25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirovê herî temendirêj Ehmed Sofî mir

Mirovê herî temendirêj ê cîhanê kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

Ajansa Fermî ya Îranê (ÎRNA) kopiya mînakek qeyda nifûsê ya Sofî û nasnameya wî weşand. Li gorî her du belgeyan, Sofî di sedsala 19’an de ji dayik bûye. Bi gotineke din Sofî di 28’ê sibata 1882’yan de ji dayik bûye. Kurdên ji Rojhilat bi temendirêjiya xwe tên nasîn ku gelek ji wan digihêjin 100 saliyê.

Kane Tanaka ya Japon ku weke mirova herî temendirêj a cîhanê dihat nasîn, di 117 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Rekora temendirêj a cîhanê jî ji Jeanne Calment a Fransayê re hatibû dayîn ku di 122 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû.

Ehmed Sofî yê ji rojhilatê Kurdistanê, ji mirovên herî temendirêj ên cîhanê gelekî mezintir bû.

Li gorî agahiyên ku di Press TV de hatin dayîn, Sofî ne nexweş bû. Sofiyê ku zarokên wî bi xwe tune bûn, çar zarok jî kiribûn zarok ji xwe re. SEQIZ