24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijarên sereke Yekitî û tundiya zilaman e

Bi kûrbûna qeyrana şer, aborî, pergalî û hwd. Kurdistan û Rojhilata Navîn di serî de li seranserê cîhanê kaosek tê jiyîn û herî zêde jin û zarok para xwe ji vê kaosê digirin. Bi taybetî di van salên dawîn de ev kaosa heyî hîn kûrtir bû û bi vê ve girêdayî tundî û qetlîama hovane ya li ser jinan derket asteke jor. Lê ruxmê vê yekê li dijî tiştên heyî çalakî, rêxistinbûyîn û dengê jinan jî li her derê bilind bû.

Di nav vê hefteyê dê mijara yekemîn a jinan tundî û çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan bû. Jin bi çalakiyên cur bi cur bal kişandin ser tundiya li ser jinan.

Mijara yekitiyê

Lê di nav hefteyê de ji derveyî tundiyê di rojeva jinên kurd de rojeva yekitiyê jî hebû. Jinên kurd ji bo pêkanîna yekitiyê bi boneya salvegera Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku salek berê hatibû avakirin, li Amedê civiyan. Di civînê de endamên platformê bal kişandin ser pêkanîn û girîngiya yekitiyê. Di axaftinên civînê de hat gotin ku jinên kurd ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê dikin û ev bang hat kirin: “Kurdno! Bibin yek. Ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.”

Çalakiya jinên ciwan ên zanîngehê

Dîsa xwendekarên jin ên Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereye xwestin dansa ‘Las Tesîs’ bidin pêşandan. Lê polîsan destûr neda û mudaxaleyî xwendekaran kirin. Jinên rastî mudaxaleya polîsan hatin bi dirûşma ‘Em bêdeng nabin, em natirsin, em îtaat nakin’ berz kirin. Jixwe çend roj beriya çalakiyê jinên ciwan wek hedef hatibûn nîşandin.

Danezana li dijî tundiyê!

Di 17’ê kanûnê de li dijî tundiya li ser jinan wezareta dadê danezanek weşand. Lê danezana wezaretê rastî bertekên sazî û dezgehên jinan hat. Li gorî jinan danezan tedbîrên mayînde pêk nayne û di nav xwe de pirsgirêkên cur bi cu dihewîne.

Têkildarî danezanê Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxandin kir û diyar kir ku piranî xalên giştînameyê tundiya ku li jinan tê kirin vedişêre û têkoşîna ji bo edaletê jî ditepisîne.

Her wiha di nav hefteyê de jinan dozên jinên ku ji aliyê mêran ve hatibûn qetilkirin jî şopandin.