Friday, October 22, 2021

Milîtarîzma perwerdeyê

Dildarê Amedê

Di pergala perwerdeyê ya li Sûriyeyê de, di dibistana navîn de hefteyê rojekê dersa leşkeriyê hebû. Ne tenê di dibistana navîn de lê di ya amadeyî û heta li zanîngehê de jî salê 18 rojan em dibirin kampeke leşkerî û perwerdeya leşkerî didan me.
Jixwe cilê me yê dibistanê jî di rengê yên leşkeriyê de bûn. Di hefteyê de carekê em dibûn leşker û me perwerdeya leşkerî didît. Perwerdekarê me jî leşkerek bû û çawa bi leşkeran re dide û distîne wiha bi me re dida û distand. Xwendekar gelekî ji wan perwerdekarên leşkerî ditirsiyan ji ber cezayê giran didan kesên ku şaştiyekê bike.

Di dema dibistana navîn de navê perwerdekarê me Îsa Zeytûno bû. Mirovekî leşker, faşîst û madtirş bû. Ew bi eslê xwe suryanî bû lê ji bo girêdana xwe bi partiya Baasê û rejîmê re bide xuyakirin wî ji ereban jî bêtir faşîstî dikir.

Min nizanibû ku kekê min Îsa Zeytûno nas dike, beriya wê bi rojekê ew û birayê min hev li ciyekî dibînin û birayê min westiya min lê dike dibêje Dildar li dibistana te ye û haya te jê hebe.

Rojekê serê sibehê dersa me ya pêşî dersa leşkeriyê bû. Em bi rêz weke rastkêşê li pey hev rawestiyabûn û Îsa Zeytûno hat li pêşiya me rawestiya. Bi dengekî bilind û madekî tirş navê min xwend û got were vir. Min bi tirs û fikar baz da û çûm ber wî rawestiyam. Min silava leşkerî dayê û navê xwe got. Ji min re got: “Ka te çima kumê leşkerî nedaye serê xwe.” Min jî di cih de got: “Bibore min ji bîr kiriye, soz didim ez ê careke din ji bîr nekim.” Li şûna wî madê wî yê tirş pirqînî pê ket û ji min re got: “Kuro ma ne wa ye kumê te li serê te ye.” Kumê min li serê min bû lê ji tirsan re min bê hemdî ew bersiv dayê.

Li zanîngehê jî her saleke xwendinê em 18 rojan diçûn kampa leşkerî û li wir êdî bi cilên leşkerî em beşdar dibûn û di çadiran de radizan, bêhna potînên me yên leşkerî difûriya ezmanê heftan û em li ser hin çekan jî perwerde dibûn. Dersa herî zêde me didît, vekirin û siwarkirina keleşê bû. Werhasilî me 18 rojan rezaleteke mezin ji destê wan leşkerên hov dikişand. Piraniya wan gelekî ji xwendekaran aciz bûn û kîneke mezin li dijî wan didan xuyakirin. Hesreta me vexwarina çayeke germ bû. Me çaydanek ji xwe re di nava konê xwe de veşartibû. Rojekê me qirş û qal dan hev, li wê çola xwedê ji xwe dar û êzing tune bûn. Me bi qirşik û stiriyan ji xwe re bi zor û heft belayan çayek çêkir. Piştî çaya me amade bû hevalekî me bi navê Xêro hebû. Qutîkeke rîçalê ew ê yek kîlo ji xwe re şûştibû û anî danî ber çaydanê û ji min re got çaya min dagire. Min got: “Kuro lawo ancax çaydan têra vê qutîka te bike ma wê hevalê din çayê venexwîn.” Me got û negot Xêro got: “Heta tu vê qutîka min danegirî ez dora xwe nadim kesekî.” Yek ji min yek ji wî, min kir û nekir Xêro nehat rê. Rabû hema min bi çaydan girt û bi erdê da kir. Piştî ewqas tirs, westan û dûman û hêsrên çavan çaya me bi erdê de çû. Wek tu cerekî av bi ser hemû hevalan da bikî. His û deng ji kesekî nehat. Xêro qutîka xwe bi acizî li erdê da û di ber xwe de bû pinpina wî. Hema yekî din nema xwe girt û qutîka di destê xwe de li nav serê Xêro da. Me bi zor û heft belayan ew ji hev kirin lê baş bû ku haya perwerdekarên leşkerî ji me çênebû.