20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misir:Tu şandeyeke me neçûye Tirkiyeyê

Di van rojên dawî de li ser hin medyayan nûçeya ku şandeyeke hikûmeta Misrê çûye serdana Tirkiyeyê hate belavkirin. Piştî van gotegotan wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî da xuyakirin ku tu şandeyeke wan ne çûye Tirkiyeyê û di dema niha de diyaloga di navbera herdu welatan de hatiye rawestandin. Şukrî di berdewama daxuyaniya xwe ya ji televizyona MBC re got ku heta niha tu demek ji bo ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera Misir û Tirkiyeyê de nehatiye destnîşankirin.

Şukrî destnîşan kir ku di gelek dosyayan de nakokî di navbera nêrîna herdu welatan de heye û bi taybetî jî dosyaya Lîbyayê.

Hebûna leşkerên tirk ne rewa ye

Wezîrê Karên Dervê yê Misrê der barê hebûna leşkerên tirk li Lîbayayê wiha got: “ Hebûna leşkerên tirk li Lîbyayê ne rewa ye, ew hebûn li ser bingeha peymaneke bi hikûmeta Wîfaq re çêbûbû, ew jî ne tiştekî rewa ye ji ber ku ne ji erkê wê hikûmeta demikî bû ku peymanên wiha pêk bîne”.

Niha lihevkirineke cîhanî di vî warî de heye ku divê hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê derkevin û di civîna Berlîn 2 de helwesta hemû welatên beşdar li ser vê yekê hevbeş bû.

Li gorî hikûmeta Misrê jî divê leşkerên tirk bêyî ku bazara li ser hin tiştên din bikin, bê şert û merc ji Lîbayayê derkevin.

Dîsa li gorî agahiyên rayedarên misrê tevî gelek daxwazên ji aliyê hikûmeta tirk ve ku hevdîtinên wan berdewam bikin hîna hikûmeta Misrê demeke ji bo berdewamkirina hevdîtinan destnîşan nekiriye.