spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîtra li Romayê

Li navenda paytexta Romayê, mirov di encama gelek kolanên arkeolojîk de wan perestgehên mîtraîstan dibîne. Em behsa xwedayê mîtolojiya kevin a Arî, Mîtra dikin. Ew di mîtolojiya Arî de ew xweda ye ku bi qurbanîkirina gayî, jiyanê dide destpêkirin.

Lê piştî reformên Zerdeştan, ev xwedayê di heman demê de yê rohniyê ye jî êdî girîngiya xwe ji dest dide. Diyar e ku li Kurdistana îro ev girîngiya Mîtra, tevî reformên Zerdeştan jî maye. Ji ber wê jî eskerên Romayê yên li Kurdistanê, zûzûka perestgehên binerdê û veşartî yên Mîtra çêdikin, ev perestgeh tenê ji bo eskeran e; yanî ne ji bo jin, zarok yan jî endamên din ên malabatan in. Ew eskerên Romayî vê baweriyê dibin paytextê jî û heta sedsala 4’an beriya mîladê jî li wir bi lez belav dibe. Piştî hingê ev baweriya hanê ya di nava eskerên Romayê de belav li temamê Ewrûpayê jî belav bûyî, êdî tesîra xwe kêm dike û pêre pêre namîne. Lê şûna wê mirov dikare weke di vî wêneyî de li paytexta Îtalyayê Romayê jî bibîne. Ne dûrî Frankfurtê, li muzexaneya Wetterau jî di ketina muzexaneyê de rolyefeke mezin a Mîtrayî heye ku ji garnîzona kevin a Romayiyan a li heman deverê hatiye derxistin. FRANKFURT