Sêşem, Gulan 18, 2021

Min xwest bibim şagirtê zimanê xwe

Mêvanê me yê vê hejmarê xemxwirekî zimanê kurdî ye ku li ser ziman xebitiye û her wiha çîrok û roman nivîsîne. Em behsa nivîskar Yaşar Eroglu dikin ku 21 salan di girtîgehê de maye. Eroglu piştî salên dirêj ên li zindanê, li derve jî xebatên xwe yên li ser ziman didomîne û demek beriya niha romana wî ya bi navê Çerxa Xedar hat çapkirin. Der barê çîroka wî ya nivîsîna bi zimanê kurdî, salên wî yên li zindanê û gelek mijarên din, em ev hevpeyvîn bi Yaşar Eroglu re kir.

Tu kengî û çawa hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bûyî, ji kerma xwe tu dikarî behsa çîrok û serpêhatiya xwe bikî?

Hişê min her tim li ser zimanê kurdî bû. Min di jiyana xwe de beriya ku hînî alfabeya kurdî bibim jî bi kurdî dinivîsî. Wê gavê tîpên ku li beramberî wan tîpên kurdî tune bûn, min ji xwe re hin tîp afirandibûn û li gorî wan min dinivîsand.

Yekser bi awayekî bi rêk û pêk ez li zindanê hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûn. Salên piştî 90’î bûn. Dema ku rojnameya Welat jî hat zindanê, ez gelek pê kêfxweş bûbûm û wê yekê hêz da min ku ez bêtir bi kurdî bixwînim û binivîsim.

Wekî din jî pirtûkên Mehmet Uzun jî wê demê di zindanê de diketin destê min û bandora wan jî li min hebû. Piştre bi qasî zanîna xwe, min di zindanê de dersên kurdî dan hevalên xwe.

Nivîsa te ya bi kurdî ya yekemîn, der barê çi de bû?

Ez dikarim bêjim ku nivîsa min a yekemîn nameyek bû ku min ji rojnameya Welat re şandibû û ez gelekî pê kêfxweş bûbûm. Di wê nameyê de, min ji bo rastnivîsa hin tîpan ji wan pirsîbû. Wekî mînak min li tîpa (i) ya tirkî û (î) ya kurdî pirsîbû. Her wiha ez dikarim bêjim ku rojnameya Welat dibistana min a destpêkê bû, lê piştî çend salan bi texmîna min derdora salên 98’an bû, min çîrokek li ser geliyê Zîlan nivîsîbû. Her wiha paşê ew çîroka min a yekemîn di pirtûka min a çîrokan de cih girt ku bi navê ‘Nahêlim em bigihîjin bihara xwe’  di sala 2005’an de çap bû.    

Tu bi giştî 21 salan di zindanê de mayî, bandora girtîgehê li ser jiyana mirovan, bandor û şopeke çawa dihêle?

Têkoşîna Tevgera Azadiyê, di jiyana kurdan de gelek tişt guherandin. Di serhildanên berê de jiyana kurdan a girtîgehê hetanî sêdarê bû, lê tevgera azadiyê di dîroka tekoşîna xwe de weke gelek tiştan di jiyana zindanê de jî gelek guhertin kirin. Bi dehezaran kes hene ku zêdeyî 10 salan di zindanan de mane û hin kesên ku 30 salan jî mane gelek in. Ji bo min jî ciwaniya min li zindanê de dest pê kir. Jiyana di zindanê de li gorî her kesî diguhere. Yên li ser ya xwe dimînin hene û yên ku tenê ji bo hewesekê bi hestên xwe tev li vê rêyê dibin hene.

Li gorî kesên ku bi hestên xwe tevlêbûne, piştî demekê zindan dibe dojeh û nayê kişandin. Lewre jî zindan ji bo van kesan bandoreke erênî û guhertineke baş nake. Her tim derûniya wan xirab û bêtehemul in. Jixwe em mînakên wiha di nav jiyana civakî ya rojane jî dibînin. Dikarim vê yekê bejim.

Heke em vegerin ser bandora ku girtîgehê li min kiriye, ez dikarim vê yekê bêjim; helbet aliyên wê yê zor û zehmet ji bo min jî hebûn. Di zindanê de piştî darbeya 12 îlonê û heta serê 2002’yan ez di girtîgehê de mam. Zindan ji bo min bûbû wekî zanîngehekê. Zindanê ji alî ziman û zanînê ve ez geş kirim. Çi zanîn û agahiyên min ên niha hene, bingeha wan tevan zindan e. Bi rastî ji agahiyên der barê fezayê, avabûna dinyayê û jiyana civaka îro… ez çi dizanibim, min tev li zindanê hîn bûme û zindan ji bo min bûbû wekî zanîngehekê.

Tu di hemû berhemên xwe de, li pey meşa azadiyê ketiyî, sedemên vê yekê çi ne?

Binêrin di jiyana kurdan de, ji kêfxweşiyê zêdetir keserkûrî û xem hene. Ji sedsala 19’an vir ve, kurd li  pey azadiyê xwe ne lê azadî di devê gurekî xedar de ye. Ez jî kurd hatime dinyayê, derdekî min jî ji ber vê êş û keserê heye. Ji 15 saliya xwe û şûn de ku ez li xwe hay bûm ku kurd im. Pêşî bi hestan û paşê bi zanînê ez jî li pey azadiyê ketim. Beriya min ên ev karwan bi rê xistibûn hebûn û em rastî hev hatin û bi hev re meşiyan. Gava ku ez ji zindanê derketim, min parçekî bedena xwe ji dest dabû, hêza min encax têra qada ziman, wêje û çandê dikir, loma ez jî ketim wê rêyê. Min xwest ku ez bibim şagirtekî baş ê zimanê xwe. Ji bo wiha ez bi nivîs û ziman re eleqedar bûm. Heman kul û derdên me bi dawî nebûn hê jî hene. Min xwest van êş, derd û kulan bi zimanê çand û hunerê vebêjim.

Helbet êşên me zehf in, hewceyî vegotinê ne. Min nikaribû ez wan bihêlim û li pey tiştekî din bikevim. Ji ber vê yekê gera min a azadiyê, bi vî awayî didome. Heke ev jî nebûya wê gavê hebûna min bêwate dibû.

Di romana te ya bi navê Çerxa Xedar de, karekterê dayika Sînemê gelek balkêş e û dişibe hemû dayikên me yên berxwedêr. Her kes wê wekî çîroka dayika xwe dibîne, te xwestiye çi peyamê bi karektera vê dayikê bidî?

Dayika Sînem yek ji lehengên romanê yên bingehîn e. Jixwe roman li ser wan karekteran ava bûye. Ew dayika leheng Fuad e. Li ber deriyê zindanan ez bixwe bûm şahidê bi dehan dayikên mîna wê. Dayika Sînem karekterek e ku min afirandiye, lê bi hezaran dayikên me roja îro jî wek dayika Sînem ji bo zarokên xwe li pêşiya zindanan li ber xwe didin. Aliyekî têkoşîna azadiyê jî ew dayik in. Dewlet ji bo ku berxwedana zarokên wan qels bike, her tim serî li rêyên qirêj dide ku dayikan bixapîne û bandorê li ser berxwedana zarokên wan bike. Gava xetereya mirinê derdikeve, herî zêde kezeba dayikan diêşe û li silametiya zarokên xwe difikirin. Dayikên mîna Sînem, jixwe bi hezaran di jiyana me ya rastîn de hene. Min xwest bi qasî lehengiya Fuad, derûniya dayikan jî bi rêya karekterê Sînemê bidim nîşandan. Têkoşîn, helwesta dewletê û hestiyarî bi hev re hatine hûnadin. Her ku ez li dayika Sînem difikirîm, di serî de dayika min, hestên hemû dayikan dihatin bîra min. Dayikek ji bo piştgiriya ji bo zarokên xwe dikare çi bike, min bi rêya wê dayikê nîşan da. Her wiha bi vî rengî min xwest ku rengekî realîst bidim romanê.

Tevî rewşa xirab a bikaranîna ziman, em dibînin ku hin nivîskarên kurd bi zimanekî zehmet û kompleks dinivîsin lê zimanê te hem di nivîsan de hem di pirtûkan te gelek sade ye, tu çima vî şêweyî tercîh dikî ?

Spas dikim ev gotina we ji bo min wekî iltîfatekê ye. Ez kêfxweş im ku zimanê min ew hîs daye xwendevanên min. Bi rastî ez çawa fêm dikim, dixwazim bi wî awayî xwe bidim fêmkirin.

Min ev yek berê ferq nekiribû lê wiha tê fêmkirin ku di encama tecrûbeya min a nivîsê de ew şêwe derketiye holê. Di destpêkê de, min bixwe jî gelek zehmetî didîtin ji bo ku ez baş fêm bikim. Ya min hinekî empatî ye. Ez gelek hewl didim ku her kes ji min fêm bike. Zimanê kurdî bi taybetî kurmancî, hîn şênber e û ew zêde negihîştiye asta razberiyê. Ji bilî rewşenbîr û entelektulan gelê me zêdetir zimanekî şênber bi kar tîne. Ez dixwazim zimanê xwe bikim berdevkê zimanê hezkirinê. Helbet mimkin e mirov zimanekî kompleks û zêde tevlihev bi kar bîne, ew jî terzek e. Ez naxwazim di nav nepeniyê de bikevim hewla fêmkirinê. Ev yek di felsefe û mentiqa min de tune ye. Heger zimanê kurdî bigihîje asta zimanekî razber, ew tê wê wateyê ku asta bikaranîn û ragihandina kurdî bilind bûye. Encax wê gavê mirov dikaribe zimanekî razber û komleks bi kar bîne. Mixabin ev rastiyeke me ya tahl e ku gelê me biyaniyê nivîsandin û xwendina zimanê kurdî ye. Divê mebesta me danheskirina zimanê kurdî be ji bo ku em yên heyî jî ji xwe dûr nexin.

Gelek xebatên te der barê ziman de jî hene. Tu wekî nivîskarekî, asta nivîskarên nûjen ên kurdî û nivîskarên nifşên nû çawa dinirxînî?

Ez xwe wekî xemxwir û xebatkarekî zimanê kurdî dibînim. Li gorî min zimanê kurdî yê nivîsê gihîştiye asteke baş.  Gelek xebatên vê qadê vê yekê piştrast dikin. Mixabin xwînerên zimanê kurdî, ne ewqasî zêde ne û pirsgirêka me ya herî mezin jî yek jê ev e. Gelek nivîskarên me jî hene li gorî min dûrî vê rastiya gelê me tevdigerin û rastiya civakê nabînin. Beşeke ne kêm, hem bi zimanekî tevlihev hem jî dûrî rastiya civakê berhemên xwe dinivîsin. Ya girîng em dengê xwe bigihînin civaka xwe ne ji bo xwe û ne jî bixwe sînorkirî binivîsin. Dibe ku kêm kes ji wan nivîsan fêm bikin lê em piraniya gel didin aliyekî. Di qada ziman de jî hewldaneke neyênî derketiye holê. Di bin navê sererastkirinê de, rêziman û rastnivîs ji nû ve tê nirxandin û dibe sedema gelek tevliheviyan. Êdî pêşî li rastnivîs û rêzimanê hatiye vekirin û ji her seriyekî dengek derkeve. Her sazî û her weşanxane êdî çawa rast dibîne li gorî xwe dike. Xirabî li zimanê nivîskî tê kirin û kedkarê mezin ê zimannasiya kurdî Celadet Bedirxan li gel ewqas ked û hewldanên wî, tê beralîkirin. Ev yek ne exlaqî, ne wijdanî û ne jî zanistî ye. Celadet Bedirxan ji bo her hêmayekê, her dengekî rêzimanê xebateke zanistî pêk aniye. Hin kes rabûne dibêjin li gundê me ev ne wiha ye û pişta xwe didin Bedirxan û berê xwe didin şaşîtiyê.

Yaşar Eroglu kî ye?

Di sala 1960’î de, li gundê Qazî yê Agiriyê hatiye dinyayê. Piştî darbeya 12’ê îlonê hatiye girtin û bi giştî 21 salan li zindanê maye. Di navbera salên 2003-2007’an de, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebitiye. Her wiha du salan li rojnameya Azadiya Welat jî xebitiye. Pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, bi navê ‘Nahêlin em bigihîjine bihara xwe’ di sala 2005’an de hat çapkirin. Piştî wê berhemeke wî ya berhevkariyê, pirtûkeke din a çîrokan bi navê Hêvî û romana Çerxa Xedar hatin çapkirin. 