Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Mirinekê hezar mirin bi xwe re anîn

Pergalên aborî, tenduristî û civakî li hemberî vîrusa koronayê têk çûn. Mirovayî bû qurbana bê tedbîrî û xemsariya dewletan

Navenda Nûçeyan

Vîrusa koronayê di 1’ê kanûnê sala 2019’an de li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê û belavî seranserê cîhanê bû. Di serî de wekî zature hat pênasekirin lê piştî ku nexweş bi tedawiyê baş nebû navê wê kirin 2019-nCoV ango vîrusa koronayê. Gelo çawa derket, çima belav bû, çima ev qas kes pê mirin, çima di serî de heta îro tedbîr nehatin girtin? Ev pirsên sereke ne. Ligel bersiva çend pirsan tên dayîn jî hin pirs jî nayên bersivandin.

Di serî de vîrus wekî rîskek nehat dîtin û her roj tenê daneyên Çînê hatin parvekirin. Çîn her ku diçû dibû rojeva sereke ya cîhanê lê îro jî hemû welat bûn rojeva sereke ya cîhanê. Rayedarên Çînê di serî de ji bo aboriya dewletê bi awayekî cidî nêzî rewşa heyî nebûn û ev tişt jî bû destpêka rêwitiya belavbûna vîrusê ya li tevahiya cîhanê. Piştî ku bîlanço giran bû Çînê dest bi tedbîrên giştî kir.

Di 11’ê sibatê de jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi belavbûna vîrusê re li seranserê cîhanê rewşa awarte ragihand. Dewletên netewperest, nijadperest, olperest û zayendperest û bi taybetî jî dijminatiya ekolojiyê dikin li hemberî vîrusê hejiyan. Zîhniyeta serdest a ku rastî veşart, xemsar nêzbû, têkiliyên xwe yên aborî parast û tedbîr negirtin, civakê bi vîrusê re rûbirû hiştin.

Dewletên ‘pêşketî’ têk çûn

Gelek dewlet bi aboriya yekparêzî û hêza xwe ya leşkerî li cîhanê dixwestin bibin serdest, hemû stratejî, plansazî, dagirkirin û şer li ser vê yekê hatin organîzekirin. Lê korona li hemberî hêz û azweriya dewletan bû frenek. Vîrusa cîhanê tehdît dike pergala tenduristiyê ya dewletên ‘pêşketî’ raxist ber çavan. Gelek dewlet di hêla reform û pergala tenduristiyê de xwe wekî mînak nîşan didan. Di rewşa îro de dewletên ‘pêşketî’ deşîfre bûn û têk çûn. Nexweşxane, ekîpman û amûrên tenduristiyê êdî têra nexweşan nakin.

Welat û welatiyên xizan…

Korona bû sedema xitimandina aboriya dewletan jî. Dewlet ji bo aborî têk neçin têkiliyên xwe domandin û guh nedan xetereyan. Piştî rewşa xeternak, dewlet sînorên xwe ji hatin û çûyînê re girtin, danûstanên xwe yên bi dewletên din re kêm kirin. Hem di navbera dewletan de û hem jî di nav dewletan de krîza aboriyê li pêş ket. Welatên ku niha di bin tesîra vîrusê de ne her roj daxuyanî didin û pakêtên nû yên aboriyê ji bo welatiyên xwe aşkera dikin. Pakêtên hatin aşkerakirin tenê berjewendiyên karsaz û dewlemendan parastin. Welat û welatiyên xizan di hêla aboriyê de bê parastin hatin hiştin. Welatên xizan û welatiyên xizan wekî her car dîsa bûn qurbanên sereke.

Mirov bûn qurban

Gelek dewlet bi belavbûna vîrusê re tedbîrên cur bi cur girtin. Maseyên krîzê, komîteyên krîzê hatin avakirin. Bi giştî hemû welat sînorên xwe girtin û rêwitiya di navbera welatan de hatin sekinandin. Li hinek welatan qedexeya derketina derve, rewşa awarte û herêmên karantînayê hatin ragihandin. Dibistan hatin girtin, mîhrîcanên muzîk, film û şanoyan li seranserê cîhanê hatin betalkirin. Organîzasyonên aborî hatin taloqkirin. Musabaqayên futbolê û hemû aktîvîteyên sporê yên cîhanî hatin betalkirin. Televîzyon, radyo û malperên înternetê bi bernameyên cuda bangewaziyên hişyariyê kirin. Heke di destpêke de ev qas tedbîr bihatana girtin ev qas mirov nedibûn qurbanên berjewendiyên dewletan. Her mirinek hezar mirin bi xwe re anîn…

Ewropa bû navenda vîrusê

WHO’yê, diyar kir ku navenda vîrusê niha Ewropa ye. Yek ji wan Îtalya bû. Di serî de rayedar û piştre jî welatî xemsar nêzî vîrusê bûn. Di nav welatên Ewropayê de cara yekem Îtalya herêma Lombardiyayê xist karantînayê û pişt re jî çarçoveya karantînayê fireh kir. Herî zêde qada tenduristiyê ya Îtalyayê bi zehmetiyan re rûbirû man.

Artêş ket dewrê

Li Fransayê hinek deveran biryara qedexeya derve hat dayîn. Ji ber ku kapasîteyên nexweşxaneyan tije bûn arteşa Fransayê nexweşaneyên xwe ji gel re vekirin. Ji ber rewşa giran artêş ket dewrê û li gelek cihan dest bi kontrolê kir. Ji bo welatiyên xwe yên din biparêzin ji bo bêmalan navendeke giştî hat vekirin. Her wiha Kanadayê jî ligel tedbîrên tenduristiyê tedbîrên aboriyê girtin û ji bo karker, xizan û kargehan bûdçeyek hat veqedandin. Li Elmanyayê kombûna koman hat qedexekirin û banga parastina nevberdanîna civakî hat kirin.

Sûcdar kir lê tedbîr negirt!

Li dijî vîrusê li Amerîkayê ‘Rewşa lezgîn a neteweyî’ hat ragihandin. Seyahatên li Ewropayê hatin sekinandin. Li New York, Washington û Californiayayê muhafizên neteweyî ketin dewrê. New York wekî cihê pandemiyê hat ragihandin. Êdî li Amerîkayê amûr û ekîbên tenduristiyê têrê nakin. Serokê Amerîkayê Donald Trump her tim Çîn sûcdar dikir lê di hêla tedbîrgirtinê de jî serê xwe neêşand.

Îngîlistan di hêla aboriyê de li cîhanê di rêza 5’emîn de cih digire, lê tenê li hemberî vîrusê bangewaziya ji malên xwe dernekevin da. Ji ber qelsbûna tedbîran welatî bi tund hikûmet rexne kir.

Qedexeya derketina derve

Piştî Îtalyayê welatê herî zêde bi bandor bû jî Îspanya ye. Li Îspanyayê nexweşxaneyên taybet dewrê pergala giştî ya fermî bûn. Li Belçîka, Yewnanistan û Awusturyayê biryara qedexeya derketina derve didomin. Li başûr û bakurê Koreyê gelek tedbîr hatin girtin ‘Herêmên taybet ên afetê’ hatin ragihandin. Ji ber xemsarî û tedbîrnegirtina hikûmeta Japonyayê welatî nerazîbûnên xwe nîşan dan. Li Rusyayê jî wekî welatên din tedbîrên giştî hatin girtin.

Rewşa awarte ragihandin

Îran jî wekî Çînê demek dirêj di rojevê de ma. Ji ber bêtedbîriyê bedeleke giran da. Ligel karaseta mezin dîsa jî ambargoya li hemberî Îranê berdewam kir. Li Lîbyayê seferberî û rewşa awarte, li Tunusê karantina, li Sirbistanê rewşa awarte û li Qibrisê jî biryara qedexeya derketina derve hat ragihandin. Iraq li dijî vîrusê di serî de deriyên xwe yên sînor girtin. Li Erebistana Siûdî tenê êvarê derketina derve hat qedexekirin. Li Sûriye, Îsral, Filistîn, Lubnan, Yemen, Fas, Ezerbeycan, Bosna Hersek û Hindistanê tedbîrên qismî hatin girtin.