25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min û zarokên xwe bi hev re zanîngeh xwend

Mixabin dema me amadekariya hevpeyvînê bi mêvana xwe ya vê hefteyê re dikir, di heman rojê de dadgehê 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Tevî vê rewşa kambax jî nivîskar-romanûs Gulgeş Deriyaspî bersiv da pirsên me û ji bo em wê ji nêz ve nas bikin, me ev sohbet pê re kir.

Tu hîn zarokeke 4-5 salî yî, malbata te sirgûn dibe diçe Erziromê. Pişt re bi malbatî hûn vedigerin gundê xwe û dîsa sala 1994’an ji gundê Bedlîsê bar dikin diçin Tetwanê. Tu dikarî hinekî behsa çîroka vê sirgûniyê bikî?

Bavê min li navenda Bedlîsê li taxa Zeydanê mela bû. Piştî derbeya 80’yî bavê min û gelek hevalên wî hatin sirgûnkirin. Em şandin gundê Otlu Tepa ya navçeya Erziromê. Gundê dadaşan bû me ji tirkiya wan tu tiştek fêm nedikir. Di cihê tîpa ‘k’yê û ‘c’yê de tîpa ‘ç’yê bi kar dianîn. Mînak: çiz (kiz), çîm (kîm), hoçam (hocam)… di cihê herfa ‘g’yê de jî herfa ‘c’yê bi kar dianîn. Mînak: celmek (gelmek), citmek (gitmek), cormek (gormek)… bi vî aweyî zimanek cuda xeber didan. Helbet bi devoka xwe diaxivîn. Ji ber vê kesên bi tirkî jî baş bizanibûna jî dê qet ji wan fêm nekirina. Ji bo zarokek 4-5 salî têkilî her tişt e û mixabin em heft xwişk û bira di vî halê bêhevl û hogiriyê de û bêkesiyê de bûn. Em her şev li malê dicivîn û ji bo ku vegerin welatê xwe digirîn. Herî dawî bavê min teqawit bû û em vegeriyan. Piştî salên 91-92’yan her tim li gundê me leşker hebûn û bi pêlavan ve diketin nav malên me. Çend car giliyê bavê min kirin û em aciz dikirin. Em ji gundê xwe derketin ber bi navçeya Tetwanê ve hatin.

Tu di 15-16 saliya xwe de zewiziyî. Ji bo wê tu çi dibêjî û di vê mijarê de çi şîretên te ji bo ciwanan hene?

Mijareke kûr e bi çend peyvan nayê gotin. Ya rast ez nezewicîm lê hatim zewicandin. Kesek ku bixwaze di jiyana xwe de 4-5 caran bizewice, bila di 14 saliya xwe de bizewice û di 20 saliya xwe de dev jê berde. Ger ne zewac karek pir giran û zehmet e karê her kesî nîn e, ji 14’an heya 90’an nikare vî barî li xwe bike. Tabî di vê mijarê de firotina jinê ya ji aliyê civakê ve hatî pesendkirin jî heye. Qelen bê standin neyê standin jina 14 be an 25 be ferq nake. Qîzek bê xwestin, zêr pê ve bê kirin, ji mal û milkê bavê xwe bê mehrûmkirin ew nabe zewac, dibe jinfirotin! Tabî gelek jinên wiha belaş hatine firotin jî hene! Em zarokên xwe bikêrnehatî dibînin û davêjin; didin mêrekî û em heta hetayê xulamtiyek qerese dikin. Yanî bi kurt û kurtasî mijareke dirêj e, ji bo heypeyvîneke rojnameyê kin bigirim çêtir e.

Te sê zarok mezin kirine û pê re jî 3 roman nivîsîne. Her wiha te gelek salan xebatên ziman jî kirine, li saziya Kurdî-Derê. Ji me re hinekî behsa wê pêvajoyê bike; zor û zehmetî, weke jineke xwedî zarok û xebatkar, xweşî û nexweşiyên wê serdemê çi bûn?

Ez çar salan her roj ji Bedlîsê çûm Mûşê. Çûn û hatina di wê rêya bimij û moran de romaneke qerese derdikeve. Helbet digel zehmetiyan gelek xweşiyên wê jî hebûn. A herî xweş ked dayîn û hînbûna edebiyat û zimanê kurdî kêfxweşiyeke mezin bû. Bila mij û moran, -20 pile bimîne di Mûşê de! Dema min li Kurdî-Derê dest bi hînbûnê kir, zarokên min biçûk bûn, min ew bi xwe re dibir. Di cihê seyrangehê de sazî ew pir aciz dikir. Niha li sal û rojên piştî xwe dinêrim, zehmetiyên wan rojan jî pir xweş û tije dixuyên.

Te zanîngeh çawa xwend, ez bawer im piştî zewacê bû?

Em bibêjin piştî pîrbûnê û mirov bibe xwedî nevîyan dê çêtir be. Helbet beriya zewacê di pazdesaliya xwe de gengaz nîn bû û wê demê di zanîngehan da beşa ziman û edebiyata kurdî tune bû. Min û zarokên xwe me bi hev re zanîngeh xwend û em ketibûm pêşbirka dê ‘kî zû mezûn bibe’.

Dema min li Kurdî-Derê dest bi hînbûnê kir, zarokên min biçûk bûn, min ew bi xwe re dibirin. Di cihê seyrangehê de sazî ew pir aciz dikirin. Niha li sal û rojên pişt xwe dinêrim, zehmetiyên wan rojan jî pir xweş û tije dixuyên. Helbet hîn bûn. Tu tiştek li ser rûyê axê ji vê peyvê xweştir tune. Dema hînbûn hebe navê zehmetiyê jî diguhere. Di her tiştên zehmet de hînbûnek heye. Li Kurdî-Derê zehmetiyek tune bû, gelek tişt ez hîn bûm. Tenê em dema xwe ya heyî bikêrhatî bi kar bînin bes e.

Piranî li vî welatî dema rojnameger an jî nivîskarek digirin, tu caran nabêjin ji ber bi kurdî nivîsiye an jî nûçeyek çêkiriye lê tiştekî din pê vedikin. Tu ji bo çi hatî girtin û derdora 8-9 mehan di girtîgehê de mayî?

Rast e, ez jî bi aweyekî fêlkerî hatim girtin. Dema ez di girtîgehê de bûm gerîlayek birîndar jî hat girtin û li cem min bû. Digot ‘polîsan qaxiz datanî ber min û digot vê destnîşan bike’ û didomand digot ‘min ji wan re digot ez vê kesê nas nakim çawa destnîşan bikim?’ Polîsan wiha bersivandiye ‘hewce nake tu nas bikî, bêje nas dikim, em bigirin bavêjin hepsê temam e’ hemî mesele ev e. Çi rojnameger bî, çi nivîskar, çi siyasetmedar û hwd ferq nake yên haya wan ji neteweya wan hebe teqez tên cezakirin.

Ez ne bi tenê ji ber  îfadeyekê hatim girtin ku wê kesê di axaftineke xwe de gotiye ‘dozger ji min re got tu kî dixwazî bikujî, ez li pişt te me’. Ya din li ser kesan îfade daye û pişt re bi nameyê pere xwestiye ku îfadeya xwe bigeherîne. Evana me tev teslîmî dozgeriyê kir û haya wan jê hebû. Îfadeyên wî yên li ser min bi belgeyan derket holê ku sedan sed derew dike û ew kes bêewle ye lê dîsa jî vaye we dît ku dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da min.

Te di vê dema girtina xwe de çi nivîsand û heke bixwazî tu dikarî hinekî behsa şert û mercên girtîgehê bikî?

Ez romanûs im. Ji bo nivîsandina romanekê şert û mercên girtîgeha ez lê, pir baş nebû.  Ez zêde di girtîgehê de nemam ku romanek binivîsim. Ji ber wê  xwendin û nivîsên helbestî û piranî jî li ser parastina xwe sekinîm. Girtîgeha ku ez lê dimam sedan sed azadiya kesan ji wan distand, tenê hilmek dima ji me re. Nivîsên me dicivandin, diavêtin depoyê, ber li xwendin û nivîsandinê digirt. Nameyên ku ji min re dihatin nedidan min û yên min dişandin teslîm nedikirin. Ji bo yên bi kurdî êdî werger û gelek tengasiyên dinê derdixistin.

Çi hişt ku Gulgeş bibe nivîskar, çawa dest pê kir û bandora kê û çi bû?

Bavê min ji xwendinê pir hez dikir û bi me dida xwandin. Îcar ji bo ku baş bi me bide xwendin, kurteya pirtûkê di dawiya xwendina pirtûkê de ji me pirs dikir û tenê ne kurte digot ‘te çi jê fem kir’ îcar bi bavek wiha zehmet re xwendin hêsantir dibe. Pirtûkek nediqediya yek din dianî. Bi kovara Pîneyê em hînî xwendina bi tîpên latinî bûn. Werhasil dema kesek peyvek, hevokek, pirtûkek bixwîne dê teqez fikrek dinê, çîrokek dinê di hişê wê/î de peyda bibe. Min bi şanoyê dest pê kir. Li partiyê gelek caran bername çêdibûn û a herî baş şano bû. Min şano dinivîsand û dibû lîstik, derdiket pêşberî gel dihat ecibandin. Di vir de pêwîst e ez ked û baweriya hevjînê min jî vebêjim ku wî lênûsk û pênûsê kirî anî û got ’tu dikarî roman jî binivîsî’. Qet bi dilê min nebû lê min bi pênûsa wî, lênûskê xêz kir û tariya bitav derkete holê.

Dixwazî çi bêjî, di dawiya sohbeta me de?     

Her weha ez hê jî sax im, xebatên min didomin û dê bidomin jî. Di vê pandemiyê de niha reşnivîsa romaneke nû xêz dikim û di komîteya  kovara HERD’ê de min cih girt. Niha amadekariyên wê tên kirin û heta meha adarê dê were çapkirin û bi awayê onlîne were belavkirin. Gelek xebat û bernameyên wêje û ziman hene ez beşdar dibim. Dê wiha jî bidome. Bêm girtin jî dê bidome, bêm cezakirin jî. Bi silavên germ û hezkirin…

Gulgeş Deryaspî kî ye?

Di sala 1978’an de li gundê Ximêçûrê yê girêdayê Bedlîsê ye hat dinyayê. Di sala 1983’yan de bavê wê sirgûnê gundekî Erziromê dibe. Di sala 1994’an de bi malbatî çûne Tetwana Bedlîsê, di 1996’an de dizewice û dayika sê zarokan e. Bi navê ‘Tariya Bi Tav’, ‘Xezal’ û ‘Ez Ne Ez Im’ sê roman nivîsîne. Di saziya Kurdî-Derê de rêveberî û mamostetiya dersa zimanê kurdî kiriye.  Li zanîngeha Mûşê beşa ziman û edebiyata kurdî û formasyona pedagojîk xwendiye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê