spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîtanî

Seyîdxan Anter

Salên berî 2015’an li Nisêbînê qursên muzîk, tiyatro û yên çalakiyên mîna kitêbxaneyan, ji her kesê biçûya navenda Mîtanî û Kurdî-Derê re xuya bûn. Kurdî-Der têra xwe çalak bû. Mamosteyên dibistanan li parkên bajêr, pirtûk û çîrok dixwendin. Di navbêyna wan û kesên tizbî bazar dikirin de “pêşbirkek” hebû. Hejmarek xilbe li qehweya bin lokala Kurdî-Derê kitêb hildibijartin û dû re jî di nav xwe de guftûgo dikirin. Heta Kurdî-Derê hewl da ku dibistanekê ji bo zarokên biçûk veke, lê maqamên dewletê nehiştin.
Dewleta tirk berê çalakiyên xwe dida jin û zarokan. Lîstikên zarokan ên bi tirkî daketibûn kolanên Yeşilkentê û ji jinan re qursên fêrbûna xwendin û nivîsandina bi tirkî vekiribûn, da ku bi alîkariya jinan deriyê malan ji xwe re vekin.
Vêca çaxa ji Kurdî-Derê re digotin: “Hûn baş dikin lê hûn şaş dikin!” Pêşengên Kurdî-Derê li ber nediketin. Lewra ji xeynî li ser bingeha kurtenasiyan, xebatek li hemberî dek û dolab û planên dewletê pê ve, ji tevgera azadîxwaz a kurdî re çi rêgehek din nîne.
Ez ê serpêhatiyeke xwe ji we re bibêjim. Beriya aniha bi du salan, rojek havînê, bi minîbusê ez ji Nisêbînê diçûm Qoserê. Zarokek li ser destê diya xwe digiriya. Her çiqas diya wî bi tirkîyeke xerabe (tirkiya Mêrdînê) dixwest lawik haş bike jî fêde nekir. Min berê xwe da dayika zarok û jê re got: “Lawê te ji zimanê te fêm nake.” Xatûnê berê xwe da min û li min nêrî û dixwest ji min re bêje: “Ez dizanim tu dibêjî çi!” Bi tizbiya xwe û strana … govend ranabe va min lawik haş kir. Aramê Tîgran bi kêrî min û lawik hat.
Di heman minîbusê de, cotek bi du zarokan ve bala min kişand. Bi hev du re bi kurdî û her du zarokên xwe re bi tirkî dipeyivîn. Zilamê simbêlboq, pozberan û bibejnûbal, mobîla xwe ji berîka xwe derxist û da lawê xwe. Wa xuya bû lawik ji lîstika kuştin û wêrankariyê hez dikir. Diyalog bi tirkî bûn û zilam bi jina xwe re dida û distand. Haya wî ji bayê felekê tune bû.
Cîhana kurdî, wek tê gotin ne ewqasî tarî ye. Bi ser hemû kambaxiyan de, bihara îsal zarokên Stilîlê û Nisêbînê bêhtir bi kurdî şor dikirin. Vêca mîna li torê dibêjin: “Şev yeka, dergeh hezar” xebata perwerdeya kurdî di malbat û nemazê mitbexên kurdan de, yek ji wan deriyan e.
Rê bidin min ez tecrûbeyeke swêdiyan bigihînim we. Li Swêdê, dema xaniyekî bikire yan jî kirê bike, mirov pêşî li mitbexê (aşxane) mêze dike. Lewra aşxane ne bi tenê jûra xwarinê ye, lê ya şevbêrkê ye, ya biryarên malbatî, civakî û polîtîk e jî. Li ser esasê vê kultura li mitbexê, xelkê tevgerê gelêrî yên wek sendîqayên karkeran, karmendan û azadiya olî, dezgehên perwerdehî û komeleyên azad ava kirine. Piraniya çîneyên swêdî endamê çend rêxistinan in. Loma jî dibêjin hejmara niştecihên Swêdê 50 milyon e. Van sendîqe, komele û dezgehên gelêrî berfireh kok dane û di gelek warên jiyana polîtîk, civakî û perwerdeyê de, pişta dewletê li erdê dane.
Îca, çaxa li Amedê Vedo strana ‘Bilbilo lo’ bibêje, Bager li tembûrê û Nimet jî li zirnê dide, dawet geş dibe û zavê jî xweş govendê digire!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê