19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûriyan bang li hêzên navneteweyî kir

Piştî gotinên serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan balafira bêmirov ya Tirkiyeyê  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kiribû.

Herî dawiyê Meclisa Gel têkildarî gef û êrişên li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî daxuyanî da. Li ber avahiya meclisê welatî hatin gel hev. Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê Dîwana Meclisa Wargehê Elî Urek hat dayîn.

Elî Urek di destpêka axaftinê de diyar kir ku gelên Mexmûrê ne ji ber hejarî û feqiriyê penaber bûne, em ji ber bêmafiyan penaber bûne û wiha got: “Rayadarên Hikumeta Iraqê, Wezareta Koç û Koçberan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya dilsoz, weke penaberên siyasî yên Wargeha Penaberan ya Mexmûrê em dixwazin bi vê peyama vekirî di derbarê rewşa xwe  de we agahdar bikîn, her wiha daxwaz û hêviyên xwe pêşkêşî we bikin. Weke gelê penaber yê Wargeha Mexmûrê hem di jiyana xwe ya li ser gundê bav û kalên xwe hem ji di jiyana xwe ya penaberiyê de ji sedema pêkanînên dewleta tirk em bi zor û zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû man û me di vê rêyê de gelek bedel ji dest dan. Sedemê penaberî û derbederbûna me dewleta Tirkiyê ye. Em ji ber polîtîkaya wan ya tine hesibandina mafên me yên rewa, îro li Wargeha Mexmûrê ne û ev 28 sal in em penaberîn. Em ne bi daxwaza xwe bûne penaber, me ji dixwest li ser axa xwe weke hemû gelên cîhanê bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomînin. Em ji dixwazîn jiyanekî di nava aşitî û aramiyê de bijîn.”

Urek di ragihandina de bal kişand ser nêzîkatiyên rayedar û hêzên ji kampê berpirsyar û diyar kir ku divê berpirsyariyên xwe bînin cih û wiha pê de çû: “Tişta ku Tirkiyeyê 28 sal berê anî serê me û di jiyana penaberiyê de dayî berdewam kirin, îro li Mexmûrê jî dixwaze bi heman şêwazî qirkirin û komkujiyan pêkbîne. Bi hêcet û egerên bê bingeh me dixe hedefa xwe û gef li me dixwin.  Dixwazin aramiya civaka me têk bibin. Rast e em ji ber mafên xwe yên rewa penaber bûne, em wargehek ya sivîlanin û piranî şêniyên me ji zarok, jin, pîr û kalan pêktê. Desthilatdariya AKP –MHP ya li Tirkiyeyê, desthilatdariyeke ku tim zilmê li ser kurdan dike. Ev desthilatdarî hem aramiya herêmê xera dike hem ji li her cihekî ku kurd lê heyî, dijminahiyê dike. Ji ber ku ev dewleta tirk rojane li ser gelê kurd qirkirinan pêktîne û îro jî dixwaze pêkbîne, em dijberî vê desthilatdariyê ne.

Hevserokê Kampê Elî Urek dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir û wiha got: “Weke gelê Penaber yê wargeha Mexmûrê em bang li tevayî gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta navendî ya Iraqê, saziyên mafê mirovan dikîn li hemberê van êrişên li ser me bibin xwedî helwest û wargeha me bi parêzin. Daxwaza me ew e ku hûn berpirsyariyên xwe li beramberê me bi cih bînin.”