25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîtîngên kampanyaya ziman sibehê dest pê dikin

Tora Ziman û Çanda Kurdî der barê bernameyên mîtîngên kampanyaya ziman de îro daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê kampanya hatibû destpêkirin. Komîsyona Ziman û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo berfirehkirina kampanyaya ziman biryara lidarxistina mîtîngan dabû. Li gorî bernameyê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê, di 4’ê hezîranê de li Wanê, di 7’ê hezîranê de li Amedê dê mîtîng bên lidarxistin. Di civînê de pankartên bi kurdî û kurmancî hatin vekirin.

Kampanyaya Ziman ya ku bi pêşengtiya Komîsyona Ziman di 22’ê sibatê de hatibû destpêkirin,  hem bi awayekî online hem bi awayekî nivîskî didome.

Hemû amadehî temam in, walîtî bersiv nadin

Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Şîlan Elmas Kan hat xwendin. Kan di axaftina xwe de bal kişand ser xebata nû ya Torê û wiha got: “Nêzî 20 rojî ye me ev xebatên xwe temam kirine. Di vê çarçoveyê de em dixwazin li 3 bajarên Kurdan şahiyan li dar bixin. Em ê 3’ê hezîranê li Cizîrê, 4’ê hezîranê li Wanê û herî dawî jî 7’ê hezîranê jî li Amedê şahîyekê li dar bixin. Em ê li qadê ji bo piştevaniya vê kampanyayê îmzeyan berhev bikin. Kesên ku li dûrî van bajaran bin dikarin bi awayek online jî vê kampanyayê li ser malpera change.org’ê îmze bikin. Ji bo mîtîngan li her sê bajaran serlêdan li walitiyan hatin kirin lê hêj bersiv nehatine dayîn.”

Her wiha hat ragihandin ku ji bo pankartên mîtîngê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dane lê tu bersiv negirtine.

Kan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kurdan di mijara ziman de yekitiya xwe ava kiriye û wiha berdewam kir: “Her çiqas asteng çêbin jî dê kurd bi mîlyonan îmzeyên xwe berhev bikin û paşê serî li hemû sazî û dezgehên Tirkîyê û cihanê bidin. Ziman mafekî rewa ye û xeta sor a kurdan e.”