19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ministra de Culturas, Despatriarcalización y Descolonización

Meha mijdara 2020’an, ji xeynî 25’ê Mijdarê bi çend mijarên balkêş, bi hêvî, ji hev dûr û girêdayî hevdu ket rojeva jinan û jiyanê. Çend bûyerên ku çend  kevirên hezar salan ji cihê xwe dineqînin û dê tu carî nehêlin ji nû ve xwe li cihê xwe yê kevin asê bikin.

Hilbijartinên serokatiyê yên li Amerikayê di meha mijdarê de bi gelek awayan mohra xwe li rojeva cîhanê xist. Yek pêşketineke di vê hilbijartinê de derkete pêş jî hilbijartina Kamala Harris bû. Kamala Harrîs li gorî encama derketiye holê dê bibe Wezîra Karê Hundirîn a Amerîkayê lê ev kar û berpirsiyariya Harrîs di hemû çapemeniya cîhanê de bi çend taybetiyan hat xemilandin: Harrîs wek yekem jin, yekem reşik, yekem kesa bi kokên tamîlî û jamaîkî dê bibe Wezîra Karê Hundirîn a Amerîkayê.

Çend roj piştî hilbijartinên Amerikayê li Zelandaya Nû Nanaia Mahuta di dîroka vî welatî de cara yekem wek  jineke ji xwecihên Maori bû Wezîra Karê Derve ya Zelandaya Nû. Nanaia Mahuta ji peywir û berpirsiyariyên xwe zêdetir, bi deqên (bi zimanê Maorî: Moko Kauae) li ser çeneya xwe ku wek nasnameya wan a eşîrî tê dizanîn, di çapemaniya rojavayî de cihê xwe girt.

Herî dawî di 20’ê mijdara 2020’an de li welatê Amerikaya Latînî Bolîvyayê  Sabîna Orellana bû ‘Wezîra Çand, Dekolonîzasyon û Depatriyarkalizasyonê‘. Li gel taybetiyên wezaretên li Amerîka û Zelandaya Nû, wezareta li Bolîvyayê bi gelek awayan ji mînakên din balkêştir e. Lewre ne tenê cara yekem jineke xwecihî di nav wezaretê de cihê xwe digire, di heman demê de ev wezaret bixwe di cîhanê de mînaka yekemîn û tekane ye. Ji xeynî Bolîvyayê li tu devera cîhanê wezareteke bi vî navî tune ye. Ev wezaret bi armanca geşkirina çandên xwecihî, tunekirina bandorên mêtingeriyê û ji holê rakirina baviksalariyê hatiye avakirin. Di pênasekirina vê wezaretê de bal li ser newekheviya navbera welatan/neteweyan û zayendan (jin û mêr) tê kişandin. Li hêla din ev wezaret bi navê xwe têkiliyên mêtingerî û baviksalariyê û bandora wan a ser çand, jin û gelên xwecihî yekser dide der.

Her sê jin di daxuyaniyên xwe de helwestên xwe jî anîn ziman: Orellana got ew ê di wezareta xwe de hewl bide ku nijadperestiyê bi hevjiyana aştiyane ji holê rabike, wateya ala Whipala (ala xwecihên Bolîvyayê) ji bo nifşên niha fêmbar bike. Bi vê hizrê, ew ê li ser avakirina welatekî ku bi rehên xwe serbilind e û kevneşopiyên çandî yên rojhilat û rojava, gund û bajar diparêze, bisekine. Mahuta di axaftina xwe de behsa rewşa jinên Maorî kir û wiha got: “Ev ji bo min şanaziyeke mezin e. Ez jî yek ji wan gelek jinan im ku cara yekem tiştek bi ser xistin û ez hêvî dikim dê jinên Maorî yên din ji min îlham bigirin.” Ligel wan Harrîs xwest balê ji ser xwe rake û got: “Ji bo min a pêwîst giyana Amerikayê ye.”

Ger mirov her sê mînakên jorê bîne gel hevdu ji hêla helwest û rewşa jinên hilbijartî ve dibe ku gelek xalên hevpar derkevin pêşberî me lê li hêla din, rola wezaretên karê hundirîn û derve ku yek ji saziyên bingehîn ên netewe-dewletan in, ji rol û peywira wezareta ku dê Orella li Bolîvyayê bi rê ve bibe, gelek cudatir e. Bêguman di nasnameya Harrîs û Mahuta de dewletên mêtinger ên wek Amerîka û Zelandaya Nû neçar dimînin ku ciherengiya axa ku lê serdestiyê dikin, nas bikin. Ev nasname ne ji têkoşînên niştecihan û jinan, ne jî ji krîza sîstemê û ji lêgerînên ji krîzê derketinê azad e. Ya Wezareta Çand, Dekolonîzasyon û Depatrîyarkalîzasyonê di bin berpirsiyariya Orella de cudatir dike ev e: ne ji bo krîza sîstemê re bibe çareser lê ji bo wê hilweşîne hatiye damezirandin.

Baweriya ku em dibêjin sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinan bingeha xwe ji vê pêlê digire. Di hilbijartina her sê jinan de jî têkoşîna jin û gelên rêxistinkirî –dîtî û nedîtî- roleke girîng dilîze. Yên van pêşketinan dê mayînde bikin û “jinên bihêz” bi “hêza jinan” sertac bike jî dîsa asta rêxistinbuyîna jin û gelan e. Orellana di axaftina wergirtina peywira xwe de balê kişandibû ser rola jinan a ji bo vê peywirê û bindestkirina wan: “Bifikirin ku rêveberiya vê wezaretê ji bo me, nemaze ji bo jinên xwecihî, zehmetiyek mezin e. We (mêr) her gav em jin kêm dîtin û kêm kirin.” Niha ew jinên kêmkirî û kêmdîtî li seranserê cîhanê dîroka çewtkirî sererast dikin û ya niha jî bixwe dinivîsin. Nema êdî payeyên serdestan reng û deqên jinan/xwecihan di nav xwe de wenda bikin. Tenê divê ew xwe bispêrin hêza jinan/niştecihan û ne ya serdestan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê