Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Mîtolojî û Helbest

Têkiliyeke xurt û dualî heye di navbera mîtolojî û helbestê de. Ji hêlekê ve mît –her çiqas wek cureyeke pexşanî, wek çîrok, bên pejirandin jî– xwedî xasyetên derbirîna helbestî ne û tê de gotinên pirwate û zimanekî sembolîk û sazbûneke kompleks wek a helbestê hene; ji hêla din ve jî helbestê timî ji deqên mîtîk, ji çîroksaziya wan û ji tema û fîgurên wan sûd wergirtiye û ji bo îfadeya xwe zengîn bike ew bi şêweyên cihê, bi temsîlên nû ve-şixulandine.

Çîrokên mîtîk bi taybetiyên xwe yên kompleks û bi temayên xwe yên cihêreng çavkaniyên xurt ên sembol û metaforan in. Ji ber wan xasyetên xwe yên kompleks  derfetê didin helbestvanan ku, her wekî Oğuz Cebeci destnîşan dike, helbestvan ji wan metaforên hevedudanî çêbikin. Bi gotina David Punter em bibêjin: Di mîtolojiyê de bê hejmar metaforên mirî hene, û helbestvan jî bi wateyên nû wan metaforan vedijînin.

Nader Masarwah diyar dike ku helbestvan wateyên nû ji mîtê didêrin da ku bi alîkariya wan nêrînên xwe yên hemdemî yên derbarê arîşeyên jiyanê bînin ziman. Masarwah bikaranîna helbestvan Adonîs a mîta Sîsîpûs wek mînak şîrove dike û wek encam dibêje ku Adonîs vê çîroka mîtîk ji bo tekoşîna azadiyê û berxwedana gelê Yemenê ji nû ve watedar dike. Di esasê xwe de temaya vê mîtê –ku Sîsîpûs kevirekê pişt dike ta serê çiyayeke bilind û ew kevir dîsa digindire xwarê, bêyî ku bigihîje lûtkeyê– êşkêşandina abadîn û hewldaneke domdar e ku axiriyê ew hewldan bi kêrî tiştekê nayê. Lê Adonîs vê mîtê bi awayekî erênî ji nû ve kardar dike û dike sembola têkbirina astengiyan û afirandina pêşerojeke nû.

Di helbesta Kurdî ya klasîk de hêmanên mîtolojîk wek mazmûn xuya dibin ku ew jî xasyeteke helbesta klasîk e. Di wan helbestan de hêmanên asîmanî û xwezayî, afirîdeyên dersirûştî, lehengên mîtolojîk yên rojhilata navîn û mîtolojiya îslamî li gor wateyên nêzikî halên xwe yên resen û bi alîkariya hin huner û şêweyên gotinê yên edebî xuya dibin.

Di helbesta modern de lehengên mîtîk, bûyerên mît-û-dîrokî ji bo hin sedemên polîtîk ên wek afirandina paşxaneyeke dîrokî, têkûzkirina hizra netewî û hewisandina endamên wê netewê hatine bikaranîn. Her wekî Zulkuf Ergun di berhema xwe ya bi navê Nerît û Helbestê de destnîşan dike, mît, li gel dîrokê, ji bo rewşenbîrên Kurd ên dawiya sedsala 19’an û seranserî sedsala 20’an navgîneke avakirina fikra netewî bû. Rûtuelên wek newrozê, lehengên wek Rustem, şaristaniyên qedîm û keysarên wan ên mîtolojîk tev ji bo diyarkirin û çespandina nasnameya netewî hatine derpêşkirin. Ev derpêşî jî herî zêde ji hêla helbestê û helbestvanan ve pêk hatiye.

Mînakên ku Ergun dide cih û fonksiyona mîtolojiyê ya girîng a di helbesta Kurdî de aşkera dikin: Mîta Tofanê ya ku dibe mijara helbestên Hacî Qadirê Koyî û Ebdurehîm Rehmî Hekkarî; mîta Aryeniyê ya ku helbestvanên wek Lahûtî Xan, Eskerî di berhemên xwe de cih didinê; dîroka medan û pirtûka pîroz a Zend-Avesta ya ku di helbestên Hejar û Cîgerxwîn de ji nû ve vedijin, tev erka destnîşankirinê ya destpêka nijada Kurdan tînin cih.

Mîtolojî Wek Avakera Poetîk Di Matmayînên Ronyayê De

Matmayînên Ronyayê, pirtûka mişt mîtolojî ya helbestvan Lal Laleş mînakek serkeftî ya helbesta mîtolojîk e. Ev berhem wek metneke yekgirtî di awabûna xwe ya poetîk de bi gelek şêweyan li xasyetên mîtê digunce. Metn bi rêya metaforên ku bi fîgûrên mîtolojîk sazbûyî kompozîsyonekê timam dike. Binyada poetîk li ser esasê îmajên mîtîk ava dibe û her fîgûrek girêdayî kakilê wateya xwe ya mîtîk û bi bibîrxistineke têkildarî temayeke nasyar di helbestan de cih digire.

Cihêrengiya tema û hebûnên mîtîk ên ku tê de derpêş dibin ji yezdanan bigire ta afirîdeyên dersirûştî û pê re jî ta lehengan û çîrokên wan temsîleke berfireh rayêdixin pêş çav. Ev cihêrengiya ku tê qalkirin îmkanê dide ji bo avabûna metaforên hevedudanî. Her wisa bi saya serê vê yekê reqabetek metaforîk çêdibe li seranserê berhemê. Bi gotina Oguz Cebeci, “tengejeya ku bi bihevrebûna metaforên dijber çêdibe û vejena ku di encama vê tengejeyê de derdikeve holê hêza esasî ya metafora helbestî derdixîne holê.

Di Matmayînên Ronyayê de mît hem bi temsîlên gerdûnî û hem jî bi yên lokal derdikevin pêş me. Temsîla bi fîgurên mîtê bi Zeûs dest pê dike, pê re Apollo, Hades, Afrodît, malbata ku li Panteonê cîwar bûyî bi rêzeke hîyerarşîk tê de cih digirin. Di pey re lehengên mîtê û bûyerên serdemên qedîm ên nemir tên. Li destpêka metnê Mêrdîn wek paşxaneya îmajên qedîm derdikeve pêş, li nîveka metnê Çewlig wek temsîla mîta sirûştê û şîroveya ava heyatê û florayê, û li dawiyê jî Amed wek dîmena berovajîbûyî ya demê, an ku wek paşeroja li nav îro çikiyayî xuya dibin.

Her wekî Eliade bi têgeha sembolîzma arkîtektonîk a Navendê formulîze dike, li her çiyayeke pîroz erd û asîman digîhin hev, û bi heman awayî her perestgeh an jî bajar jî wek niqteya hevgehînê ya dojeh, erd û asîman e. Di sêwirana mîtolojîk de bajar wek navendên gerdûnî, ku erdê digihînin asîman û wek pireya sererdê ya navinciyê jêrerd û jorerdê ne. Di pirtûkê de Mêrdîn, Çewlig û Amed wek sê bajarên navend xuya dibin. Di berhema Laleş de ji bilî fîgûrên mîtolojîk ên li jêr hatine qalkirin, her wisa yên wek Ares, Thesee û wargehê rojhilat Alamût jî bi nîşandekên mîtolojîk derbas dibin. Ew jî her wekî yên hatine şîrovekirin bi awayekî têkildarî çîrokên xwe yên resen in, bes helbestvan ew ji bo sêwiran û afirîneriya helbestî bi kar anîne û barên metaforîk ên nû li wan kirine.

Laleş sembolên mîtîk bi tenê ji bo temsîlên civakî naşixulîne, berovajî vê ew di berhema xwe de mîtê di asteke şexsî de, cih bi cih jî ji bo helwesta xwe ya polîtîk bes dîsa bi bergeheke şexsî bi kar tîne. Bi vê taybetiya xwe jî berhem ji şêweya bikaranîna mîtê ya helbesta Kurdî ya modernîst vediqete. Matmayînên Ronyayî bi her xwendinê –bes xwendinên bi hemdê xwe– namzetê şîroveyên cihê ye.