20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Parastinê yê Swêdê re hevdîtin kir

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bi awayê raterast bi vîdeokonferansê bi Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Holtqvist re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de rewşa ewlehî, aborî û mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan, mijarên girêdayî şerê li dijî terorê, çalakiyên DAIŞ’ê û bandora wê li herêm û cîhanê, her wiha pirsgirêka kampan, jinûvegeşkirina herêmê û destekdayîna bi HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Xwesteka domandina têkiliyan

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de destnîşan kir ku hikûmeta Swêdê piştevaniya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ebdî xwestek û hêviyên xwe yên têkildarî domandina xebatan bi hikûmeta Swêdê re di qadên ewlehî û leşkerî û şerê li dijî teror û çeteyên DAIŞ’ê de  destnîşan kir.

Ebdî diyar kir ku pêwîst e çareseriyeke demdirêj pêk were ku ewlehiya herêmê û niştecihên wê pêk bîne û piştevahiya projeyên xizmetguzariyê bê kirin da ku bandora şaneyên DAIŞ’ê bi dawî bibe.

Her wiha Ebdî bal kişand ser operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku HSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ’ê ya 28’ê adarê û 2’yê nîsanê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê pêk anîbû û got ku pêwîst e xebatên ji bo sivikirina barê li kampê bi rêya vegerandina welatiyên li kampa Holê li welatê xwe bidomin.

Jinûveavakirin û têkbirina DAIŞ’ê

Wezîrê Parastinê yê Swêdê jî axivî û destnîşan kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî kar bike da ku encamên baş derbikevin û wiha domand: “Nûkirina binsaziyê û peydakirina jiyaneke biewle û birûmet dê bi awayekî bi bandor di têkbirina rêxistina DAIŞ’ê de bibe alîkar.”

‘Pêwîstî bi desteka navneteweyî heye’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd jî anî ziman ku li herêmên şerê demdirêj qewimîn û gelek koçber li wan herêman hene, ji bo jinûveavakirinê pêwîstî bi desteka navneteweyî heye.

Her wiha Çiya Kurd bal kişand ser xetereya belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê û tunebûna derfetên ji bo bidawîkirina wê jî.

Her du aliyan di dawiya hevdîtinê de teqezî bi girîngiya domandina hevdîtinên di navbera wan de kir.