spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misirê navber da diyaloga bi Enqereyê re

Li gorî çavkaniyên çapemeniya Misirê rayedarên misirî diyalog û hevdîtinên bi rayedarên hikûmeta tirk re ji bo demekê rawestandine. Li gorî wan çavkaniyan, ji ber ku Enqere di hin mijaran de gavên hêdî û lawaz diavêje, rayedarên Qahîreyê hevdîtinên ji bo sererastkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de, ji bo demekê dan rawestandin. Her wiha ji rayedarên hikûmeta tirk xwestine ku hin gavên pratîk û berbiçav biavêjin. Yek ji daxwazên lezgîn ên ku Misir ji Tirkiyeyê dixwaze; vekişîna leşker û çekdarên Tirkiyeyê yên li Lîbyayê ne.

Rayedarên Misirê dixwazin di mijara piştgiriya Ixwanan de jî gavên berbiçavtir werin avêtin û daxwaza radestkirina hin rayedarên rêxistina Ixwanan kiriye.

Li gorî wan hikûmeta tirk hin gav avêtine lê ev têrê nakin û di mijara xwevekişandina ji Lîbayayê de jî tenê hejmareke biçûk ji çekdarên girêdayî xwe, ji wir vegerandine. Lê hê jî zêdeyî 6 hezar çekdarên girêdayî hikûmeta tirk li Lîbayayê hene.

Di mijara medyaya Ixwanan de yên weşana xwe ji Stenbolê dikin jî hikûmeta tirk wan hişyar kiribû ku dest ji antî propagandaya li dijî hikûmeta Misirê berdin, lê Misirê ji Tirkiye xwestibû ku gavên berbiçav bavêje.