25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misir: Divê çete ji Lîbyayê bêne derxistin

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku hemû komên çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin.  Şukrî di civîna Meclisa ewlekarî û Aştiya Afrîkayê de bang li welatên ku piştgiriya komên çete dikin kir û wiha got: “ Divê demildest ew çete û hêzên biyanî ji Lîbayayê werin derxistin û divê saziyên navnetewî yên pêwendîdar  welatên ku piştgiriya wan çeteyan dikin ceza bike.”

Şukrî got divê hemû hêzên biyanî û leşkerî bi navê perwerdeyê jî wir derkevin derveyî Lîbyayê û rewşa wî welatî aram bibe û hilbijartin di dema xwe de werin lidarxistin.  Her wiha divê hêzên navnetewî ji hikûmeta Lîbayayê re bibin alîkar da ku bikaribe ewlekarî û aramiyê bîne welatê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku niha bala hemû cîhanê li ser wê yekê ye ku hilbijartinên Lîbiyayê di dema xwe de werin lidarxistin û her kes banga derxistina komên çete ji wî welatî dike.

Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê niha li Lîbyayê amadekariya derxistia derdora 2000 çeteyên ku ji Sûriyeyê ne tê kirin. Li gorî heman çavkaniyê bi daxwaz û fermana artêşa tirk ew 2 hezar çete dê ji Lîbyayê vegerînin Sûriyeyê.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara çeteyên ji Sûriyeyê şandibûn Lîbyayê derdora 7 hezara ye û tev di bin fermandariya artêşa tirk de dixebitin.