19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîniya biharê; Çarşema Serê Zîpa

Weke gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, li navçeya Farqînê ya Amedê jî gelek ziyaretgeh hene. Lê balkêş e, têkildarî dîroka van ziyaretgehan agahiyên pir zelal tune ne. Yên hene jî çavkaniya wan bi xweşikî nayê zanîn. Di piraniya lêkolînan de ku li ser wan hatine kirin jî kesên ziyaret bi wan hatine binavkirin, weke welî/şêx hatine danasîn û gelê herêmê di rojên diyarkirî de diçin ser van ziyaretan.

Yek ji van ziyaretan jî ziyareta Girkûvî ye. Ziyaret li gundê Dêrika Miqûrê (yek ji gundên herêma Şewlê Miqûrê ye ku li bakur-rojavayê navenda Farqînê ye), li ser girekî bilind ê bi dar û ber e. Weliyê li vê ziyaretê veşartî jî kesê bi navê Şêx Mihemed e. Li gorî lêkolînên zanistî ku têkildarî ziyaretê hatine kirin; Şêx Mihemed kesekî ji sewalan hezkirî bûye. Tê gotin ku li ser girê niha ziyaret lê ye, sewalên kovî xwedî kirine û bi wan re mijûl bûye. Ji ber vê jî li şûna navê wî navê Girkûvî li ziyaretê hatiye kirin. Li ser ziyareta Girkûvî ne tenê mezelê Şêx Mihemed heye, gelek mezelên din jî hene. Kesên ji gundên derdorê hatibûn ser ziyaretê diyar kirin ku ji berê ve û niha jî, ji ber ev der ji bo gel cihekî pîroz e, hin kes beriya bimirin wesiyet dikin ku li vê ziyaretê bên veşartin.

Mirov xwe dikewînin

Her çarşem gundiyên gundên derdora ziyaretê diçin serdana ziyaretê û mirazê xwe ji ziyaretê dikin. Lê Çarşema Serê Zîpa û 2 çarşemên (piştî du çarşemên ewil, çarşemek navber dikevê) piştî wê ji Farqîn, Pasûr, Hezo, Sason, Amedê û gelek cihên din bi hezaran kes tên serdana ziyaretê. Kesên tên ziyaretê ji bo bayê laşê wan derkeve, li ber agirê dadidin xwe bi kevirên bi agir sorkirî dikewînin.

‘Zîp im zîpedar im’

Gelê kurd gelek girîngiyê dide demê û li gorî şert û mercên demsalan dem senifandiye. Li gorî vê sefandinê; dawiya meha sibatê û hefteya destpêkê ya meha adarê weke Zîp bi nav kirine. Di vê demê de weke nîşaneya biharê hewa germ dibe û xweza zindî dibe. Li ser vê gelek gotinên pêşiyan hene. Yek ji van gotinan wiha ye: “Zîp im zîpedar im, eger bibarim xweş bihar im, eger nebarim sermadar im”. Çarşema dawîn a meha sibatê weke Çarşema Serê Zîpa hatiye binavkirin. Di vê çarşemê de kurd ji bo nexweşî û bayê di canê wan û sewalên de derkevin, porên xwe û pirçên sewalên xwe diqusînin û bi bayê re ber didin.

Destpêkê agir dadan

Bi munasebeta Çarşema Serê Zîpa me jî di nav hefteyê de roja çarşemê ji Amedê berê xwe da Farqînê û di saetên serê sibehê de çûn ser ziyareta Girkûvî. Li ziyaretê me tiştên balkêş dîtin û dixwazin ji we re qala vê bikin. Serdana ziyareta Girkûvî serê sibê dest pê dike û heta reşika mexrebê didome. Bi taybetî kal, pîr û kesên navsere yên nexweşiyên wan ên romatîzma û hestî hene tên ser vê ziyaretê. Lê me dît ku gelek malbat bi zar û zêçên xwe ve hatibûn vê derê. Kesên ji bo nexweşiyên xwe tên li aliyekî, hatina ser ziyaretê êdî bûye wek çandeke geşt û guzariyê jî. Ji ber vê jî li ziyaretê dema Çarşema Serê Zîpa çarşiyeke biçûk tê danîn û gelek tişt tên firotin.

Ji ber ku ziyaret li ser girekî bilind e, piraniya ziyaretvanan bi wesayîtan hatibûn. Lê gundiyên ji gundên derdora ziyaretê yên ku bi ker û hespên xwe jî hatibûn hebûn. Kesên tên ziyaretê heta firavîna xwe li ziyaretê nexwin naçin. Ji ber vê kesên ku hatibûn ziyaretê destpêkê ji bo xwarinê agir dadan. Li ser vî agirî hem xwarina xwe çêkirin hem jî kevirên ku pê sor kirin xwe kewandin.

Ji kevirên kewandinê hewş çêkirine

Kevirên ku xwe pê kewandin ji derveyî ziyaretê anîn û piştî ku xwe pê kewandin birin danîn dora gora Şêx Mihemed. Ji ber vê li dora gora Şêx Mihemed hewşekeve biçûk a ji van kevirên kewandinê hatiye çêkirin. Kesên hatin ser gorê 7 caran li dora gorê geriyan û mirazê xwe ji Şêx Mihemed kirin. Ji bo ku daxwazên wan bên qebûlkirin, benikan bi dara ser gorê ve girêdan. Lê balkêş bû ku hin kesan li şûna benikan berdevkên (maske) xwe yên parastina ji vîrûsa koronayê jî bi darê ve girêdan.

Hin kesên ku bi girêdana benik û berdevkan a bi darê ve û kewandina bi keviran qanih nedibûn, keska li ser kêlika gora Şêx Mihemed bi ser û laşê xwe didan û bi vê rêbazê daxwaza başbûna xwe jê dikirin. Lê ev dibû sedema nîqaşê di nav ziyaretvanan de. Kesên ku serî li vê rebazê nedidan, kesên wiha dikirin û ji usûlê derketinê sûcdar dikirin.

Kewandina pezkoviyan

Ji bilî van çavdêriyên xwe, em bi çend kesên hatibûn serdana ziyaretê re li ser armanca hatina wan û çîroka ziyaretê axivîn. Me ji Yusûf Ziya Orakçi ku ji gundê Xweşika yê herêma Badika hatibû serdana ziyarete, çîroka Girkuvî pirsî. Orakçi destnîşan kir ku dîroka ziyaretê baş nizane û têkildarî efsaneya ziyaretê agahiyeke balkêş bi me re parve kir. Orakçi got, bi qasî ku wî ji mezinên xwe bihîstiye; hin mirovan li ser gir dîtine ku pezkoviyan agir dadaye û xwe bi kevirên li ser agir sor kirine kewandine. Ji vê rojê ve mirov tên ser ziyaretê û mîna pezkoviyan agir dadidin û ji bo bayê di laşê wan de derkeve bi kevirên sor dikin xwe dikewînin.

Ji bo mirazên xwe duayan dikin
Jina navsere Xezal Baxcî jî der barê ziyareta Girkûvî de diyar kir ku Şêx Mihemed di dema eshabiyan de şehîd bûye û misilman ji wê çaxê ve ye tên ser vê ziyaretê. Baxcî destnîşan kir ku her çarşem mirov tên ser ziyaretê lê çarşemên sibat û adarê bixêrtir in û wiha got: “Dema tu werî xwe bavêjî vî mekanî, çi meqseda te hebe xwedê tîne cih û ji nexweşiyan baş dibî. Yên yasînê dizanibin yasînê dixwînin, yên dereka wan biêşe xwe bi kevirên sor dikewînin. Kevirê sor ji bo bayê pir baş e.” Her wiha jina bi navê Emîne Ezer jî got ku ew ji bo laşê xwe bikewîne hatiye ser ziyaretê da ku bayê laşê wê derkeve.

Li ser ziyaretê tenê agir nedihat dadan û rêûresmên olî nedihatin kirin. Helbet li cem van kêf û şahî jî hebû. Kesên ku bi hespan hatibûn ser ziyaretê hespên xwe li hemberî hev bezandin û bi wan şanîdaniyek bi çoş pêşkêş kirin. Her wiha kesek jî bayê eşqê hatê û bi sewteke xweş kilama dengbejiyê ya “Helîmcanê” got.

Serdana gel a ser ziyareta Girkûvî bi armanca pêkananîna rêûresmên olî dest pê kiribe jî dikare bê gotin ku bi demê re bûye cihekî ji hiş û bîra civakê.

Nûçe: Qedrî Esen – İdris Gürmez