23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîrateya cîhanê Heskîf binav kirin

Evdilbakiyê Heskîfî

Werin em bi hev re li gund û şûnwarên navçeya Heskîfa Êlihê bigerin. Em bibînin ku warê çand, dîrok û seyranê Heskîf çiqas di bin avê de maye, çiqas talan û wêran bûye. Bi bendava Heskîfê re dê hemû warên Heskîfê di bin avê de bimîne.

Di pevajoya AKP’ê de bi sedan bendav hatin avakirin, daristan hatin şewitandin. Erdnîgariya Kurdistanê hat bombekirin. Ev jî nîşan dide ku AKP çiqas zerarê dide xwezaya Kurdistanê. Ji ber ku hevkarên AKP’ê xweza û dewlemendiyên Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne, hemû xêr û bêrên Kurdistanê talan dike û wêran dike. Bi pêşxistina sermayeyê re ne tenê xweza û ekolojî, di heman demê de hemû zindiyên li ser vê erdnîgariyê zerarek mezin dibînin.

Mirov nikare tenê xwezayê ji dar û ber, gul û çîçek, teyr û çûkan bigire dest. Ji ber ku xweza ji hemû zindî û ruhberan pêk tê. Dema em wisa teng nêzîkî xwezayê bibin, em dê nikaribin xwezayê biparêzin. Ev feraseta me ya teng dê rê li pêşiya talankirin û wêrankirina xwezayê negire. Di tu serdeman de bi qasî serdema AKP’ê ew qas xweza talan nebûye. Ew qas bendav li ser erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê nehatiye avakirin. Rayedarên hikûmetê bi vê ferasetê dixwazin axa Kurdistanê vala bikin, koçberiya çandî û beşerî pêk bînin. Berê bi riya şer, niha jî bi riya bendavan Kurdistanê bêmirov dihêlin. Tenê rê û rêbaza valakirina axa Kurdistanê hat guhertin. Di demên desthilatdariyên berê de bi rêbaza şer bi milyonan kurd ji ax û warên xwe, ji gund û bajarên xwe koçber bûn. Niha jî ev polîtîkaya koçberkirinê bi rêya bendav û HES’an tê meşandin.

Niha jî em li rewşa Heskîfê binêrin. Heskîf warekî dîrokî, çandî û seyranê ye. Ev warê dîrokî û turîzmê ku yek ji dewlemendiya axa Kurdistanê ye, bi riya bendavê tê tunekirin. Bi bendava Heskîfê ku tê avakirin bi sedan gund û gundik, bi sedan gir û şûnwar di bin avê de dimînin. Navçeya Heskîfa Êlihê di neqeba 2 şetên Çemê Dîcleyê de sazbûye. Ji ber şûnwarên xwe navçeyek herî dîrokî û çandî ye. Her wiha şopa mirovahiyê li vir veşartiye. Ji ber vê dewlemendiya xwe ya çandî û dîrokî bala hemû turîstên cîhanê dikişîne ser xwe. Ji ber warê turîzmê ye, di heman demê de çavkaniya debarê ya gelê herêmê ye. Dîroka Navçeya Heskîfê heta 10 hezar sal kûr û dûr e. Di sala 1981’ê de wekî Qada Xwezayê hatiye îlankirin. Ji ber vê yekê biryara parastinê hatiye dayîn. Li gel vê biryarê bi fermana hikûmetê tê xwestin ku ev warê dîrokî di bin avê de bêhiştin. Ev bajarê dîrokî baş nayê zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye avakirin. Li gorî rîvayetan bi navê “CEFA” tê navkirin. Wekî navenda Pîskoposiya Suryaniyan tê zanîn. Ji ber axa Heskîfê gelek nerm e, hemû bajar ji şikeftan hatiye avakirin. Li derdorê zinarê tenişta Çemê Dîcleyê şikeft hatine kolan û bajar li vir hatiye avakirin.

Ev warên dîrokî û çandî li hemû welatên cîhanê bi awayekî taybet tên parastin. Lê mixabin, ev warê dîrokî û çandî ku bala hemû welatên cîhanê dikişîne, bi destê hikûmet û dewletê di bin avê de tê hiştin. Hikûmeta AKP’ê bi israr dixwaze vî warî di bin avê de bihêle. Bi avakirina Bendava ILISU dê bi sedan gund û bi sedan girên dîrokî û çandî di bin avê de bimînin. Xweza, dîrok, çand û mirovahî dê di bin avê de bimîne. Niha ji ber polîtîkayên hikûmetê ev şûnwarê tûrîzmê û xwezaya rengîn bi tunekirinê re rû bi rû ye. Li gorî raporên der barê Heskîfa hatine amadekirin de dîroka wê digihêje 10.000 salan. Niha hêdî hêdî di bin avê de dimîne. Ji ber vê yekê;
Şûnwarê bi sedan sewalên ku neslê wan li ber tunekirinê ne, di bin avê de dimîne. Lûsa sewalan xera dibe. Dibe sedem ku bi sedan cureyên masiyan tune bibe. Dê risl û rêjeya avê di asta herî bilind de kêm bibe. Dê gelek cûreyên nexweşiyan pêş bikevin. Bi tunekirina vê xweza û dîrokê re hafiza û çandek tune dibe. Dibe sedema tunekirina çand û dîroka hezar salan.
Bi kurtasî ji ber ku Heskîf di bin avê de dimîne, çand, xweza û dîroka hezar salan tune dibe. Ger ku em naxwazin çand, dîrok û şûnwarê me tune bibe, divê em li hemberî vê talankirin û wêrankirina xwezayê bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî vê tunekirinê ne li gorî pîvanên civaka ahlakî û polîtîk e. Tu wicdanê mirovan vê yekê qebûl nake. Hemû kesên xwedî wicdan divê li hemberî vê tunekirina xwezayê qêrîn û awazên xwe bilind bikin. Heskîf hêlîn, lûs, dayik û wargeha mirovahiyê ye. Ey mirov! li dayik û hêlîna xwe, çand, xweza û diroka xwe xwedî derkeve!