket jê kêm nabe.

Îca piştî salan ez mezin bûm û çûm bajarekî din; li wir min ji xwe re çend hevalên biqedr û zana peyda kirin. Her dem em li cem hev, guhê me li ser hev bûn. Di hebûn û tunebûnê de em digihîştin hawara hevûdu. Mêvan di nav me de jî wek xwediyê malê bû, lê di nav van hevalên min de hevaleke min zêdetir kêfa min jê re dihat. Bi  xweşikbûna wê, kurdewariya wê, zimanê wê û pêşwazîkirina wê ya mêvanan devê min vekirî dima. Wisa kêfa min jê re dihat, hê jî kêfa min jê re tê… Dîsa rojekê ez û çend hevalên xwe yên din, em li ba hevûdu civiyan; xwarin û vexwarin, vir de û wê de, me kêfeke bi dilê xwe kir; dû re hemû kes belav bûn û çûn ser karên xwe û malen xwe.

Ew hevala min a din, navê wê Henda ye, esasî navê wê yê rastî Handan e, em jê re dibêjin Henda, ev nav kêfa wê jî jê re tê. Henda hat ber derê min, min derî jê re vekir, kerem ke were malê.  Got; “Na, ez nayêm mala te, ez nan û ava te jî naxwim, wana ji bo hevalên xwe veşêre, hewce nake ez bêm mala te û tu ji min re hurmetê bikî. Waye tu diçî cem hevalên xwe dicivî; dema xwe bi wan re derbas dikî; kêf û henekan dikin, lê qet ewqas dema te ji min re tune ye. Dema ez dibêjim were cem min, tu her demê bêfila xwe bilind dikî û bi serê zimanê xwe bersiva min didî; min ewqasî ji te re qedir û hurmet kir, tu çend caran hatî mala min, min tu bi nan û av kir; tu di mala min de razayî, dema pêdivîya te çêdibe tu berê xwe didî mala min” û got û hey got, derî lêxist û çû.

Ez li ber derî matmayî mam. Min heta vî emrê xwe  gotinên wisa nebihîstibûn, ev çi gotin in! Ez pir êşiyam. Dema meriv dibe mêvan, meriv nabe deyndarê hev, êşiyam pir êşiyam… Dû re ez çûm ber derê wê, min li derî xist, bi rûyekî hêrs derî vekir, min got; “Min tiştek ji gotinên te û hêrsa te fêm nekir, lê bi van gotinên te ez êşiyam, heta demekê em hevûdu nebînin baştir e, kengê dilê te rehet bû wê demê gazî min bike em xeberdin.”

Got; “Na dayê, ne ez, tu naxwazî min bibînî!” Dîsa got û got… Min cara dawî jê re got; “Tu hevala min î, ez tu carê dev ji te bernadim lê ji xwe re hinekî bifikire, dema te xwest û kêfa te hate cih gazî min bike” lê ew roj ev roj e, hê jî kêfa wê ne hatiye cih, dibe ku hevaltî û mêvandarî li cem wê ewqas jî pêwîst nîne. Ez hê jî li benda wê me…