25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîroslav Papa: Di navbera CPT û rayedarên tirk de diyaloga veşartî heye

Sendîkaya Solidairesê ku li Fransayê xebatan dike, bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 6’ê cotmehê de ji Sekretara Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Marîa Pejcînovîc-Bûrîç re name nivîsandibûn. Mîroslav Papa ku Midûrê Kabîneya Alîkariya Sekreteriya Giştî ya PE’yê ye li ser navê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê bersiv da nameyê û wiha got: “Wekî ku hûn jî dizanin der barê şertên girtîbûnê de di navbera CPT û rayedarên tirk de diyalogek bi pergal û veşartî heye. Rapora CPT’ê ya ku der barê serdana di sala 2021’an de kiribû û bersiva rayedaran, li gorî pêkanînên peymannameya Ewropayê ya der barê îşkence, ceza û muameleya li dijî mirovatiyê wê ji raya giştî re were aşkerekirin.”

Mîroslav bal kişand ser serlêdana Ocalan û girtiyên din ên li DMME’yê û wiha lê zêde kir: “Rêzdar Ocalan û pênc girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê di cotmeha 2011’an de der barê astengiyên hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Rêzdar Ocalan di îlona 2018’an de bi heman sedeman dîsa serlêdanek kiribû. Ev daxwaz di îlona 2019’an de ji hikumeta tirk re hatiye ragihandin û dadgeh li gorî proseduran li ser wê disekine. Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê bi tu awayî nikare mudaxeleyî dadgeha serbixwe bike.”

Mîroslav, diyar kir ku heke rewşên li dijberî Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) were tespîtkirin, dê li gorî xala 46’an a peymannameyê, rewş di bin kontrola Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de be.