19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Fîlm Production biryar girtin ku ew ê bi hev re ‘Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî’ li dar bixin û ji bo mîhrîcanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku fîlmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê ji deqeyekî derbas nebin yanî kurt û kurmancî bin. Her wiha ji bo festîvalê mijara ‘Zimanê Kurdî’ jî wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara fîlmên îsal derbarê zimanê kurdî de bin.

Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî ji bo îsal dê sê xelatên tematîk û xelata taybet a kurdistanî jî belav bike. Li gel xelatan dê ji bo her sê fîlmên pêşî, ji bo her yek ji wan 250 euro belav bike.

Navê xelatan wiha ne; “Xelata Sîmemaya Amûdê, Xelata Taha Xelîl, Xelata Xelîl Dag, Xelata Taybet a Kurdistanî.” Serlêdanên ji bo festîvalê di 21’ê gulanê de dest pê kir û heya 22’yê tebaxê dê berdewam bikin.

Daxuyaniya derbarê mîhrîcanê de wiha ye:

“Dirêj bêje lê kin bibire!

Beriya ku mirov bikevin du çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye.

Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi rêya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ew e ku ev kes xem û derdên xwe bi rêya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk ê sînemayî ava bike.

Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengiyê ne!

Bêguman bi rêya teknolojiyê û alavên wek telefonê girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikare derdê xwe bi rêya dîtbariyê vebêje. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ew e ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.

Li gor rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal dê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin. Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewherek kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek ‘Zimanê Kurdî’ diyar kiriye. Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ew e ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.

Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin. Ji nav van fîlman em ê 3 fîlmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van fîlman.

Ji lewre,

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin. Kurt û kurmancî fîlmekî 1 deqeyî çêkin û ji me re rêkin!”

Fîlm dikarin ji bo malperên sinemayakurdi.net (sinemayakurdi.com) û Tor Film Production werin şandin.