Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Mîr Mihemedê Rewandizê

Abdurrahman Sever

Êdî baranên demsala payîzê, cihê xwe ji berfa zivistanê re hîştîbû. Berf, wek dawiya jiyanê hêdî hêdî rûyê erdê kefen dikir. Lê sar û seqem hê destpê nekiribû. Mîr Mihemed, bi bêjna xwe ya zirav û dirêj, ji paceya menzela xwe, bi xemgîniya ji dûrmayîna welatê ve berfa Stenbolê temaşe dikir. Di her libê berfê de bi xeyalî diçû rojên berê, salên derbasbûyî û bûyer, êş û elemên qewîmîbû. Ji kurahiya xeyala welatê de, dengê dengbêjan dihat guhê wî. Her gotinên dengbêjan dibû berf û baran li ser dilê wî de dibarî. Lê dîsa jî kelecanek hebû li ser derûniya wî û kenên nîvco li ser lêvên wî bû, ji ber ku rêya welat jê re vebibû û dê di demek pir nêz de ew ê bigîhîşta axa xwe ya pîroz.

Piştê amadekariyê, di nav çend rojan de Mîr Mihemedê Rewandizê li hespa xwe siwar bû û ji Stenbolê ber bi welat ango Rewandizê derket rê. Hespa xwe dabû çargaviyê, lê rê û bajar xilas nedibûn. Çiqas rê diçû, behna axa welat bi bayê rojhilatê ve li rûyê wî dixist. Bi behna axê ve, behna azadiyê jî li ser ruhê wî û li ser kelecana wî geş dibû.

Mîr Mihemed, piştê rewîtiyeke dirêj, xwe gîhandibû Trabzon a bajara behra reş. Îşev li vir behna xwe vedaba û îstirhet bikira û bi berbangê ve ji ser Sêwasê, dê rewîtî bidomiya. Serê xwe danî ser balîfê û bi xeyala welatê ket xevê. Lê ewrên reş û tarî, xewn û xeyala Mîr Mihemedê rewandibû. Ji xewna xwe şiyar bû aveke sar vexwar lê dîsa jî behna wî fireh nebû. Dest avêt bêrîka xwe qutiya titûnê derxist, cixarekî pêçand. Behnekî kişand û çû ber pacê. Wexta ku ji pacê pêşiya derî nihêrî, çi bibîne; hespa wî bi serêjêkirî li erdê bû. Hema bi lezûbêz derket derve, çû ber serê hespa xwe. Hinek sekinî û fikirî. Gelo ev peyama kî û çibû? Hêy fikrandina wî neqediyabû ku şeş-heft zilamê bidestxençer, Mîr Mihemedê dorpêç kirin. Rast e, ev kemînek bû. Mîr jî bê çek û tifing bû. Di vê qêliyê de gotinên Baba Taxîrî Hemedanî hat bîra wî;

“Her ku ev aşiq e ji can natirse.

Aşiq, ji zincîr û zindan natirse

Dilê aşiq weke gurê birçi ye

Ku ew ji heyheya şivan natirse.”

Encama vê keminê diyar bû, lê, rew, gazinc, bexşandina xwe xwestin û hwd, ji Mîr Mihemed re, ji serpêhatiyê wî re, ji lehengiya wî re û ji armanca wî ya azadiyê re nedibû. Bi kurahiya dengê Evdalê Zeynikê ve dest da xwe û bê xof û tirs, bi zilamên bidestxençer re dest bi şer kir. Şerrê wî ya herî demkurt, şerrê wî ya dawiyê.

Ev şer, şerê Mîr Mihemed a cara yekem nebû. Mîr Mihemed, him ji bo rizgariya netewa xwe him jî ji bo yekitiya netewa xwe, nêzê bîst sal şer kiribû. Mîr Mihemedê Rewandizê, piştê têkçûyîna serhildana Babaniyan, ji bo çareserkirina nakokiyên malbatî û herêmî, eşîra Babaniyan digre bin hîmaya xwe. Di aliyê din de jî, ji bo hevparî û yekîtiyê pêk bîne û ji serdestî û bandora Osmaniyan – Îraniyan rizgar bibe, bi eşîrên din re jî dikeve nav dan û standinê. Eşîrên ku ji rizgariya gelê xwe vêdetir, ji ber aborî û desthilatdariya xwe ji Osmanî û Îraniyan qut nabin re li hev nay û bi wan eşîran re şer dike. Mîr Mihemed, waliyên ku bi destê desthilatdaran ve hatiye tayinkirin jî nasnake û bi hêzên xwe êrîşê dibe ser wan. Li gelek bajar û bajarokên herêmê, ji rêveberiya serdestan xilas dike û hêzên Osmanî û Îraniyan gelek cihan de têk dibe. Di sala 1830’an de bajaroka Xoşnav û Sûrçîyê digre û serxwebûnê îlan dike.

Mîr Mihemedê Rewandizê, li her der û deverê, bi zanistiya xwe, ilm û îrfana xwe, bi zîrek û vêrektiya xwe, bi oldariya xwe nirx û rêzdariyeke mezin dibîne, digre û li gelek cî de jî wek “Mîrê Mezin” tê binavkirin. Bi feraseta siyaseta xwe û bi rêvebertiyeke bipîvan û biexlaqê ve jî, bandorekê mezin li ser civakê çedike. Di demek kurt de Erbîl, Herîr, Koye, Raniyê jî rizgar dike û bi siyasetêke baş ve wan bajar û bajarokan birêve dibe. Sinora serxwebûnê hetanê robara Zap a jêrinê berfireh dike. Li ber hêza Mîr Mihemedê, walîtiya Bexdayê neçar dimîne û hikûmeta Mîr Mihemedê Rewandizê nas û qebûl dike. Pişt re Zaxo, Duhok û çend bajarên din jî dikeve destê Mîr.

Li ser wan geşedanan, hikûmeta Osmaniyan, mezinbûyîna serxwebûna kurdan ji xwe re xeteriyek dibîne û fermaneke taybet dişîne waliya Sêwasê Reşît paşê re. Reşît paşê jî demildest artêşeke mezin kom dike û ber bi Rewandizê diçe. Mîr Mihemed pê hesyaye û hemû tevdîr û ewlehiyê girtiye, li ser gêdûka Elî Begê li benda artêşa Osmaniyan e. Lê artêşa Osmaniyan jî vala nebû, li nevale Herîriyê bi artêşa Bexdayê re lihev hatibû û yekîtiya xwe çêkiribûn. Li gelek bajarokên Kurdistanê jî zilam û mîlîsên xwe kiribû nav tevgerê. Oldar, elim û melleyên kurd ên girêdayê Osmaniyan jî li mizgeftên herêmê de bi xutbeyan piştgirî didan artêşa Osmaniyan û digotin; “ li hemberê artêşa xîlafetê/Osmaniyan şêrkirin, sûc û guneh e.”

Li ser evqas geşedanên neyînî, Mîr Mihemed lêz nekir û gelek fikirî. Ger wiha bibe, ji ber pirsgirêkên navxweyî, yan li gelek cihan de komkujiyêk mezin biqewîmiya yan jî ji bo silametiya gelê xwe ew ê bi Osmaniyan re li hev bihata. Di vê qêliyê de Reşît paşêyê osmanî ji bo lihevhatinê peymanekî danê holê û Mîr Mihemed jî ji bo pêşîgirtina ixanet û komkujiyeke mezin vê pejirand û artêşa xwe rawestand. Li gor vê peymanê, serxwebûn û hikûmeta ku Mîr ilan kiriye hat betalkirin û belavkririn. Ji bo demeke kurt Mîr Mihemed, tenê bi statuye mîrtiya eşîra xwe çû Stenbolê, ji welatê hat dûrxistin. Walîtiya gelek bajar û bajarokan carek din bi hikûmeta Osmanî û Îraniyan ve hat girêdan. Carek din ji ber sedemên navxweyî gelê tevahiya welatê, ji bindestiyê rizgar nebû.

Her çiqas Mîr Mihemed, ji welat dûr mabe jî, vala nasekine. Tim û tim bi nas, dost û hevalên xwe yê ku bawerî pê aniye re di nav têkilî de ye. Bi dawiya qedexeya çûyîna welatê ve, ew ê bi lezûbêz biçûba welatê û di demek kurt de pirsgirêkên navxweyî çareser bikira û serhildan û armanca xwe ya nîvco mayi ya azadiya welat, bibira serê.  Lê niha, tenê dikarîbû têkiliyên xwe xurt kira.

Piştê demeke dirêj, bi vekirina rêya welat ve, ji Stenbolê ber bi welatê ve rêwîtiya Mîr Mihemedê Rewandizê dest pê dike. Êdî kelecan jî dest pê kiribû. Lê belê dijminê wî ya herî mezin waliya Bexdayê Elî Riza paşe, li ser xetere, talûke û qeyraniya Mîr Mihemedê, peyamek dişîne hikûmetê re. Hikûmeta Osmaniyan jî demildest fermana qetla Mîr Mihemedê derdixe û dişîne walitiya Sêwasê re. Peymana ku bi xwe çêkirine binpê dikin û bi hêzeke taybet a girêdayê walîtiya Sêwasê ve li behra reş Mîr Mihemedê dixin kemînê, bi birîndarî desteser dikin û nêzê berbangê didalîqînin, darve dikin. Berfa zivistanê dibe kefena Mîr Mihemedê Rewandizê. Rûpela salname jî sala 1838 an rawe dide.