spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misrê bersiv da Tirkiyeyê

Piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk yên der barê daxwaza wan a avakirina têkiliyên nû bi dewleta Misrê re, hin daxuyanî ji aliyê Misrê ve jî hatin dayîn. Di çarçoveya daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk de, wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şukrî têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da. Samih di daxuyaniyê de bal kişand ser vê mijarê û da xuyakirin ku tevî helwesta neyînî ya siyasetmedarên tirk, tu alozî di navbera gelê misrî û yê tirk de tune ye.

Şukrî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke me dît ku siyaseta hikûmeta tirk guherî, guhertin di siyaseta xwe ya herêmî de kir û dest ji destwerdana karên me yê hundir berde, wê gavê zemînek tê avakirin ku têkliyên asayî di navbera her du welatan de werin danîn.”