19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mikurhatinên Sedat Peker ji aliyê Sûriyeyê ve hatin piştrastkirin

Piştî mikurhatinên Sedat Peker ên der barê bazirganiya çek û petrola li Sûriyeyê deng ji hikûmeta tirk biliyabû û demildest ser vê rojevê hat girtin. Muxalefeta li Tirkiyeyê jî li beramberî mikurhatinên Peker li ser eniyeke hevpar li hev nekir û xwe berda nav dengegazîtiyê.

Têkildarî mikurhatinên Peker Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî axivî. Caferî di axaftina xwe de bal kişand ser bazirganiya petrolê û wiha got: “Rast e ku DAIŞ’ê petrol û gaza me ya xwezayî diziye û ev bazirganî jî ji teref Erdogan ve dihat birêvebirin.”

Gotinên Peker hatin piştrastkirin

Caferî der barê van mijaran de ji Deutsche Welleyê (DW) bi Hediye Levent re axivî. Caferî bazirganiya çekan ya li herêmê pêk dihat jî piştrast kir û wiha got: “Me têkildarî pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi komên mîlîtarîst ên hatine Sûriyeyê 108 nameyên veşartî ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şandine. Ez hemû gotinên Sedat Peker yên der barê mijarê de piştrast dikim.”

Caferî li ser piştrastkirina gotinên Peker ev yek anîn ziman: “Gotinên Peker yên der barê diziya pergala Erdogan a petrol, gaza xwezayî û dexl û danê me de hemû rast in. Lewra em bûn şahid ku dizîna DAIŞ’ê ya petrol û gaza me ya xwezayî rast e û ev ji aliyê kurê Erdogan ve hat birêvebirin.”

MÎTa tirk li her derî ye

Caferî di axaftina xwe de behsa pergala heyî ya Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) ji kir. Li gorî îdiayên Caferî kesê bi navê Heysem El Kassar ku di gulana 2013’an de de ji Lîbyayê 2 lître gaza sarînê bi balafireke sivîl derbasî Stenbolê kiriye û ev kes endamê MÎT’ê ye. Caferî derbarî El Kassar de ev agahî parve kirin: “Ev kes ji Stenbolê derbasî Dîlokê bûye û ji wir jî bi endamên îstîxbarata tirk re gihîştiye sînorê me. Vî kesî gaza sarînê ji sînor derbas kir û gîhand El Nûsrayê û bi vê gazê li bejahiya Helebê gelek leşkerên Sûriyeyê û sivîlan kuşt. Bêguman plan û sûcdarkirina hikûmeta Sûriyeyê bi bikaranîna çekên kîmyewî bû. Ev bûyer çend caran dubare bû.”

Polîtîkayên tirkkirinê

Caferî di dawiya axaftina xwe de polîtîkayên Tirkiyeyê yên tirkkirinê yên li bakûrê Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Pêvajo û polîtîkayên Tirkiyeyê yên tirkkirinê yên li herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê tên meşandin gihîştine qonaxeke wisa ku bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li herêmê pereyê tirkan derbasdar e, li şûna alaya Sûriyeyê alaya tirkan hatiye daliqandin. Navên kuçe, qad û dibistanan tên guherandin. Endustrî û madeyên tekstîlê vediguhêz3inin Tirkiyeyê. Ev yek nayê qebûlkirin.”