25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara sereke ya diyaloga Putîn û Biden çi bû?

Di axaftina telefonê ya di navbera serokê Rûsya Vlademîr Putîn û yê DYA’yê Joe Biden de mijara sereke dîsa rewşa Ukraynayê bû.  Herdu serokan di mijara Ukraynayê de hev hişyar kirin û xetên xwe yên sor destnîşan kirin.

Li gorî daxuyaniya parlamentoya Rûsyayê di vê hevdîtina bi telefonê de herdu serokan hişyariya der barê rewşa Ukrayînayê de dane hev. Li gorî wê daxuyaniyê Joe Biden ji Putîn re gotiye: “Heke hûn êrîşî Ukraynayê bikin, hûn dê bi dane û ambargoyên mezin re rû bi rû bimînin”.  Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn jî wiha bersiv daye: “Çi amargo û daneyên li dijî Rûsyayê dê bibin sedema têkçûneke giştî a têkiliyên di navbera herdu welatan de.”

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî jî herdu serokan der barê rewşa Ukraynayê de axifîne û ji bo vekirina deriyên çareseriyeke dîplomatîk giring bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha pêşiya me de dê hevdîtinek di navbera Rûsya û DYA’yê de çêbibe û lêgerîna li çareseriyeke dîplomatîk bê nîqaşkirin.

Daxwaza Rûsyayê ya sereke ku Ukraynayê nekeve nava welatên NATO’yê û bargehên DYA’yê yên nû li welatên berê yê Yekitiya Sovyetê neyên avakirin.

Gelek tişt der barê axaftina herdu serokan de hatin gotin lê daxuyaniya herî balkêş ya serokê DYA yê berê Donald Trump bû. Trump êrîşî Biden kir û diyaloga di navbera Putîn û Biden de şibande lîstika futbolê û wiha got: “Hevdîtin Biden û Putîn wek hevdîtina di navbera tîmeke futbolê ya dibistanekê û tîmeke pîspor a futbolê de ye.”