19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîna xwedî nav û deng

Stranên Hozan Mizgîn ku bi dengê xwe tev li têkoşîna azadiyê bibû, tevî 28 sal di ser şehadeta wê re derbas bûye jî hê wekî roja ewil di nav gelê kurd û jinên kurd de olan dide.

Gurbet Aydin a bi navê Hozan Mizgîn di nav gelê kurd de tê nasîn, di sala 1962’yan de li gundê Bîleyderê ya Êlihê tê dinê. Mizgîn demeke kurt beriya pêkhatina darbeya 1980’yan bi komeke ciwan re li Êlihê tev li nav refên têkoşînê dibe. Lê piştî demekê sala 1983’yan ji bo xebatên çand û hunerê derbasî Ewropayê dibe û li wir pêşengî ji xebatên çandî re dike.

Hozan Mizgîn ku bi taybetî bi stranên ‘Çemê Hêzil’ û ‘Gundîno Hawar’ tê nasîn, di wan salan de bi stranên xwe yên ku tê de behsa têkoşîn, berxwedan, êş û jiyana gelê kurd dike, xwe digihîne hemû gelê kurd.

Hozan Mizgîn piştî xebatên hunerî yên li Ewropayê di demên herî dijwar de ji bo rêxistinkirina jinên kurd berê xwe dide bakurê Kurdistanê navçeya Tetwanê. Mizgîna di demên herî zehmet de berê xwe dide Tetwanê, bi sekn û têkoşîna xwe di serî de jin bandorê li hemû gelê Tetwanê dike. Bi Mizgînê re jin û gelê Tetwanê dest bi lêgerîna nasnameyê dikin. Rêxistinkirina Mizgînê li Tetwanê gelek baş bû, wisa ku ger pêwîst bikirina ji bo xwe bigihîne jinên navçeyê çarşefa reş li xwe dikir û wisa diçû ba  jinan.

Mizgîn jineke gelek bi dîsîplîn û jêhatî bû. Herkes ji sekn û têkoşîna wê bandor dibû. Mizgîn bi sekn û xebatên xwe ne tenê li Tetwanê li hemû Serhedê guhertinan pêk dianî. Hemû jinên Serhedê jê bandor dibûn û pê re li Tetwanê serdemeke nû dest pê kiribû.

Çeka herî mezin stranên wê bûn

Çeka herî mezin a Hozan Mizgîn deng û stranên wê bû. Û bi stranên xwe moral û hêz dida gel. Mizgîn bi sekna xwe di serî de Tetwanê nîşanî hemû gel û jinên Serhedê da ku jin dikarin bi her awayî têkoşîna azadiyê bidin. Jin dikarin deng û stranên xwe bikin çeka herî bi bandor û xwe bigihînin hemû beşên civakê.

Jixwe Mizgîn bi deng, stran û têkoşîna xwe bû parçeyek ji civaka Tetwanê. Êdî gel Mizgîn wek jineke Tetwanê dihesiband û êdî bibû Mizgîna Tetwanê. Jixwe di roja me ya îro de jî dema navê Hozan Mizgîn tê gotin ango stranên wê tên guhdarîkirin yekser Tetwan tê bîra gelê kurd.

Mizgîniya rojên azad

Hozan Mizgîn ku bi deng xwe reng dida têkoşîna azadiyê û bi stranên xwe dibû çem û di dilê gelê kurd de diherikî, di 11’ê Gulana 1992’yan de di şerekî de heta dawiyê li ber xwe dide û bi çalakiyeke fedaî şehî dikeve.

Lê belê piştî şehadeta Hozan Mizgîn ji bo jinan sedemeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Di serî de jinên Tetwanên ku ji sekn û dengê wê bandor bibûn, navê Mizgîn li xwe kirin û tev li têkoşîna azadiya jinan bûn. Piştî çûyîna Mizgînê navê zarokên dihatin dinê dibûn Mizgîn û dibûn mizgîniya rojên azad.

Bi rêya stranan bû mêvana dilan

Êdî deng û lehengiya Hozan Mizgîn di têkoşîna jinan û stranan de dihat jiyîn. Êdî çeka herî mezin a Mizgînê ku deng û stranên wê bûn, dibûn çeka jinên nûgihandî. Êdî Mizgîn wekî Hozan Serhed jî di strana xwe de digot bû Mizgîna leheng û çeleng.  Êdî Mizgîn jî bibû stran û wek stranên xwe di nav gelê kurd û jinan de bibû nav û deng. Êdî deng û rengê Mizgînê di stranan de bibû xwedî ruh. Ew êdî bi rêya stranan dibû mêvana dilan. Dilên bi stranên wê coş dibûn û xwe nas dikirin.

Niha di roja me ya îro de jî bi dehan jinên ciwan li ser rêya Hozan Mizgînê xwe digihînin û bi deng û stranên xwe tev li têkoşîna azadiya jinan dibin. Ew jî dixwazin wek Hozan Mizgînê bi stranên wê bibin mêvanê dilê gelê xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê