19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP: Rojnameger dê tim li qadan bin

Tekildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) daxuyaniyek nivîskî weşand.

MKGP di daxuyaniyê de qala girîngiya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û ragihandin ku rojnameger herî zêde li Tirkiyeyê rastî tundiyan tên û wiha got: “Li gorî endeksa azadiya çapemeniyê, Tirkiye di nava 180 dewletan de di rêza 153’yan de cih digire. Îro gelek hevalên me girtî ne. Kesên ku li qadan jî dixebitin tên binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn tên vekirin. Her wiha li qadan bi êrişan re rûbirû dîminin. Kesên ku me tehdît dikin, dest datînin ser kamerayên me, nûçeyên me sansûr dikin, malperên me asteng dikin, em dizanin ku li gorî qanûnên xwe civakê bi rêvedibin.

MKGP’ê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ji bo em tundiya wan a li ser rojnamegeran teşhîr dikin îqtîdar me dixe hedef û ev tişt anî ziman: “ Bi saya îqtîdarê êdî azadiya çapemeniyê û ramanê nema ye. Rojên bi wî rengî ji ber wan sedeman ne rojên pîroz kirinê ye. Em ne azadiyê pîroz dikin û em li dijî êrişan tu carî serî danaynîn.”

Platformê di dawiya axaftinê de soza ku dê tim li qadan bin, dan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê