24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî dê heta 27’ê nîsanê dê bidome

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê a 12’an îsal hat li darxistin. Ji ber rewşa pandemiyê mîhrîcan cara ewil e ku bi awayekî online tê lidarxistin. Rêveberiya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê ragihand ku 100 fîlmên bi kurdî dê bi awayekî bê pêre bên nîşandan.

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê (MFKL)  îsal mîhrîcana xwe ji ber rewşa pandemiyê bi mîhrîcanên din ên fîlmên kurdî  re bi awayekî hevpar pêk anî. Ji ber vê yekê mîhrîcan îsal wekî “Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Global” hat sazkirin. Tema ya mîhrîcana îsal “Kurdistana Min” e û ji gelek welat û deveran fîlmên der barî kurdan de dê bên nîşandan.

MFKL’ya ku ji sala 2000’î vir ve ye sînemaya kurdî  bi Ewropayê û bi cîhanê dide nasîn li ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirineke bi vî rengî kir: “Di demeke nêz de – Mala we te cem we! Mîhrîcana Cîhanî ya Filmên Kurdî ya îsal dê di navbera 16-27’ê nîsanê de pêk bê.” Her wiha hat ragihandin ku ji 100 zêdetir fîlm dê bê pere bên nîşandan.

Xelatên dê bên dayîn: 

Xelata Fîlmê Dirêj a Herî Baş a Rojazer

Xelata Belgefîlma Dirêj a Herî Baş a Mehmet Aksoy

Xelata Fîlmê Honakî ya Kurt a Herî Baş a Yilmaz Guney

Xelata Rûmetê ya MFKl’yê

Xelata Belgefîlma Herî Baş

Xelata Lîstikvana Jin a Herî Baş

Xelata Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş

Xelata Temaşevanê Herî Baş

MFKL  

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê di sala 2001’ê de bi pêşengtiya hin sinemagerên kurd hat damezirandin. Koma MFKL’yê bi dildarî mîhrîcanan bi rê ve dibe û heta niha 11 mîhrîcan li dar xistine. MFKL bi vî awayî pêwendiya naverok û fîlmên ku der barî kurdan de hatine çêkirin digihîne hemû cîhanê.