Friday, Çile 28, 2022

Mexmûrî: Em li ber xwe bidin

Li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998’an de li nêzî navçeya Mexmûr a girêdayî Parêzgeha Mûsilê ya Iraqê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin, piranî jê zarok û extiyar bi giştî 12 hezar kes dijîn. Kamp ji 17’ê tîrmeha 2019’an ve, piştî kuştina 3 peywirdarên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê, ji hêla Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve bi ambargoyekê re rû bi rû ma.

Di demên dawî de bi êrişên DAIŞ’ê yên li herêmê re, tê xwestin ku derdora kampê bi têlan bê dorpêçkirin. Hêzên hikûmeta Iraqê ji bo derdora kampê bi têlan dorpêç bikin di 27’ê kanûnê de derdora kampê dorpêç kirin. Bi hezaran welatî jî bertek nîşanî vê dan û daketin kuçeyan. Hêzên hikûmeta Iraqê jî mecbûr man paş de gav bavêjin. Şêniyên kampê destnîşan kirin ku dê rê li ber van hewildanan venekin. Welatiyan li dijî van hewldanan çalakiya nobedê da destpêkirin. Nobeda welatiyan di roja 8’an de ye.

‘Me gelek bedelan dane’

Nadîr Temel ku 25 sal in penaber e û 22 sal in li Kampa Mexmûrê ye, diyar kir ku armanca çalakiya wan a nobedê ew e ku rêvebiriya Bexdayê dora kampê bi têlan negire û got: “Heya niha kesî em neparastine. Em xwe bi hêza xwe ya xweser diparêzin. Gelek rêxistin û hikûmetên herêmê, zirar dane me di warê ewlehiyê de. Yeqîniya me bi wan nayê. Di 25 salên borî de me gelek bedêlên giran dane. Li gor qanûnên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî, gelek mafên me yên heyî tên binpêkirin. Lê dîsa jî em xwe û derdora xwe diparêzin. Heya niha zirara me negihaye tu kesî. Lê kîjan hikûmet hatiye zirar daye me.”

Temel, destnîşan kir ku derdora kampê ji hêla DAIŞ’ê ve jî hatiye dorpêçkirin û got: “Di demên dawî de hewl didin dora kampa me bi têlan bigirin. Dixwazin me têxin girtîgeheke vekirî. Em gelê kampê, naxwazin di girtîgehê de bin. Hikûmeta Iraqê, heya dev ji van hewldanên xwe bernede dê çalakiya me bidome. Em dixwazin hikûmeta Iraqê li gor asasên mafên mirovan tevbigere.”

‘Em vê biryarê qebûl nakin’

Ahmet Çalan jî destnîşan kir ku armanca dorpêçkirina kampê ew e ku kampê veguherînin girtîgehekê û got: “Em vê biryara şaş û bêhiqûqî qebûl nakin. Em ê li dijî vê biryarê bitêkoşin. Qethiyen em qebûl nakin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Demildest divê dev ji vê biryara xwe berdin. Yek ji me jî bimîne, em ê nehêlin. Heya Bexda dev ji vê biryara xwe bernede dê çalakiya me bidome. Em ji bo piştgirî bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin.”