19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD’ê piştî Moskovayê berê xwe da Washingtonê

Heyeteke ji  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ji Konseya Demokratîk a Suriyeyê piştî serdana Moskovayê, bi boneya hevdîtinan berê xwe dan paytexta Amerîkayê ya Washingtonê.

Li gor hin agahiyên hatin parvekirin heyeta ku ji Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Konseya Rêveber a Kantona Cizîrê Nazira Goriya û Hevseroka Konseya Sivîl a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya Dêrazorê Xesan El Yûsif pêk tên, dê bi Wezîrê Karê Derve yê DYA û bi gelek sazî, rêxistinan re hevdîtinan bikin.

Weke ku tê zanîn MSD ev demeke ku bi boneya çareseriyeke siyasî ya ji bo rewşa Suriyeyê ji Amerîka, Rûsya, Fransa heta hikumeta Şamê di nav tirafîka hevdîtinan de ye.

Herî dawiyê heyeta Rêveberiya Xweser hefteyek berê li ser vexwendina fermî ya Wezareta Karê Dervê li Moskovayê (Rûsya) hevdîtin pêk anîbûn.