19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min zimanê tirkî ji bîr kir

Şerîf Yilmaz

Demekê ji bo ku zimanê kurdî rewa bibe, girtiyên li girtîgehê parastina xwe bi zimanê kurdî dikirin. Wê demê ez jî hevserokê Kurdî-Derê ya Şaxa Semsûrê bûm. Ji Meletiyê parêzer telefonî min kir. Ji min re got, derfeta we hebe hevalek xwe bişînin. Ji bo biçe li dadgeha wê derê parastina girtiyan a bi kurdî, wergerîne tirkî. Min jî du sê caran hevalên xwe şandin dadgeha cezayê giran a sêyemîn. Ji bo wergerê bikim carekê ez bi xwe jî çûm Meletiyê.

Li wir ez û parêzer, em bi hev re çûn dadgehê. Parêzer nasnameya min bir cem serokê dadgehê. Ji bo ez wergerê bikim êdî tu astengî li pêşiya min nemabûn. Em bi hev re çûn ketin hundirê eywana dadgehê. Girtiyên ku ji girtîgehê anîbûn dadgehê jî hemû xwendekarên zanîngehê bûn. Dema ez û girtiyan nêzîkî hev bûn, ciwanekî destê xwe dirêjî min kir got merheba mamoste. Hîn min kir ku ez destê xwe dirêjî wî ciwanê hêja bikim û bêjim ji te re jî merhaba. Min dît ku leşkerekî ji me re got hop, hop, hop… Min jî got hop hop çi ye?

Wî jî ji me re got destgirtina we ya hevdu qedexe ye. Min jî bi kurdî ji wî ciwanî re got bila ne xema we be. Ew destûrê nedin ku destê me bigihîje hev jî dilê me her tim bi hev re ye. Ez di dilê xwe de jî bi helwesta wî leşkerî gelek aciz bûm.

Hemû parêzer û xizmên girtiyan jî li eywana dadgehê bûn. Cara ewilî ye ku dikim wergerê bikim. Bi rastî ez gelek bi kelecan bûm. Ciwanekî rabû parastina xwe bi zimanê kurdî kir. Diviyabû ku ez jî ji dozger û dadgeran re wergerînim zimanê tirkî. Min berê xwe zîvirand aliyê serokê dadgehê û bi zimanê kurdî parastina wî ciwanî ji wan re got. Serokê dadgehê ji min re got, Şerîf bey girtî bi zimanê kurdî parastina xwe dikin. Qet nebe tu ji kerema xwe re bi me re bi zimanê tirkî biaxive. Min jî got hakim beg ji bo ku ez di jiyana xwe de her tim bi zimanê kurdî diaxivim, min zimanê tirkî ji bîr kiriye. Serokê dadgehê ji min pirsî got tu çi karî dikî? Min got ez hevserokê Kurdî-Derê me. Dema min li dadgehê wisa got, ciwan û parêzer û xizmên girtiyan ên wê derê hemû jî gelek kêfxweş bûn.

Pişt re min parastina wan ciwanan bi rêk û pêk wergerand zimanê tirkî. Ji bo ku peywira min ew bû. Vê carê parêzeran parastina hemû girtiyan kir. Parêzer Hasan Dogan jî got, “Birêz dadger we berê digot ku em van ciwanan berdin dê bi hev re biçin çiyê, êdî pêvajoya aştiyê dest pê kir van xwendekaran berdin bila biçin zanîngehên xwe bixwînin. Serokwezîrê we dibêje ‘keçikno de biçin dibistanê.’ Hûn jî keçikên ciwan digirin û dikin girtîgehan. Dadger beg wisa jî nabe.”

Dadgeha wan ciwanan qediya. Ez û parêzer derketin derveyî eywana dadgehê. Parêzerên ji bajarê Amedê hatibûn, hemûyan li wê derê jî ez pîroz kirim û gotin xwezî me hemûyan zimanê tirkî mîna te ji bîr bikira.

Xwendekar û xwendevanên hêja. Gotinek heye dibêje ‘çû şûna miriyan her kesek li ser miriyê xwe giriya.’

Kula dilê min jî her tim zimanê kurdî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê