24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara sereke yekitiya neteweyî ye

Nîqaşên der barê avakirina yekitiya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi gelek awayan didomin. Partî, sazî û dezgehên kurdan demeke dirêj e ji bo yekitiyê dixebitin.

Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Hesen û nivîskar û mamosteyê wêjeya kurdî ya li Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf bal kişandin ser mijara avakirina yekitiya kurdî.

Armanc berjewendî ne

Endama Desteya Rêveber û Hevseroka PYD’a herêma Firatê Bêrîvan Hesen diyar kir ku pêvajoya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, bandoreke neyînî li gel dike û got: “Tevî hemû şert û mercan gef û êrîşan, gelê me dest ji Rêveberiya Xweser û HSD’ê berneda. Mînaka vê yekê jî mayîna li ser axa xwe ye. Gelê li herêmên rêjîma Baasê dijî ji ber şer koçî Tirkiyeyê kir. Dewleta tirk jî wan koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Bi taybetî welatiyên Heleb, Bab, Cereblûs û Şamê berê xwe da Tirkiyeyê lê belê welatiyên Serêkanî û Girê Spî berê xwe neda Tirkiyeyê.”

‘Teng fikirîn hilweşandine’

Hesen da zanîn ku avakirina yekitiya kurdî avakirina Sûriyeya demokratîk e û mijar wiha şîrove kir: “Rêveberiya Xweser di rêziknameya xwe de netewa demokratîk bingeh digire. Rast e gelê kurd ev proje ava kir lê rêveberiyeke wiha ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi ziman, çand, bawerî û rengên cuda hembêz dike. Ji bo vê divê ku partiyên kurdî li ser vê bingehê bifikirin. Beriya me kesên ku teng fikirîne û pergala xwe teng avakirine zû hilweşiyan. Lewra divê ku em berferh bifikirin.  Armanca xebatên yekitiya kurdî, avakirina Sûriyeke demokratîk e ku hemû netewe û pêkhateyên li Sûriyeyê bikaribin xwe bi nasnameya xwe ya resen beşdarî pergalê bibin.” Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sîxuriya di nav gel de tê pêşxistin û got: “Hêviya me ji gel heye ku neyê lîstokan û neyê xapandin. Haya wan ji  polîtîkayên hebe.”

‘Avakirina yekitiyê hewce ye’

Nivîskar û mamosteyê wêjeya kurdî ya li Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf jî destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdistanê ji bo gelê kurd pêwîstiyeke civakî û mirovî ye û divê tevahiya sazî û civakê beşdarî yekitiyê bibin û zextê li kesên ji vê yekitiyê re dibin kelem, bikin. Newaf da zanîn ku çi bi zanebûn û çi bi nezanî be kesên yekitiya neteweyî asteng dikin, xizmeta dijminên gelê kurd dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê divê civak vê baş ji hevdu derxîne. Her wiha kesên ji bo yekitiya kurdan kar û xebatê dikin divê gel hişyar bikin û ji wan re zelal bikin ka çi dikeve xizmeta gel û çi nakeve xizmeta gel. Doza kurdan ne doza partî, eşîr an jî aliyekî diyarker e. Doza exlaq û wijdanê ye. Bi hebûna gelê kurd û  pêşeroja wan ve girêdayî ye. Lewma yekane rêya serkeftina gelê kurd avakirina yekitiya neteweyî ye. Kesên li ber yekitiyê dibin kelem nabe di nav civakê de bimînin.” KOBANÊ