Yekşem, Hezîran 13, 2021

Mîrateya Demokrasiyê

Abdullah Îdîg

Hemû têgîn û teoriyên di zanistên civakî de tên zanîn, di dîrokê de teqez kevneşopiyeke wê ya dîrokî û civakî heye. Ev kevneşopî, dema ku li ser rastiyên civakê tê vegotin heqîqet jî derdikeve holê. Nexasim, zanistên civakî û hemû têgîn û teorî dema ku wekî zanistên determînîst an jî pozîtîvîst bêne vegotin bê guman wê heqîqeta civakî û dîrokî bê berovajîkirin. Çiqasî fikir, raman, têgîn û teorî hebin, tişta ku cewheriya van zanistan vebêje heqîqeta dîrokî û civakî ye. Pergala kapîtalîst jî ji bo ku vê heqîqetê reş bike gelek amûrên bêexlaqî bikar anî û bikar tîne.

Dema ku raman û têgîna Demokrasîyê bê destgirtin – mîna ku li jor hatiye behskirin- divê girêdana wê ya dîrokî û civakî bi nirxandinên girîng re bê vegotin. Demokrasî; wekî têgîn di dîrokê de yekemîn komên ku mirovan avakirine pêwîst e bê lêkolînkirin. Ev komên yekemîn, xwe wekî qlan, qebîle û komên eşîran rêxistin kirine û tişta herî girîng jî ji sedî 98 ji dîroka civakê pêk tê. Ev pêkhatina ji sedî 98’an rastiya demokrasiyê dide berçavan. Ev kom, xwe li ser cewheriya demokrasiyê didin rêxistinkirin û pirsgirêk û nîqaşên di nava wan de diqewimin di nava meclisên komunal de çareser dibin. Ev nêzîkatiyeke demokratîkbûnê ye. Lê belê zanistên pozîtîvîst rastiya vê mîrateya demokratîk berovajî dike û ji heqîqetê dûr dixe.

Mîrateya Demokrasiyê, dema ku wekî gotin û vegotinên rojane bê destgirtin helbet rastiya wê ya civakî û dîrokî nayê nasîn. Di vê çarçoveyê de helbet wê zanistên pozîtîvîst vê mîrateya qedirbilind înkar bike û wê pergala desthilatdarî û dewletî jî wekî heqîqeta dîrokî û civakî vebêje. Tişta ku neyê qebûlkirin ev nêzîkatî ye û qlan, qebîle û komên eşîran cewhera dîroka mirovahiyê û demokrasiyê ye.

Ev pênc hezar salên ku li pişt me maye bi şerê demokrasî û dewletê re derbas bûye. Dem hatiye carna şer kirine û dem hatiye jî di nava xwe de li hev kirine. Pergala dewletî heta qirna 21’ê xwe wekî kevneşopiyên hiyerarşîk, koledarî, feodal û kapîtalîst vesaz kiriye. Dem hatiye cewhera demokratîk hatiye înkarkirin û dem hatiye jî ev mîrate bi komkujiyan re rûbirû mane. Nexasim, kevneşopiya demokrasiyê jî helbet li hemberî vê pergala dewletî û desthilatdarî bi berxwedanên çandî, olî û civakî; wekî qebîle û komên eşîran; berxwedana bajarên konfederalîzmên demokratîk, kevneşopiya feylezofan, dêr, dergeh, terîqet û mezheban li ber xwe dan. Dîsa ji bo raman û zanistên azad berxwedana jinên zanyar di mîrateya demokrasiyê de cihê xwe girtiye. Li hemberî hemû êrîş û şerê bîrdozî yên pergala desthilatdar û dewletî mîrateya demokrasiyê heya vê rojê berdêlên gelek giran da û niha jî ev mîrate xwe di nava têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de diparêze.

Bê guman, vê mîrateyê bi taybetî têkoşîna xwe ya herî zêde li hemberî pergala kapîtalîst û netew-dewletê da û dide. Di van sedsalên dawî de ev şer gurtir bûye û îro jî Tevgera Azadiya Kurd li hemberî vê pergala dagirker bi mîrateya demokratîk têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Tevgera Azadiya Kurd, bi mîrateya femînîst, sosyalîzma reel, anarşîst û ekolojiya civakî têdikoşe û hebûna xwe didomîne. Mîrateya Tevgera Azadiya Kurd jî, li hemberî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk, li hemberî netew-dewletê netewa demokratîk û li hemberî burokrasiya pergala netew-dewlet bi konfederalîzma demokratîk (meclisên gel, meclisên taxa, akademî, komun û kooperatîf) çand û mîrateya de