Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Mirovahî û Korona

Abdurrahman Sever

Di destpêka civakbûyinê de têkiliya “civak-mirov, mirov- xweza” li ser sazgêreke sîmbiyotik pêk dihat. Ango, beramberê hev de, hev du xwedî dikirin û pêdiviyên xwe pêşwazî dikirin. Dema mirov pêdiviyên xwe ji xwezayê didît, tu carî zirarê nedida axê, avê, hevayê û dar û beran. Qasê hewcehiya xwe digirt û ji xwezayê re spasiyên xwe jî pêşkeş dikir. Ji ber ku xweza, ji her aliyê ve mirovan xwedî dikir û kêmasiyên wan ji holê ra dikir. Mirov av dida axê, ax jî nan dida mirov. Ji ber vê yekî xweza (av, ax, heva û agir), ji bo mirov û civakê nirxekî herî mezin û pîroz bû. Her demsal, wek xwedawendekê bû. Her bûyêrên tebiatê ji bo berdewamiya jiyana mirovan, wek dermanekî bû. Av, zêdehî/bereket bû, baran rehmet bû. Agir ronahî û paqijî bû, berf ji bo zayina jiyaneke nû wek tov bû.

Mirov jî perçeyek ji xwezayê bû. Perçeyeke bi aqil, bi hest û bi raman. Bi aqilê xwe, li hemberî şert û mercan xwe parast, têr kir û zêde bû. Bi hestên xwe ve (taybetî jin) ji zimanê xweza fehm kir û têkilî danî. Bi ramanên xwe ve jî, xwezayê wek xweda/ xwedawendeke dît, li hemberî tebiatê rêz girt û jiyana xwe jî li gor vê yekî dîzayn dikir. Hemû hilberîna xwe qasê pêdiviyê xwe çêdikir. Dema berhema zêdehî jî çê biba, civak, ji forma xwe ya komunalê dernediket û bi edaletî ve berhemên zêde dihat parvekirin. Ji ber vê ye ku, tu carî nexweşiyên bêderman an jî pirsgirêkekî bêçare nediket nav civakê. Mirov ji xwezayê, xweza jî ji civakê hez dikir.

Xweza, tu carî ji mirovahiyê re ixanet nekir û mirovan neêşand. Jixwe, nexweşiya evil, ne jî xwezayê; ji mirovan ket nav civak û mirovahiyê. Nexweşiya evil çi bû? Milkperestî û ixtidarî… Li ser berhemên zêde talanekî û xespekî dest pê kir û roj bi roj mezin bû. Ji bo milkperestî û desthilatdariyê, serî de xweza, pişt re jin û civak hat talankirin, perçekirin û daliqandin. Hemû nirxên xweza û civak hat binpêkirin. Aqil, hest û ramanên mirovahiyê hat derpkirin. Piştê nexweşiyên evil, xêrnexwazî, talan û trajedî xilas nebû. Êdî şerê di navbêra xwedawendên xwezayî û Qral-xwedê; şerê başî û xirabiyê; şerê ronahî û tarîtiyê li ser rûyê erdê bi awayekî dijwar dest bi kiribû.  Şerê cîhanê ya yekemîn di esasê xwe de bi vê şeklî ye. Di aliyekî de desthilatdarî, dagirkerî û mêtingerî; di aliyên din de jî mirovahî. Êdî jiyana cîhanê li ser vê du xetê meşiya û her çiqas dem derbas bû şer giran dibû. Dagirkerî, ji armanca xwe ya talankirinê û hegemonyayê derbas nebû û dev jê berneda, têrê nekir, di her serdemê de kolonistiya xwe mezin kir. Lê mirovahî jî tu carî ji berxwedêriya xwe gavekî şûnda neavêt û ji armanca xwe ya azadî û xwe birêvebirine dûr neket. Dem dem mirovahî berbê têkçûyînê çû, wê çaxê jî xweza, mirovahiyê tenê nehîşt û bi bûyêrên balkêş ve, desthilatdaran asteng kir. Tê gotin ku, Nemrûd bi mêşekî dimire, Fîravûn di bin behrê de dixendiqe…

Di her serdemê de bûyerên mezin a xwezayê diqewime û ew bûyera jî dibe sedem û çawkaniyên awakirin û sazûmana civak a nû. Eger, ev pêvajo baş neyê şopandin, civak li gor pîvanên sincî neyê dahûrandin; wê çaxê civaka ku nû ava bûye, dikeve bin bandora rêxistinên totaliter û xwe bi awayekî nû dike qurbana kapîtalîzmê. Lê, ger ku ew civak, li gor rihê mirovahiyê xwe rêxistin bike wê demê sazûmana civaka nû, ji bo sosyalizasyona mirovahiyê, dê bibe sedemekî mezin.

Wek tê zanîn, rojên dawiyê de jî vîruseke pir zû û zêde belav dibe, bi tundî ketiya rojeva me. Di nav demekî kurt de li gelek deveran belav bû. Taybetî jî li dewletên desthilatdarên rûyê erdê de pir zêde bandorekî çêkir. Balkêş e ku ew dewletan jî bi sed salan e derveyê welatên xwe de an şerê pir mezin û aloziyan derxistine û derdixin an jî bûne şirîkê dijmirohaviyê. Bi bandora nexweşiya yekem (ixtidat/milkperestî) ve talaneke pir mezin çêkirin, him li ser civakê him jî li ser xweza/tebîatê. Lê tiştekî ji bîr kirin; xweza bê mirov dikare jiyan bike, lê mirov nikare bê xweza bijî. Ji ber vê yekî, talankirina xwezayê, bi xwe re mirina însanan jî tîne. Çiqasî şer û talan mezin û giran be, bûyêrên wekî koronayê jî berfireh dibe. Webaya reş, kolera, tîfo û hwd. li gor dem û şerê dirokên, minakên girîng in.

Niha jî vîrusa koronayê temamê welatên Evropayê belav bûye û heta pergalan daye sekinandinê. Şerê Rojhilata Navîn daynin aliyekî, ev vîrusa nahêlê mirovên ku xwe wek Xwedê nîşan û rave didin serê xwe ji menzela qesra xwe derbixînin. Tevahiya wan bêçare ne. Hemû tişt destê civakê de ye. Dibe ku li gor feylesofan, bi vê bûyerê ve nîzam û sazûmana civaka nû jî çêbibe, lê, veyrusa ku wek tola zarok, jin û xwezayê digre, peyama xwe jî vekirî dide; “ ger pîvana mirovahiyê were esas girtin, mirov ji xwe û ji xweza re rêzdar bibe; hev du bifikire, ji bo hev du jiyanê ava bike û fedekar bibe, dê mirov/ahî xwe rizgar bike. Nexwe, xwedeyên pergal û qesran bêçare ne. Çareserî, xwe bi xwe birêvebirin e û civak bi “xwe” yê.”