19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgînî! Xwebûn xwe nû dike

Me di destpêkê de gotibû Xwebûn xwenasîn e, xwezanîn e û em vê gotina xwe dubare dikin. Xwebûn li ser rehên rojnamegeriya kurdî şîn bûye û ev du sal e her roj bêtir şax vedide.

Di dîrokê de hin dem hene guherîn û veguherînê ferz dikin. Eger pêşveçûn û herikîn nebe, ev dê bibe sedema bendbûnê. Em li aliyekî Xwebûna xwe diparêzin û li aliyê din jî berê xwe didin asoyên nû.

Lazim e wek rojnameyeke kurdî em jî hinekî biguherin û veguherînin. Ger em îro neguherin, dibe ku sibê dereng be. Niha serdema rojnamegeriya dîjîtal e, weşana online êdî bûye parçeyekî jiyan û rastiya me.

Di salên dawîn de li aliyekî weşangeriya klasîk her çend lawaz bibe jî dewam dike û li aliyê din jî rojnamegeriya online û dîjîtal geş dibe.

Di Cejna Zimanê Kurdî de destpêkeke nû

Mizgînî li xwîner û şopînerên Xwebûnê be ku em di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi serdemeke nû ya weşanê dikin. Her wiha îsal cejna Remezanê û Cejna Zimanê Kurdî bi hev re tên pîrozkirin.

Sazî û dezgehên çapemeniyê her sal wek kevneşopekê di mehên payîzê de dest bi serdema nû ya weşanê dikin lê me sebir nekir heta payîzê bisekinin û me got vê demsala biharê û Cejna Zimanê Kurdî em dest bi serdemeke nû bikin û em bi kelecana wê ketine.

Hem rojnamegeriya klasîk û hem jî ya dîjîtal

Xwebûn di medyaya dîjîtal de xebatên xwe berfireh dike. Êdî Xwebûn tenê weşaneke klasîk nake. Xwebûn hem dê heftane bi halê çapkirî bigihêje ber destê xwînerên xwe û hem jî bi weşangeriya dîjîtal geşedanên rojane ji şopdarên xwe re ragihîne.

Em ê hewl bidin bi rojnamegeriya dîjîtal peywira rojname, televîzyon, ajans û radyoyê bi hev re pêk bînin. Em bi xwe bawer in ku bi awayekî herî baş bi zimanê xwe yê dayikê mafê gel ê ragihandinê bi cih bînin. Heta niha me weşana xwe heftane dikir û êdî em ê bêtir cih bidin rojevên germ û mijarên aktuel.

Em ê bi 8 bernameyên nû dest bi weşana xwe bikin û di rojên pêş de li gorî derfetan hewl bidin xebatên xwe berfirehtir bikin. Ji 15’ê Gulanê pê ve bi bernameyên analîz, jin, çand, ziman,  aborî, dîrok, podcast, panaromaya rojane bigihêjin xwendevan û hezkiriyên zimanê kurdî.

Bernameyên dîtbar

Ji bo kesên dixwazin kurdiya xwe bi pêş bixin, bi awayekî periyodîk bernameya ‘Rêzedersên Kurmancî’ dê were weşandin.

Di bernameya ‘Hûrgilî’ de têkildarî mijarên rojevê û geşedanên girîng analîz û nirxandin bên kirin.

Bi bernameya ‘Civana Jinan’ portreyên jinên kurd, geşedanên rojeva jinan û nêrînên jinan dê bên nîşandan.

Mijarên çand û hunerê dê di bernameya ‘Bêjingê’ de werin ser ekranan.

Em ê bi bernameya ‘Piyase’yê rewşa aborî ji we re ragihînin.

Kurd xwedî dîrokeke qedîm in û bi bernameya ‘Dîroka Kurdistanê’ em ê bîra xwe nû bikin.

Her êvar bi bernameya ‘Panaroma’yê em ê bi kurtasî geşedanên wê rojê bi bîr bixin.

Ev demek e me dest bi weşana podcastan kiriye û di serdema nû de em ê vê xebata xwe dewlemendtir bikin.

Hesabên me yên medyaya civakî

Xwebûn dê bi rojevên germ, podcast, analîz û bernameyên dîtbar bibe navnîşana kurdan û hezkiriyên zimanê kurdî. Hûn dikarin li ser malpera me; xwebun.org, kanala me ya Youtubeyê, navnîşanên me yên Instagram, Twitter, Facebook û Tiktokê me bişopînin.

 Kanala me ya Youtubeyê; https://www.youtube.com/channel/UChGSXS6631FQ1oBhmBs4e6A

Navnîşana me ya Twittirê; https://twitter.com/rojnamexwebun

Navnîşana me ya Facebookê; https://www.facebook.com/xwebun

Navnîşana me ya Tiktokê; https://www.tiktok.com/@xwebun

Navnîşana me ya Instagramê; https://www.instagram.com/rojname.xwebun/

Daxwaza me ew e ku gelê me di vê serdema nû de piştgiriyê bide me û em bi hev re Xwebûna xwe mezin bikin.