19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirovên bi torosa spî revandin 26 sal in winda ne

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê her hefte ji bo winda bên ditîn û kujer bên darizandin daxuaniyê didin. ÎHD’ê û Xizmên Windayan di hefteya 649’an de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Vê hefteyê aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku endamên JÎTEM’ê di 7’ê hezîrana 1995’an de bi torosa spî binçav kirin û winda kirin pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê Jiyan Ormanli, çîroka Aksoy û Orhan Cîngoz vegot. Ormanli, diyar kir ku Edîp Aksoy li gundê Zengê yê navçeya Licê ya Amedê jiyaye û leşkeran ew 3 caran binçav kirine ev agahî parve kir: “Di sala 1993’an de di encama zexta leşkeran de koçî navenda Amedê dibe. Edîp Aksoy bi firotina titûnê debara mala xwe dikir. Di 7’ê hezîrana 1995’an de ji mala xwe derket û çû dikana xwe ya li kolana Melîkahmetê. Di saetên nîvro gundiyê xwe Orhan Cîngoz (23) dît û bi hev re çûn Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar ê li Deriyê Çiyê. Li vir dema ku bi hevalên xwe re sohbet dikinrin toroseke spî hat li ber wan sekinî û 3 kesên bi kincên sivîl piştî ku nasnameya wan kontrol kirin Edîp û Orhan bi xwe re birin. Rexmî ku ev li ber çavê herkesî pêk hat jî binçavkirina wan hat redkirin. Hemû hewldanên ÎHD’ê û malbatan bê encam mane û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin.”