20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mutasyona Hindistanê li cîhanê belav dibe

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tunduristiyê ya Navneteweyî motasyona Hindistanê ya Covîd-19’an li 44 welatên din belavbûye û bi xwe re metirsiyeke mezin aniye.

Hejmara kesên ku li Hindistanê ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane, 250 hezar derbas kiriye û hê jî rojane bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin.

Li Hindistanê ya ku xwedî nifûseke gelekî zêde ye (ji 1,3 milyar kes pêk tê) motasyona nexweşiya Covîd-19’an bi berfirehî ew welat daye ber xwe û di 24 seatên derbasbûyî de  4205 kesên din jiyana xwe ji dest dane û wiha hejmara kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane bûye 254 hezar û hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine derketiye 23,3 milyon kes. 

Rêxistina Tunduristiyê ya Navnetewî navê  B. 1.617 li vê motasyona Hindistanê kiriye û di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku ew motasyon heta niha li 44 welatên din hatiye dîtin û hejmara herî zêde ya nexweşên wê motasyonê li Ingilîstanê hatiye dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî Rêxistina Tunduristiyê ya Navnetewî li seranserê cîhanê heta niha 3,306,037 kesan ji ber kovîd 19 jiyana xwe ji dest daye.