25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana şanoyê ya li Qamişloyê bi dawî bû

Her sal bi pêşengtiya Tevgera Çanda û Hunera Demokratîk  ya Mezopotamya û Desteya Çandê Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a şanoyê tê li darxisitn. Di sala 2020’î de ji ber rewşa vîrûsa Koronayê mîhrîcan nehat çêkirin, Îsal  5’emîn mîhrîcana şanoyê bi dirûşmeya “Qêrîna Waşokanî” di 27’ê Adarê de li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hat lidarxistin. 9 komên şanoyê ji tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi berhem û hunera xwe beşdarî mîhrîcana ku heya 6’ê Nîsanê dewam kirî, bûn.

Herî dawiyê Ji rêzeşanoyên a bi navê  “Aştî di baskên teyran de ye” li ser dikeya şanoyê ya Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate pêşandan. Listikvanên şanoyê yên ji koma şanoyê ya Teatra Sarya Baran a Qamişloyê tev li vê şanoyê bûn. Şano ku ji aliyê derhênêr Sarya Golan û nivîskar Cola Folia Yuksel ve hatiye nivîsin nîv seatê berdewam kir.

Bi vê lîstika ‘Aştî di baskên teyran de ye’ hat xwestin ku peyameke aştiyê bi rêya vê şanoyê ji cîhanê re parve kirin. Her wiha di naveroka şanoyê de bal kişandin ser bandora şer a li ser zarokan, li ser jîngehan a mîna şewitandina daristan û daran.

Mihrîcana 5’emîn a şanoyê di roja dawî de bi lîstika navê ‘Xeyal’ a ku ji aliyê Koma Afrînerên Hêviyê ya Şehbayê hat pêşkêşkirin. Her wiha Koma Şano ya Reqa şanoya bi navê “Kerekoz û iwaz” pêşkêş kirin. Paşê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol hate pêşandan. Hunermend Rodî Aydil û Danîş Botin bi stranên xwe coş dan şanoyê. Spasname û xelat ji aliyê komîteya amadekar ve li ser komên şano û şanogerên ku beşdarbûne hatin belav kirin.

Ji koma şanoyê  kesên ku xelat wergirtine ev in; baştirîn naveroka şano, şanoya bi navê “Giyanên Şewitî” ya Koma Lêlûn a bajarê Qamişlo, Baştirîn sinografiya şanoya bi navê “Aşitî di baskên civîkan de ye” Koma Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo, Baştirîn şanoya bi navê “Qaim El-Meqam” a bajaroka Rimelan a girêdayî Kantona Qamişlo bi ser ketin. Her wiha Hêvîdar Sadûn xelata baştirîn lîstikvana yekem wergirt.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol lîstika xwe ya herî dawî bi koma şanoyê ya Hesekê, bi navê ‘Venasîn’ hat pêşandan.

Hêvîdar Şêx Sadûn têkildarî xelata girtî ya wek ‘lîstîkvana herî baş’ de axivî û diyar kir ku di şanoyê de rastiya civak kurd parve kirine û wiha got: “Ez wek şangoreke jin vê serkeftinê li tevahî jinan pîroz dikim. Me di mîhrîcana şanoya 5’emîn de şanoya bi navê “Venasîn” pêşkêş kir. Di şanoyê de me rastiya civaka me dijî parve kir. Rola min di şanoyê de wek jinek ku mafê wê di nava civakê de ji mafê xwe bê par dimîne û ji zaroktoya xwe de bê moral dimîne û di riya zewaca bi temen biçûk  tê şikenandin bû. Armanca me ji vê şanoyê jî ew bû ku em êdî ji vê astê derkevin û em wek jin di nava tevahî civakan de xwedî rol û îradeyek mezin bin. Îro jî bi moralekî mezin em gihiştin roja dawî ji mîhrîcanê. Min xelata yekemîn lîstokvana jin wergirt, bi vê yekê ez pir kêfxweş bûm. Serkeftina min serkeftina hemû jinan e.” QAMIŞLO