24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD: Divê civata navneteweyî firîna balafirên li ser Rojava qedexe bike

MSD`ê komkujiya ku dewleta tirk li Qamişloyê pêk anî, şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa ku duh ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî malbata Gulo hate kirin û di encama wê de 3 kes ji malbatê şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Balafireke bêmirov erebeyeke ku 3 endamên ji malbateke Kurd malbata Gulo tê de bûn, bombebaran kir. Erebe li pêşiya mala wan li taxa ku sivîl tê de dijîn a li bajarê Qamişloyê hate bombebarankirin û di encama wê de yekser welatparêzê 80 salî Yûsif Gulo û neviyên wî Mihemed û Mezlûm Gulo şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji malbata her sê şehîdan re dixwazin. Em vî karê terorîst ê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em binpêkirinên li ser xaka Sûriyê, hedefgirtina fermandarên Kurd û leşkerî ku destek didan şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê, şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên nîştimanî dikin ku helwestên xwe li hember sûcên ku dewleta Tirk eşkere bikin û li hember gefên berfirehkirina dagirkeriya li Sûriyê bisekinin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike. Em banga helwestên navneteweyî li hember sûc û binpêkirina peymanan, dikin. Ev yek diyar dike ku rêzdariyê nadin qanûnên navneteweyî. Em banga parastina aramiya herêmê dikin û ev yek bi rêya ferzkirina qedexeya firînê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin ku rastî xetereya rêxistinên terorîst wekî DAIŞ`ê û komên tundraw tê.”