20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misir: Divê welatên erebî eniyek yekgirtî ava bikin

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî, di civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên Erebî de daxwaza yekhelwestî û yekgirtina welatên erebî ya li hemberî destwerdanên dewleta tirk kir.

Beriya çend rojan li paytexta Misrê Qahireyê dibin serokatiya Misrê de civîna wezîrên karên derve yên welatên erebî ya li ser destwerdanên dewleta tirk ên di welatên erebî de hate lidarxistin.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî li dijî destwerdanên dewleta tirk banga avakirina eniyek yekgirtî ya ereban a di bin serokatiya Misrê de kir.

Samih Şukrî siyaseta dewleta tirk wek gefa herî mezin a li ser ewlehî û aramiya welatên erebî bi nav kir. Şukrî da zanîn ku dewleta tirk bi hezaran çete derbasî Sûriyeyê kirine û ji wir jî dişîne Libyayê û bi vî rengî metirsiyeke mezin li ser serwerî û ewlehiya herêmê çêdike. QAHÎRE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê