24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîtîngên ziman tên astengkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî xwest li bajarên Amed û Wanê û li navçeya Cizîrê  mîtîngan ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, pêk bînin.

Mîtînga yekemîn do li Cizîre bû. Lê polîsan li Cizîrê mîtînga ziman asteng kir û nehiştin mîtîng pêk were. Piştî astengkirina polîsan girse li ber avahiya HDP’ê kom bû û daxûyanî ji aliye hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz ve hat dayîn. Aydenîz got ku dewleta tirk zimanê kurdî jî tecrîd dike.

Li Wanê astengî û êrîş

Îro dê mîtînga duyemîn li Wanê bihata kirin. HDP’ê li Wanê bi rojan amadekariya mîtîngê kir lê walîtiya Wanê bi hinceta pandemiyê mîtîngê qedexe kir. Gelê Wanê ji bo mîtînga zimanê kurdî li ber avahiya bajêr a HDP’ê ya Wanê kom bû û xwestin bimeşin Parka Aştiyê ya Mûsa Anter. Polîsan li ber avahiya HDP’ê êrîşî gel kir.

Girseya li ber avahiya HDP’ê kom bûbûn, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir û wekîlên HDP’ê bi stranên kurdî û çalakiya rûniştinê bersiv dane êrîşa polîsan. Her wiha kuçeyên avahiya HDP’ê jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin.

Li Amedê mîtînga ziman dê 7’ê hezîranê li Qada Îstasyonê were lidarxistin û amadekariyên mîtîngê didomin.