24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Umer: Dergeha Til Koçer xizmeta ajandayên derve dike

Bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, ferzkirina ambargo û berdewamkirina siyaseta girtina dergeh û deriyên sînorî, roj bi  roj zextên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Armanca van siyasetan ew e ku rewşa aborî û tenduristî kambaxtir bikin û bandoreke neyînî li ser gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Lê gelê van herêman li dijî DAIŞ`ê yên ku gef li ewlehiya cîhanê tevahî dixwarin, şer kirin û parastina axa xwe kirin.

Der barê vê yekê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Mezlûm Umer axivî û li ser girîngiya vekirina dergehê axivî. Umer, bibîr xist ku dergeha herî girîng, dergeha Til Koçer a sînorî ya bi ser Iraqê ve ye û wiha got: “Da ku alîkariyên mirovî werin derbaskirin. Girtina dergeha Til Koçerê bi armanca xizmetkirina ajandeyên derve yên hin dewletên herêmî ye da ku wan razî bike û rê bide wan ku siyaseta birçîkirinê ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin.”

Rêbaza şerê plankirî

Umer di berdewamiya axaftina xwe ev tişt anî ziman: “Dema civaka navneteweyî van biryaran erê dike, tê wateya ku şirîk e, bi wê re hem şerê gel hem jî şerê rêveberiyê dike. Lê vî gelî di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê gelek qurbanî dan. Siyaseta li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, nexasim girtina dergehan, ji yek rêbazên şerê plankirî ye ku dewleta tirk jî beşdarî wê ye. Ji wê zêdetir jî şerê taybet hene, mîna qutkirina avê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ew jî wekî zirara girtina dergehan a li ser herêmê ye.”

Mezlûm Umer di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bikin da ku dergeha Til Koçerê û hemû dergehan vekin ku rewşa mirovî û aborî vegere rewşa xwe ya asayî.