25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD’yê bi rayedarên DYA’yê re hevdîtin kir

Heyeta Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re hevdîtin kir. MSD’ê, têkildarî vê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku hevdîtin li avahiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pêk hatiye. MSD’ê diyar kir ku her du alî jî li ser reya çareserkirina qrîz û dosyaya Sûriyeyê nîqaşan kirine.

Hat zanîn ku Joey Hood, ji heyeta MSD’ê û Rêveberiya Xweser a di bin serokatiya Îlham Ehmed de ye re gotiye ku hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re dê heta dawîkirina terorkê bidome. Joey Hood, diyar kiriye ku hêzên Amerîkayê heta bi dawîkirina DAIŞ’ê û çareseriya krîza Sûriyeyê wê li Sûriyeyê bimînin.

Piştî 20’ê îlonê Berpirsê Dosya Sûriyeyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich cara yekemîn bi heyet û nûnerên Sûriyeyê re civiya.
Nûnerê Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê David Bronstein jî di civînê de amade bûye.