25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirov çawa dikare Covîd 19 û şewbê ji hev nas bike

Mirov çawa dikare bizanibe ku nexweşiya Covîd 19 ye yan jî bapêşk û şewbeke normal a zivistanê ye.  Piştî mutasyona Delta niha jî mutasyona Omicronê li gelek deverên cîhanê belav dibe. Cudahiya vê mutasyonê ew e ku gelekî bilez belav dibe. Niha li Îngilistanê mutasyona Omicronê gelekî bi lez belav dibe lewre jî saziyên tenduristiyê yên wî welatî dest bi lêkolînan kirine.

Li gorî wan saziyan di vê mutasyonê de jî ev tişt derdikevin pêş.

  • Kuxika bi berdewamî
  • Germahiya laş
  • Guhertina di bêhnkirin û çêjê de. Yanî mirov bêhnê nake û tama tiştekî nake.

Lê li gorî hin zaniyaran ji bo hin kesan dema ku bi nexweşiya Covîdê dikevin, wekî (bapêşk) û şewbeke normal a zivistanê derbas dibe. Li ba hin nexweşan tu cudahî di navbera herduyan de tune ye.

Her wiha ji bo mutasyona nû ya Omicronê jî ev her pênc rewş derdikevin holê:

  • Herikîna poz
  • Serêş
  • Westandina laş
  • Pişkandin
  • Êşa qirkê (êşa gewriyê)

Lê di her rewşê de dema ku gumana te hebe ya herî baş tu biçî testa xwe çêbikî da ku tu zanibî ew şewbe yan jî Covîd e.