Tuesday, September 28, 2021

Mirov bê azadî, azadî bê zanebûn nabe!

Mehmet Şahîn

Îro em di pêvajoyeke pir zor û gîrîng re derbas dibin. Gelek tişt ser û binê hev bibin jî wêje û huner tu caran ranaweste û her dem rola xwe dilîze û dijî xerabiyê serî hildide. Albert Camus dibêje: “Wêje bi tena serê xwe serhîldan e!” Gelo roman, çirok û helbest nebûna, halê cîhanê wê çawa bûya? Qirêjî û tarîtiya dinyayê ancax bi wêje, huner û zanistiya estetîkê wê paqij bibe. Wêje zilma zordestiyê bi peyv û hêvokên xwe ve bela wela dike. Lê gotinek heye ku dibêjin: “Nivîskar hene, tarîtiyê ronî dikin, nîvîskar hene roniyê tarî dikin”. Em karin lê zêde bikin, nîvîskar hene li defê dixin, nîvîskar hene bêdeng di hêlîna xwebûnê de bi eşq û bengîtiyê dinivîsîn. Ali Husein Kerim jî yek ji wan nivîskarên bêdeng e. Lê heta niha bi riya gelek pirtûkên xwe kedeke mezin daye ziman û wêjeya kurdî. Ji bo lîsansa xwe çiqas pirtûkên kurdî hene min kire heqîba xwe, romana Ali Husein Kerim bala min kişand: ‘Dar ûl Însan-Rewiyên Sirad El Musteqîm’ bi navê xwe jî balkêş bû lê navê pirtûkê û naveroka pirtûkê pir cuda ye. Pirtûk, 2014’an de ji aliyê weşanxaneya Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanista li Almanyayê hatiye çapkirin. Di romanê de em rastî cîhaneke balkêş tên. Bi vê romanê êdî em bi çavekî din li cîhanê dinêrin. Roman ji hevdeh beşan pêk tê.
Her tişt bi vegera Pîro dest pê dike. Pîro, Silêman, Elî û Dr. Ehmed hevalên zahf nêzî hev in. Ji piçûkayiyê heya ciwaniya xwe bi hev re ne. Lê belê rojek tê Pîro tê girtin. Piştî ku Pîro tê girtin her tişt diguhere. Xeyaleke mezin a her çar hevalan heye. Ew dixwazin di pêşerojê de li welatekî azad, xwedî maf, wekhev bijîn. Piştî ku Pîro tê girtin her sê hevalên din hêviya xwe ji bo hevalê xwe û xeyala xwe mezintir dikin. Girtina Pîro, ji aliyê serdestan ve nabe asteng her weha her sê hevalên din dixwazin xeyala xwe pêk bînin. Her weha di destpêka romanê de Pîro serleheng e. Çimkî vegera Pîro dibe sedem ku her sê hevalên din bigihîjin hev û xeyalên xwe pêk bînin. Her çar heval Pîro, Elî, Silêman, Dr. Ehmed dixwazin welatekî wisa biafirîn ku mirov bi mirovbûna xwe bizanibin. Çima em bi çavên oldarekî bûyeran dibînin? Çimkî nivîskar civaka xwe baş nas dike û civaka ku kurd û neteweyên din bi hev re dijîn baş aniye ziman. Destpêka romanê pir balkêş e. Roman bi helbestekê dest pê dike. Helbesteke ku armanca her çar hevalan rave dike û ji bo vê armanca xwe pêk bînin digihîjin hev. Piştî ku Dr. Ehmed vê helbestê dibihîse zahf di bin bandora vî dengî de dimîne. Di romanê de helbest wek amûreke girîng hatiye bikaranîn. Her çar lehengên romana “Dar ûl Însan-Rêwiyên Sirad El Musteqîm” jî dixwazin bindestiyê veçirînin û bi helbestan armanca xwe dewlewend bikin. Her çiqas rê dirêj û dijwar jî be her çar leheng ji zehmetiyên dijwar re derbas bibin jî roj tê xeyalên xwe pêk tînin. Her weha helbesteke her çar hevalan, dibe sirûda TEVBÛGERÊ.

Dixwazin welatekî her netew, dîn û ziman azad bijîn

Di romanê de herî zêde mafê neteweyan û mirovan li ber çav in. Her çar heval dema ku dixwazin welatekî biafirînin armanca wan ne bi tenê ji bo kurdan e. Her çar heval dixwazin welatekî wisa biafirînin ku her netew, dîn, mezhep, ziman hwd. bikaribe bi azad bijî. Welatekî çawa û bi çi awayî wê biafirînin? Her çend di dîrokê de utopya rexneyên cihêreng di hundirê xwe de bihewînin jî derfeta pêkanînê pir qels e. Dibe ku mîna xuya bike jî çîrokên pêşerojê yên mirovan, danasîna îdealan, rexnekirina serdemên ku tê de dijîn û tê de hatiye nivîsandin û epistemolojîya fîlozofan û lehengên çîrokê jî nîşan dide. Ji ber vê yekê ev celebek girîng a felsefeya siyasî ye. Yekem utopyaya ku tê zanîn xebata Platon a bi navê Dewlet e. Ji Platon heta îro naverok di warê utopyayên siyasî, utopyayên tirsnak, utopyayên dîrokî û hwd. nav û şêweyên cuda gelek utopya hatine vegotin. Avabûna dewletê, peywir û hêzên wê, têkiliyên gel û dewletê, taybetmendiyên ku divê di mirovên dewletê bi rê ve dibin de werin dîtin, hêmanên bingehîn yên erken wan û hwd. mijar û babetên sereke yên dewleta siyasî ne. Di romanê de qala du dewletan tê kirin. Xeribistan û Şerqistan. Çima nivîskar li ser çar lehengê ku bi her awayî ve cuda ji xêncî kurdbûna wan hewl dayê civakek an dewleteke ava bike? Di romanê de xelkê Şerqistanê dixwazin zimanê xwe biaxivin, dixwazin çanda xwe biparêzin, dixwazin bibin xwedî sazî hwd.. Ji ber ku Xeribistanê mafên neteweyên cuda, ku kurd jî di nav de, qedexe kiriye, pelçiqandiye, çewisandiye. Li Xeribistanê neteweyên ku zagonên wan pêk neyîne di nav rewşên nebaş de dijîn. Her çar heval ji bo Şerqistanê li ser modelên rêveberiya îdeal difikirin ka dê bexteweriya şêniyên civakê çawa misoger bikin? Ji bo zagon û artêş ku hêmanên bingehîn ên dewletê ne, pîvanên bingehîn çi ne? Ji bo Şerqistanê azadî, wekhevî, mafê zimanê zikmakî û hwd. e. Di van xwestinan de kîjan gel, netewe û serdest di damezrandina civakê de pêşî li neteweyên din jî digire. Di romanê de rêbaz û rêgezên wan aşkera dixuyê. Ev roman bersiva van pirsan di çarçoveya utopyayên siyasî, dînî, civakî de vedibêje. Lehengekî sereke yê romanê jî Silêmanê teolog e. Niviskar roman li gorî rewşa wan honandiye û anegorî wê civakê, peyama xwe vedibêjin. Nivîskar, utopyayên her çar hevalan bi nêrîn û di xebatên wan de nîşan dide. Raman her çiqas cuda be dîsa jî dikarin şêweyê dewleteke komunal biafirînin.

Ger ku rojekê kurd rizgar bibin…

Qesta me di vir de çi ye? Roman ji aliyê utopyayê ve dişibe pirtûka Platon a Dewletê, lê belê, ji aliyê hilweşandina desthilatdariyê ve jî dişibe romana George Orwel a bi navê Çewliga Heywanan. Mixabin di Çewliga Heywanan de, piştî hilweşîna desthilatdariyê jî sîstemek nayê avakirin. Lê belê di romanê Dar ûl Însan–Rêwiyê Sirad El Musteqîm de piştî bêhîkarhîştina deshilatdariyê, sîstema bi navê TEVBÛGERÊ ava dibe. Dibe ku rojekê ji rojan di jiyana pratîkî de bibe rewşa kurdan a taybet. Ger rojek kurd rizgar bibin belkîm wek di romanê de hatiye destnîşankirin, dê nikaribin sîstemekî ava bikin. Yan jî kurd rojekê bibin xwedî dewlet belkî karesateke bêhempa pêk were. Lê belê di romanê de em bi çar nêrînên cuda dihesin, bi çar kesên xwedî hişmendî dibînin ku hizra wan her çiqas utopîk jî be xwendevan hêvî ji wî welatî dike. Belkî rojekê welat azad bibe û kurd bikarin bi cudatiyên xwe bijîn; pirtûk herî zêde vê nîşanî xwendevan dike. Nivîskar, wek serlehengê romanê kesê hilbijartiye him teolog e him jî zana ye. Em bi çavê Silêman her tiştî dibînin. Silêman, lehengekî vekirî ye. Çima me got vekirî ye? Silêman ji rexneyan re vekiriye. Dema ku xeyala xwe pêk tîne dixwaze tu car ji rexne û ji fikrên cuda netirse. Her weha tu kesî jî nadarizîne. Silêman lehengekî pir cuda ye. Nivîskar, bi kesayetiya Silêman, rewşa lehengekî him dîndar, him rêvebir, him jî rewşenbîr tîne berçavê xwendevan.

Dixwazin gelê xwe bi çeka desthilatdaran ji bindestiyê xelas bike 

Dînê îslamê bi sedan salan pê de bandoreke mezin li ser civaka kurdan kiriye. Silêman, pênaseya Xwedê bi hişmendiyeke mezin derdibirre. Deshilatdaran her tim dînê wek çeka bingehîn bi kar tînin. Silêman dixwaze wê çekê ji destê wan wergire û rastiyê nîşanî gel bide. Her weha, ew dixwaze gelê xwe bi çeka deshilatdaran ji bindestbûnê xelas bike. Silêman bi melayan re dikeve nîqaşan. Dema ku bi kesên xwe wek zana, dîndar an jî mele dibînin re dikeve nîqaşê her tim bi daneyan, yanî bi hedîs û Quranê wan rexne dike an jî xeletiyên wan tîne ziman. Sirad El Musteqîm çi ye? Ew rêya ku mirovan dibe rastiyê. Rêwiyên Sirad El Musteqîmê bi ‘aqil’ dikarin bigihîjin rastiyê an jî ronahiyê. Dema ku min roman xwend ‘Alegoriya Şikeftê’ a Platon îna bîra min. Platon difikire ku hin kes di şikeftekê de, li bin erdê dijîn. Van kesan pişta xwe dane şikeftê û li ber devê şikeftê rûniştine. Dest û lingên wan girêdayî ne û tenê dikarin dîwarê şikeftê bibînin. Her weha li pişt wan dîwarekî bilind heye. Dîsa li pişt vî dîwarî hin wêneyên mîna mirovan hene û gelek tiştên cuda li dîwar digirin. Ji ber ku agir li pişt van tiştan dişewite û siya tiştan li ser dîwarên şikeftê têne xuyakirin. Tiştên ku niştecihên şikeftê dibînin tenê ev ‘şanoya siyê’ ye. Ji ber ku ji roja dayikbûnê heya niha di wê şikeftê de ne û li wir rûniştibûn. Ew difikirîn ku tenê siya tiştên ku dibînin heye. Lê heke yek ji wan ji vê esarete xelas bibe, ew ê vê yekê bi dest bixe ku pêşî jixwe bipirse ka siyên li ser dîwar ji ku tên. Gava ku ew dizivire û tiştên ku li dîwêr hatine ragirtin dibîne pêşî şaşwaz dibe. Ji ber ku ronahiyê pir xurt dibîne. Her weha ji ber tiştên tûj yên ku ew dibîne, ji ber ku heya niha tenê siya tiştan ditiye. Ew di ser dîwêr re dikeve û li nêzî agir dest bi hilkişîne dike. Ji ber xwezaya derveyî şikeftê çavên wî bêhtir tîr dibin. Lê belê piştî ku hinekî çavên xwe gerand. Ew ecêbmayî dimîne, dibîne ku her tişt çiqas xweşik û xweş e. Ew di jiyana xwe de cara ewil reng û xêzên tûj dibîne. Ew her weha heywan û kulîlkên rastîn jî dibîne. Ew fêm dike ku tiştên di şikeftê de ji nuxseyên xerab in. Lê belê yên ku niha dibîne tiştên xweşik in. Lê niha ew ji xwe dipirse ka ev kulîlk û ajal ji ku derê hatine. Wê hingê ew ê li ezman û li rojê mêze bike û fêhm bike roj e ya ku giyan û giyanewerên di xwezayê de zindî dike her wekî ku ew agir pê ketiye ku dihêle ew siya di şikeftê bibîne. Niha ew pir kêfxweş e ji şikeftê bireve here xwezayê hembêz bike û ji azadiya xwe ya nûhatî peyda bike û kêf bike. Lê ew dîsa jî vedigere ser fikra xwe ku di şikeftê çi diqewime. Piştî vegera xwe ew hewl dide ku merivên şikeftê yên din qanih bike ku siyên ew li dîwaran dibînin tenê metelokên tiştên rast in. Lê belê kes jê bawer nake. Ew dîwêr nîşan didin û dibêjin ya ku ew dibînin tiştên heyî ne. di dawiyê de wan ew baş xistin. Teoriya şikeftê û rêwiyên sirad el musteqîm di raman û bikaranîna aqil ve dişibin hev. Lewra di romana Dar ûl Însan-Sirad El Musteqîm de raman, fikir û rexneyên rast tiştên sereke ne. Nivîskar, bi Silêman ku ew teolog e, riya rast fikr û rexneyên rast yanî bi riya felsefeye vedibêje. Xeribistanê sedan salan zimanê Şerqistanê û neteweyên cuda qedexe dike. Xeribistan cudahiyan qebûl nake. Tenê dixwaze herkes bi zimanê Xeribistanê xeber bidin, bibin wek wan. Çimkî ew serdest in û yên cuda qebûl nakin. Her çar heval dixwazin li welatê ku afirandine her netew azad bijî, azad bifikire. Her çiqas ji bo vê armanca xwe rastî dijwariyan werin jî -ku Pîro tê girtin- gund tên wêrankirin, kavilkirin her çar heval qet behs nakin. Dijwarî nabe astengî her weha dijwariyên ku ditîne dihêle ku bigihîjin armanc û xeyalên xwe.

Serdest û bindest

Ali Husein Kerîm wekî nivîskarekî sosyalîst û realîst bi romana xwe xwediyê cihekî girîng e. Bi vê romana xwe berdevkê civakên taloqkirî, tepisandî ye û hiştiye ku xwendevan qîrînên wan neteweyên tepisandî bêne bihîstin. Di Xeribistanê de serdest û bindest hene. ‘Înce Mehmed’ a Yaşar kemal jî bi vî rengî hatiye nivîsîn. Dîsa qala serdest û bindestan tê kirin. Bi vî rengî romana Ali Husein Kerîm Dar ûl Însan bi berawirdkirina şikefta Platon re dibe wekheviyeke ku bi wêrektiya zilam û ew kesên ji şikeftê derketine bûne xwedî maf û azadiyê. Romana Ali Husein Kerîm, mirov dikare bêje tehma ceribandinê jê tê, nivîskar bi zanebûn ev atmosfer û leheng ava kirine. Jiyana civakî ya serdema xwe nivîskar, destnîşan dike û bi tevgera çar hevalan ji bo armanca xwe vegotina xewn û xeyalekî pêk tînin. Her çar heval doza xwe bi rê ve dibin, xwendevan beşdarî qada xwe, xala sereke ya doza xwe dikin. Lewra nivîskar, xebatên wêjeyî temsîl dike û bi kar tîne. Di romanê de, pergalên dîn û baweriyê wekî doktrîn û prensîba exlaqî, civakî û siyasî di jiyana civakên Şerqistanê de roleka girîng dilîze. Lê belê di heman demê de nivîskar, bingeha çalakiyên fikrî, lêgerîna felsefî, hiş, vîn û tevgera hestiyariyê nîşanî xwendevanên xwe dike. Lewma di romanê de dîn pergalên civakî û hem jî yên kesayî dinimîne. Di romanê de hizra dînî xwedî pêywira hevkarî û yekbûna îdeolojî û beşên civakê ye. Nivîskar, anegorî hewcedariya civakê îdeolojî vekolandiye.

Niviskar, mijara romanê, li dora lehengên xwe rêxistiye û ji bo armancên xwe teşe girtiye. Lehengan bi bîrdozî erka şoreşgeriyê hildane ser xwe. Lê ev îdeolojî materyalên derûnî yên peşkeftinên şoreşgerî peyda dike û di heman demê lehengên romanê piştî qonaxekê diyar dikin. Lehengên romanê, rolên bertekdar jî dilîzin ji ber ku ew teşwîqkirina dabeşkirina civakî jî dikin. Di vir de bêhemdî Nietzsche tê bîra mirov, ku dibêje ‘Xwedê mir’ Bi kuştina xwedê armanca Nietzsche çi bû? Bêguman hêjayiya jiyanê, mirovatiyê û xwebûnê ku mirov bibe berpirsiyarê xwe. Rastî û heqîqet her dem wek rojê ye, a herî girîng ew e ku cudahiya mirov çêbibe û mirov ber bi heqîqetê ve hilbikişe. Di her rêzikeke vê romanê de bayê zanebûnê dilive û rewiyên azadiyê bang dikin, azadî bê zanebûn nabe. Nivîskar, şûna ku bibêje ‘Dar ûl Îslam’ gotiye “Dar ûl Însan”. Yanî azadîya însan ji dîn,