23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Minet ji neyaran nabe

Pêvajoya alozî û qeyranan bi hemû dijwariya xwe didome. Cîhan ber bi nediyariyeke tarî ve diçe, tengijîn û xaitimîneke mezin a pergala dewletî û desthilatdariyê dijî. Karesat li ser karesatan diqewimin. Pandemiya koronayê cîhan bi giştî xistiye dorpêça xwe û bêhn lê çikandiye.

Pergala global, desthilatdar û mêtingerên ku niha cîhanê bi rê ve dibin, rewşa pandemiyê bi awayekî gelek xirab li dijî civakan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Civaka li ber fetisînê ye û ew bêhenase hiştine.

Li Kurdistanê jî pêvajoyeke dijwar û metirsîdar a pergalên dagirker û mêtinger tê ferzkirin. Li dijî vê mixabin kurdan nekarî yekitiyeke têkel pêk bînin, ne jî êrîşên dagirkeriyê bidin rawestandin. Ango metirsiya li ser destkeftiyên kurdan veguherî metirsiya li ser hebûna wan jî! Çimkî êdî bi awayekî bêarî zimandirêjî li hebûna kurdan tê kirin; nirx, pîrozî û destkefiyeke wan a dest navêtinê nehiştin. Her roj bi rûmet û kerameta gelê kurd tê lîstin! Destavêtin, girtin, zext, kuştin, talan hwd tiştên nekirî nemane. Li hemberî vê hêzên pêşeng ên kurd jî bi helwesta heyî avê dikêşin aşê dagirkeriyê, çerxa hêrandina hebûna kurd zûtir didin ziviradin…!

Mixabin vê kambaxî û malwêraniyê, kurd bi xwe tînin serê xwe. Gelo bi rastî jî dagirker ewqas bi hêz, zana û aqilmend in? Na! Çavkaniya sereke ya vê parçebûn, bêtifaqî, pêkneanîna yekrêzî û hestên netewebûnê ye. Mafê ti hêz, rêxistin û aliyan nîn e ku çarenûsa gelê kurd wiha bixin bin taserûfa dagirkeran, bikin qurbaniya berjewendiyên xwe yên teng û takekesî; navê wê çi be bila bibe, pêşkêşî dijmin û dagirkeran bike! Nexasim mil bidî milê dagirkeran, pişta xwe li wan germ bikî! Navê vê tenê ne birakujî, ‘kurdqirî’ ye! Kî bibe sedema vê ne kurd, ne dîrok û ne jî mirovahiya pêşverû nabexşîne!

Ma bi rastî jî kurd ji wî aqil, têgihiştin, pêşbînî, bîrefêhm û behreyê bêpar in ku nekaribin xwe ji bin nîrê dagirkerî û mêtingeriyê rizgar bikin! Gelî efendîno! Kurdan xwe di van mijaran de îspat kiriye, êdî ker û kor û lal jî vê dilpakiya kurdan dizane. Hema van salên dawî ku her kesî hefza xwe ji DAIŞ’ê dikir, kurdan lêda û ev qirêjiya bûyî bela serê mirovahiyê ji dîrokê rakir; tevahiya cîhanê jî bi heyranî temaşe kir! Lewre mirovahî deyndarê gelê kurd e…

Kurdan di serhildana Babanzade, Simko, Mele Mûstefa Barzanî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî, Mîr Bedirxan, Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim hwd de nekarîn bibin yek ku niha kurd ji destê dagirkeran jana dîrokê ya herî mezin dikêşin! Aqilê kolektîf ê kurdan li dora destkeftiyên Başûr, yên Rojava; dîsa Bakur, Rojhilat û niha jî Şengalê nekarîn yekbûn û tifaqa xwe çêbikin, hesabên zilhêz û nokeran vala derxin. Ma hêzên pêşeng ên kurdan ji vê qabîliyet û têgihiştinê dûr in? Bêguman na. Pêşiyan gotiye, ‘Minet ji neyar nabe, rîşê kotî ji xayinên nav me ye!’

Encam li holê ye. Sîstema dewletî ya cîhanî asta xwe ya herî rezil, herî ketî û bênirx dijî. Nexasim jî pergala dewleta tirk! Ev pergala har û çavsor ne xwedî ewqas hêz, aqil, ne jî ewqas kêrhatiye ku li ser kurdan vê zilmê pêk bîne. Sedema sereke ya vê siyasetê parçebûn û xêrnexwaziya hêzên kurdî ya ji bo hev e! Jixwe dema berdevkê dewleta hov diaxive mirovahî pê dikene, çawa dibe ewqas bikare kurdan bixapîne, berde pêsîra hev, lewre li ser pêşeroj û çarenûsa gelê kurd qirkirineke wiha nemerdane bide ferzkirin! Niha li Bakur dagirkerî û hovîtiyeke dîrokê ya nehatî dîtin pêk tîne, nîvî zêdetir başûrê Kurdistanê dagir kiriye, li rojavayê Kurdistanê heman awayî, li Şengalê dixwaze destketiyên heyî bi giştî ji holê rake. Herî dawî bi piştgiriya efendiyên xwe DYA û NY’ê, dewlata Iraqê jî kire amûrê vê siyaseta xwe ya qirkirinê.

Madem niha êrîşeke topyekûn li ser gel, welat û hebûna kurdan heye, divê hêzên kurd jî vê berpirsyariya xwe ya exlaqî, wijdanî, welatparêzî û dîrokî pêk bînin û guh bidin dengê zarîn û axîna gelê kurd ku ji xezeba vê hovîtiyê derînin.

Kahîn û astrologê navdar Nostradamûs (Michel de Nostredame) ku sedsala 16’an jiyaye, di kehaneteke xwe de dibêje, ‘…pêşerojê dê kesek ji giraveke bi behrê dorpêçkirî derkeve û rûyê cîhanê biguhere’. Îro ev derbirîna Nostradamûs pênaseya xwe di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dide der. Lewma heke kurd bi vê hişmendiyê pêvajoyê bixwînin, dê vî şensê dîrokî ji dest bernedin. Li tevahiya cîhanê stêrka kurdan geş e. Lewma divê kurd vê çiraya geş ji bo ronîkirina pêşeroja xwe bi kar bînin û li dora wê bicivin; ne ji bo tarîkirinê..!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê