25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîrnişîniya pirtûkan, bajarokê pirtûkfiroşan: Hay-on-Wye

Bajarokê Hay-on-Wye di navbera Galler û Îngilistanê de li ser sînor ava bûye. Di sedsala me de yek ji wan bajaran e ku xweyî turîzmeke cuda ye.  Tu kes ji bo pereyekî zêdetir û jiyaneke rihettir nayê serdana vî bajarokî nake. Lê dîsa jî bi deh hezaran serdêrên wî hene.

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de wekî gelek bajar û navendan Hay-on-Wye jî hatibû wêrankirin. Lê serpêhatiya bajarokê pirtûkan bi Rîchard Booth dest pê kir. Booth piştî ku perwerdeya xwe ya li zanîngeha Oxfordê kuta kir berê xwe da bajorokê ku lê jidayîk bûye. Hinek sermaye ji apê wî jê re mabû. Di salên 60’î de Booth çûbû Amerîkayê û li wir ji pirtûkfiroşên ku êdî dihatin girtin pirtûk kirrîn. Wî bi hezaran pirtûkên ku dabûn hev anî Îngilistanê. Wî kumê xwe da ber xwe, rokir û pîva. Booth destra dest diavêje projeya xwe ya pirtûkfiroşiyê û li şûna avahiyeke îtfaîyeyê ya kevn dikana xwe vedike.

Ew pirtûkxaneyên mayîn yên ku derî li xwe dadidan bi Booth re pêwendî danîn û jê daxwaz kirin ku ew pirtûkên wan bikirre. Dû re çend kes jî didin dû xewn û xeyala Booth û li navenda bajêr pirtûkfioşxaneyan vedikin. Bi vê yekê hêdî hêdî nav û dengê bajêr belav dibe. Der barê vê avadaniya bajêr de Boothî heneke bi vî rengî dike: Ew bajarokê Hay-on-Wye wekî mîrnişîniyeke serbixwe îlan dike û xwe jî mîna mîrê wê dide naskirin. Ev heneka Booth a danasîna bajarok bû.

Di salên 1970’yî wan de êdî Hay mîna “Bajarê Pirtûkan” dihat nasîn. Îro roj derdora 500.000 hezar tûrîst serdana bajêr dikin.

Li bajêr qanûneke balkêş heye. Pirtûkfiroşên li vir wekî “Pirtûkfiroşên Rastiyê” tên binavkirin û li vir di eslê xwe de pirtûkfiroş tune ne; “pirtûkfiroşxaneyeke bêpirtûkfiroş e”. Tenê dikan hene û mirov li nav dîwaran, li kolan û kuçeyan digerin û pirtûkekên xwe diecibînin. Dema biryara kirrînê didin jî tên cihê  ku li ser dinivîse “Heqê wê li vir bide” an jî “Pereyên xwe biavêje vê qutîkê” û heqê pirtûkê çi be wê dide.

Keleha bajêr ya ku li ser sîngê wî hatiye lêkirin ji sedsala 12’an heta roja me maye. Refên darîn yên ku bi dîwarên kelehê ve hatine spartin mişt pirtûk in. Lê bê pirtûkfiroş e ev der jî.

Ji sala 1988’an vir ve nivîskarên mîna Davîd Sîmon, Stephen Fry, Salman Ruşdî û Sîmon Sîngh di festivala bajêr a bi navê “Mîhrîcana Edebiyat û Hunerê ya Hayê” de cih digirin. Êdî di van festîvalan de muzîk û pêşandana fîlman jî dertên pêş.

Festîvala îsal roja înê, 25’ê gulanê dest pê kir û dê heta 4’ê hezîranê roja duşemê berdewam bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê