20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP: Gurbetellî rêya jinên rojnameger ronî dike

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo Roja Jinên Rojnamer ên kurd daxuyanî da û Gurbetelî Ersoz bi bîr anî. MKGP’ê daxuyanî daû wiha got: “Roja 7’ê Cotmeha 2014’an a şehadeta Gerînendeya giştî ya weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û yekem gerînendeya giştî ya jin a di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de Gurbetelli Ersoz wekî Roja Jinên Rojnamer ên Kurd hat îlankirin. Ev roj 8 sal in tê pîrozkirin. Em bi hilgirtina rûmeta vê mîrateyê serbilind in. Mîrateya Gurbetelliyê di vê rêya zor de li dû xwe hişt rêya jinên rojnameger ên kurd ronî dike. Ev ronahiya di her şertî de hewildana têkoşînê dîtbar dike. Ev gotina Gurbetelliyê ya ‘Bi qasî şerê bi mêran re ez jinê ji xwe bidim destpêkirin û xweşik bikim’ asta hebûna jinê ya di qada medyayê de ya ku ji do heta îro hatiye nîşan dide.”

MKGP’ê da zanîn ku jinên ji tecrubeyên rabirdûyê heta siberojê xwe xwedî dikin ji bo heqîqetê derxin holê kevneşopiya çapemeniya azad bi ajans, televizyon, radyo û rojnameyan didomînin û wiha bi dawî kir: “Jinên pênûsa Gurbetelliyê li erdê nehiştin li dijî zimanê zayendperest ê medyayê her rastî nivîsandin. Em roja jinên tevî polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin, tunehesibandin û îmhayê nayên çewisandin û dev ji rastiyê bernadin pîroz dikin. Em bi hezkirin hevalên xwe yên mîna Gurbetelliyê di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Em ê nivîsandina bi pênûsa wêrek a Gurbetelliyê bidomînin.”