18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke tu maskeyê bi kar neynî, tu fehm nakî

Hunermend Banksy wêneyên xwe yên der barê vîrusa koronayê de yên li metroya Londonê çêkiribûn, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin. Piştî ew wêne li ser hesabê wî yê înstagramê hatin parvekirin, çend saet şûnde ew xêzên wî hatin hilanîn.  Banksy ew wêne, der barê bikaranîna maskeyan de xêz kiribûn.

Li gorî daxuyaniya ajansa reklaman, ew graffîtî beriya çend rojan hatine rakirin, ji ber ku ew ne li gorî şert û mercên polîtîkaya graffîtîyê bûne. 

Her wiha ajansê di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye ku her çend ew wêne hatibin jêbirin jî, we dîsa jî dixwazin ku Banksy vê peyama xwe ya der barê bikaranîna maskeyan de, li cihekî din û bi rengekî guncantir bigihîne gelê me.

Roja sêşemê hunermend vîdeoyek der barê wan wêneyên xwe de parve kiribû û li bin wiha nivîsîbû:

“If you don’t mask – you don’t get.” (Heke tu maskeyê bi kar neynî, tu fehm nakî)

Ev ne cara yekem e ku hunermendê îngilîz Banksy, wêneyan xêz dike. Berê jî li rawestgeh û di trênan de der barê koronayê de wêne xêz kiribûn. Hunermend di meha nîsana vê salê de wêneyekî bi navê “Game Changer” (Lîstik Guherî), zarokek xêz kiribû ku di destê wî de pêlîstoka hemşîreyeke rû bi maske heye.