Monday, September 27, 2021

MMSK: Ji kurdan re di qada sanal de jî şoreşek divê

Înternetê li cîhanê serdemeke nû da destpêkirin. Bi înternet û medyaya dijîtal re dergehê jiyan û cîhaneke modern li pêş civakên cîhanê vebû. Îro tu wateya sînorên netewe-dewletan nemaye. Ragihandin modern a dijîtal pira herî xurt e di navbera civakan de. Her wiha li Kurdistanê jî tu wateya sînorên Lozanê û dewletên serdest nemaye. Êdî kurd hêdî hêdî ji wê dergehê re derbas dibin. Di vê peywendê de em bi Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê re li ser rol û rista înternet û medyaya dijîtal axivîn. Ji endamen meclisê; Leyla Arzu Îlhan û Ecevît Altun ji me re behsa şoreşa medyaya dijîtal û rengvedana wê ya li ser civaka kurd û Kurdistanê kir.

Dema mirov li derfet û delîveyên înternet û medyaya dîjîtal dinihêre mirov bi tiştekî nakok re rû bi rû dimîne. Înternet hem ji bo gel û girseyên kêmar bûye deng û rengekî nûjen hem jî ji bo pergala kapîtalîst û serdestan bûye derfet. Gelo ev nakokî divê çawa bê nirxandin?

Mirov dikare ji bo medyaya dijîtal pênaseyeke wiha bike û bibêje ku ragihandina zindî ya li ser platformên dijîtal de tê kirin û di qadeke berfireh de; bi awayekî takekesî, civakî, neteweyî û navneteweyî bi rengekî dualî û înteraktîf tê pêşxistin.

Weke ku em dizanin pergala serdest a kapîtalîst, dest avêtiyê hemû dewlemendiyên civakê û ew van dewlemendiyên civakî ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê bi kar tîne. Ji dîrokê heya roja me ya îro em dibînin, sîstema desthilatdar her tim xwestiye zanista ku bi destê civakê hatiye afirandin bike malê xwe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Çawan ku sîstema desthilatdar hemû pêşketinên zanîstî yên bi ceribandinên civakê hatine afirandin kiriye malê xwe û xwe wek afirînerê van zanistan daye diyarkirin, di roja me ya îro de jî heman tehekuma xwe ya li ser civakê û afireneriyên civakê didomîne. Bêguman medyaya dijîtal jî nesîbê xwe ji vê diziya sîstema kapîtalîst girtiye û sîstema kapîtalîst bi rêya înternetê yan jî bi rêya amûrên ku bi înternetê tên bikaranîn civak xistiye bin bandora xwe û li hember civakê dide şixulandin.

Lê çawan ku hemû afirîneriyên civakî di aliyekê de dikarin kêrî civakê bên, her wiha înternet yan jî amûrên medyaya dijîtal jî dikarin li gorî berjewendiyên civakê bên bikaranîn. Bi gotineke zelaltir, mirov dikare bibêje ku qada medyaya dijîtal mîna qadeke cengê ya di navbera hêzên civakî û hêzên desthilatdar de tê bikaranîn. Çawan ku hêzên desthilatdar vê qadê ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê bi kar tîne, civak jî dikare vê qadê ji bo parastina nirxên xwe yên civakî bi kar bîne.

Ji Asyayê bigire heta Amerîka û Amerîkaya Latîn û heta Ewropayê bandora medyaya dijîtal li ser civakê aşkera ye.  Gelo di serdema me de pêwendiyeke çawa di navbera şoreş/pêkhatina şoreş û medyaya dijîtal de heye? Rojnameger Malcolm Gladwell ji bo vê yekê digot: “Şoreş dê ji bo çi neyê tweetkirin”.

Niha li dinyayê medyaya dijîtal rolekî diyarker dilîze. Wekî mînak di şoreşên Bihara Ereban de rola medya dijîtal berbiçav bû. Dîsa li Fransayê tevgera ku di pêşengtiya ‘Êlekzeran’ de pêş ket jî li ser tora înternetê hat birêxistinkirin. Her wiha di bûyerên ‘Gezî’yê de jî rola medyaya civakî diyarker bû. Di demên dawî de, ji ber êrîşên nijadperestî yên li hemberî kesên çermreş ku li DYA’ê pêk hatin, rojevek di tora civakî de çêbû û bizaveke giştî peyda bû. Li DYA’ê û gelek welatên din nerazîbûnên gel zêde bûn û li gelek cihan li dijî DYA û nijadperestiyê çalakî pêş ketin. Yanî li dijî hinek bûyeran wijdanekî gerdûnî pêş dikeve. Wexta êrîşên li hemberî Kobanîyê û Serêkaniyê çêbûn jî li çar aliyên cîhanê bi wijdaneke gerdûnî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê helwest hat nîşandan. Vê yekê dewleta tirk di qada navneteweyî de teşhîr kir û di astekê de jî tecrît kir. Di dema komkujiya Şengal û Efrînê de jî qada medyaya dijîtal rolekî diyarker lîst. Her wiha yê ku herî zêde ev amûr bi kar anîn û bandoreke mezin derxist holê, mixabin DAIŞ bû.

Dema em behsa medyaya dijîtal bikin em nikarin vêna di ser asta civakbûyînê re bigirin dest. Ji ber ku afirînerê wê civak bi xwe ye. Medyaya dijîtal jî afirîneriyeke civakê ye û mirov nikare hêza medyaya dijîtal ji hêza civakê jortir bigire dest. Bêguman serdema em tê de dijîn serdema teknîk û teknolojiyê ye.  Lê divê neyê jibîrkirin hêza ku ev teknîk û teknolojî daye afirandin serpêhatî(tecrube)yên civakê ne. Ji ber vê yekê civak bixwaze dikare vê tecrûbeya xwe têxe bin xizmeta berjewendiyên civakî. Bi taybetî, îro, ji bo mirov bikaribe dengê xwe û nêrîna xwe belav bike, medyaya dijîtal rolekî girîng digire ser xwe, lê ya ku bikaribe bibe hêz civak bi xwe ye. Medyaya civakî jî deng, helwest û xwesteka civakê belav dike û digihîne girseyên mezin.

Bêguman rolekî diyarker yê medyaya dijîtal heye lê ya ku şoreşê pêk bîne, şoreşa gelan pêş bixe û bide avakirin hêza civakê ya cewherî ye. Divê ev neyê jibîrkirin. Tiştê civakê bike civak, helwest û rêxistinbûna wê ye ya ku di jiyanê de şênber dibe. Nimûne; mirov fikrekê çiqasî li ser medyaya dijîtal belav bike û bigihîne girseyên mezin jî; ger ku ev fikir jiyanî nebe, di nava civakê de neyê birêxistinkirin dê nikaribe mayînde bibe. Medyaya dijîtal di nava girseyan de hestyarbûnê dide çêkirin lê ya ku şoreşa civakî bide avakirin hêza civakê ya rêxistinbûyî ya di nava jiyana rasteqîn de ye. Wek nimûne dibêjin: “Şoreşa Bihara Ereban bi amûrên medyaya dijîtal hatin pêkanîn” lê dema mirov temaşe dike, tenê di demekê de dengvedana vêna da çêkirin. Lê belê ev şoreşên Bihara Ereban nekarîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bibin bersiv. Dema em temaşeyî şoreşa rojavayê Kurdistanê dikin, ji ber ku di nava civakê de bi jiyanî dibe û xwe li ser bingehê rêxistinbûna civakê nûjen dike, dibe rastiya çareserkirina pirsgirêkên civakê. Ji bo vê yekê rast e medyaya dijîtal roleke xwe ya mezin heye lê ev rol ji rola rêxistinbûna jiyanî ya rasterast a di nava civakê de mezintir nîne. Birêxistinbûn û mayîndebûna birêxistina rasterast di nava civakê de tê pêşxistin. Yanî hêza sereke birêxistinbûna gund, tax, navçe, bajar, herêm û civakê giştî ye. Medyaya dijîtal jî dikare xizmeta vê bike, qe ne hîn zêdetir belav bibe û bigihîje girseyên fireh. 

Her çiqas nexşeya Kurdistanê wekî welat û devereke siyasî di nav nexşeya cîhanê de cih negire jî bi rêya medyaya dîjîtal mirov êdî li wê Kurdistana muxayel dihizirin. Hin kes ji ber vê serdema fezayê, heyama teknolojiyê behsa Kurdistaneke sanal dikin. Yanî di eslê xwe de li nav kurdên ku li cîhanê belav bûne êdî bi rêya înternetê pêwendî tê danîn. Ji bo pêşerojê îhtîmalên dewlet û welatên sanal, sazî û dezgehên sanal û civakên sanal çi ne?

Wekî we jî dîyar kiriye rastî jî rola medyaya dijîtal ji ya ku tê texmînkirin zêdetir e. Sînorên welatan bê wate dike. Hemû dinyayê digihîne hevûdu. Niha li ku dera dinyayê kurdek hebe dikare bi rehetî xwe bigihîne xuşk û birayê xwe. Dikare ji bo gelê xwe têbikoşe. Jixwe niha di nava xebatên me de; ji Awusturalyayê heta Amerîkayê, ji Ewropayê heta Afrîkayê û ji hemû parçeyên Kurdistan hevalên me, dostên me cih digirin. Kurdên li Japonyayê, li Misirê, li Kanada û hwd. dijîn ji bo welatê xwe, bi rehetî xwe digihînin me û ji bo welatê xwe têdikoşin. Medyaya dijîtal netewdewletan bê wate dike. Êdî agahî bi rehetî digihên her kesî. Em vê dibînin, ger em vê qadê hîn zêdetir, bi bandor bişuxilînin, wê ji bo doza me ya azadiyê rolekî pir pozîtîf bilîze. Niha em li ser platformên dijîtal bi rengekî konfederal xwe birêxistin dikin. Meclisa me şefaf e û bi hilbijartinê hate diyarkirin. Armanca me ew e ku em qada dijîtal baş bi kar bînin da ku em li welatekî azad li ser erdê bijîn.

Rast e mirov bibêje ku înternet bi kêrî gel û girseyên kêmar hat. Lê her çi be jî înternet bi xwe jî di dest pergala modernîteya kapîtalîst de ye. Dewlet dikarin di kêliya xwe de mudaxeleyî înternet, medyaya dijîtal bikin, çavdêriya gel bikin û bi rêya înternetê wan bigirin, ceza bikin, çapemeniyê asteng bikin, têgihiştineke dijber çêbikin û êrîşên nijadperastane bidine kirin. Yanî înternet ji bo wan jî bû derfeteke bikêrhatî. Rasthatina dewlet û civakê di qada dîjîtal de û li ser înternetê çawa dikare bê şirovekirin?

Di tora civakî de gelek agahiyên rast, şaş, baş, xirab, kêrhatî yan jî agahiyên ku zirar didin te hene. Gelek aliyên neyênî û erênî yên tora sanal hene. Wekî mînak bi rêya înternet û medyaya dijîtal mirov dikare di nav kêlîyan de, di asta cîhanî de propagandaya xwe bike û mesaja xwe bigihîne her aliyê cîhanê. Mirov dikare xwe bigihîne agahiyan û feraset û peyama ku ew dixwaze pêş bixe. Eger tora sanal bi awayekî rast bê bikaranîn dikare girseyên gel têxe nav tevgerê. Li aliyê din medyaya dijîtal nifşekî nû çêdike. Xetereyên wê jî gelek in. Ji ber ku dînamîkên civakê tên guhertin, sîstemên sazkar dihejin, di nirxên civakê de guhertin çêdibin. Di her aliyî de lêpirsîn çêdibin. Lê em dixwazin car din bibêjin ku rastiyek heye û ji niha de, ji nîvî zêdetirê mirovan vê bi kar tînin. Mirovên kêmî 50 salî hema hema %80-90 vê portalê bi kar tînin. Erê navê wê sanal e lê têsîra wê li ser civakê berbiçav e. Divê gotina sanal me nexapîne. Ji ber vê di vê qadê de têkoşîneke bingehîn û sîstematîk divê bê meşandin. Divê em di milê xwe de destwerdana vê qadê bikin. Dûrketin, piştguhkirin, qebûlnekirin, piçûkdîtin, redkirin, li hember vê rastiyê dê me tengav bike.

Medyaya dijîtal çiqas bi avantaj be ewqas jî bi dezavantaj e. Lê çawabikaranîna wê girîng e, lewra ji bo hêzên desthilatdar jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê sîstema desthilatdar jî hem ji bo xwe avantaj dibîne hem jî dezavantaj dihesibîne. Hemû hewldanên hêza desthilatdar ew e ku bi awayekî giştî vê derfeta dijîtalê di destê xwe de bigire, lê belê, ev ne karekî ewqasî hêsan e. Bi riya qedexeyan, vesazîkirinên nû hemû hewldana hêzên desthilatdar ew e ku hêza medyaya dijîtal di destê xwe de bigirin. Lê dema ku civak jî bi awayekî zanîstî vê hêza medyaya dijîtal bi kar bîne, sîstema desthilatdar nikare bi temamî vê hêza medya dijîtal bê bandor bike. Ji ber ku di dest kê de be, ew jî ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê bi kar tîne. Lê bi temamî nikare têxe bin kontrola xwe. Rast e, gelek caran tê qedexekirin, bendan li pêşiyê datînin lê bi temamî nikarin ji holê rakin, ji ber ku jiholêrakirina wê yan jî bi awayekî giştî qedexekirina wê ne li gorî berjewendiyên wan e jî. Ev rastiyek e, çiqas hêzên desthilatdar zoriyê bi kar bînin, bi rêya qedexeyan bixwazin xwe bikin hêz jî nikarin bi temamî hêza civakê ya cewherî ji holê rakin, yan jî bê bandor bikin.

Îro li Kurdistanê jî hêza medyaya dîjîtal pir aşkera ye. Medya/înternet hem ji bo kurdayetiya siyasî, hem jî ji bo kurdayetiya çandî bû qadeke biavantaj. Gelo kurd medya û înternetê çawa, bi çi armancî û çiqas serkeftî bi kar tînin? Çavdêriyên we çi ne?

Rast e, niha di asta cihanî de medyaya dijîtal roleke xwe ya sereke û bandoreke xwe ya diyarker heye. Lê mixabin wek civaka kurd hêj me nekariye em vê qadê bi awayekî baş, ji bo berjewendiyên civaka xwe, li gorî asta xwe ya rêxistinî baş bi kar bînin.

Niha bi rehetî em dikarin bibêjin yên ku herî zêde vê qadê bi kar tînin otorîte û dewlet bi xwe ne. Derfetê xwe yê madî bi kar tînin û organîzasyonên pir berfireh saz dikin. Ji bo ku girseyên gel manîpule bikin, tevgerên muxalîf bê bandor bikin û siyasetmedarê gel bê îtîbar bikin bi hezar dek û dolabî, li dijî wan şerê psîkolojîk dimeşînin. Ji bo vê bi mîlyar dolaran mesref dikin. Di heman demê de bi sed hezaran troll (kesên ku ji bo pere agahiyên manîpulatîf li ser hesabê xwe belav dikin) dişuxulînin. Bi vî rengî nêrînê civakê qontrol dikin. Gelek malperan vedikin û ji gelek aliyan heman agahiyê parve dikin û dibin xwedî bandor. Wekî mînak; di dema şerê bajaran de dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin êrîş bir ser gel û berxwedêran. Bi tanqan bajar hatin hilweşandin, cihên dîrokî û mizgeft hatin rûxandin û ya herî hovane hevalên me bi saxî hatin şewitandin lê trollên AKP’ê ev rastî berevajî kirin. Gotin hendek kolan û bajar tune kirin û gel bê mal hiştin û camî şewitandin. Bi deh hezaran hesabên troll kêlî bi kêlî propaganda kirin û berxwedana YPS’ê reş kirin û bêhêvîbûnê dane avakirin. Dîsa van hesaban di dema êrîşa Serêkanî û Efrînê de bi hinek hesabên sexte yê ku qaşo welatparêz in dîmenên Filistîn, Halep, Misir û hwd. belav kirin û gotin PKK derewan dike. Ji ber vê, gava me dîmenê rast jî belav dikirin gelek kes bi guman nêzîk dibûn. Di van deman de navendeke me ya enformasyonê a medyaya dijîtal hebûya me dikarîbû mudaxele bikira.

Em gelê kurd niha di cîhanê de gelê herî rêxistinkiri û xwedî berxwedan û tekoşîneke mezin in lê me nekarî ye em vê têkoşîna xwe ya bêhempa li ser medyaya dijîtal bidin nasandin. Mîna Tevgera Azadiyê, di warê berxwedan, têkoşîn û birêxistinbûna civakê de hema mirov dikare bibêje di cîhanê de tevgera herî berfireh ya rêxistinkirî em in. Heya niha me deh hezaran şehîd dan, bi milyonan mirovên me li her çar aliyên cîhanê belav bûn û her cihê ku lê ne tekoşîna xwe didin meşandin û birêxistinbûna xwe dan avakirin. Lê me nekariye em hem êşên xwe hem jî têkoşîn û serkeftinên xwe bi awayê tê xwestin di nava cîhanê de belav bikin. Wek gelê kurd hêza me ya niha ku li ser medyaya dijîtal tê bikaranîn ne ji %10 e.  Bo nimûne; gelê kurd di şoreşa Rojava de têkoşînek bêhempa da meşandin, bi taybetî hêza jinên kurd ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê daye raberkirin û serkeftinên bi dest xistine li ser zimanan û li ber çavan e. Gelo me çiqas karî em vê tekoşîna bêhempa li cîhanê belav bikin. Her wiha hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hêza xwe ya îradeyî û hêza profesyonelî bi salan e li hemberî hêza leşkerî ya herî mezin ya cihanî ku dewleta Tirk e û yek ji hêzên NATO’yê yê herî mezin e, şer dike û serkeftinan bi dest dixe. Herî dawî ev bi qasî 3 mehan e li hemberî hemû teknolojiya pêşketî têdikoşe û serkeftinan bi dest dixe, lê me nekarî em ji %5’ê vê berxwedan û serkeftinê bidin diyarkirin. Ger em bikaribin xwe di medyaya dijîtal de birêxistin bikin em ê bikaribin hemû hêzên desthilatdar yên cîhanî derbas bikin. Ji ber ku hêzên desthilatdar bi pere, îmkanên madî û bi kesên kirêgirtî vî karî didin meşandin. Lê wek civaka kurd em dikarin bi îradeya rêxistinkirî di medyaya dijîtal de bibin dengê têkoşîna xwe ya rêxistinî û civakî. Îdiaya me heye û em dixwazin vê pêk bînin. Û em di wê baweriyê de ne ku em ê di demekê kurt de gavên serkeftî biavêjin.

Wekî meclis hûn pêşengtiya gelek çalakiyên sanal dikin. Gelo aramanca we ji van çalakiyan çi ye?

Wekî meclisa medyaya dijîtal ya Kurdistanê armanca me ya sereke em bikarin bibin dengê têkoşîna gelê kurd û hemû gelên bindest. Ji ber ku wek tê zanîn êdî medyaya dijîtal bûye beşek ji jiyana mirovan û hêzên desthilatdar dixwazin vê qadê ji berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê re bi kar bînin, bi zihniyeta xwe ya manîpulasyon û xapandinê bandor li civakê bikin û têkoşîna di nava civakê de tê meşandin bê bandor bikin û berovajî bikin. Ji bo vê yekê hemû hewldana me ew e ku em bikaribin rastiya têkoşîna xwe û hêza xwe ya rêxistinî li ser medyaya dijîtal jî bikaribin rêxistin bikin. Armanca me ew e ku em şerê taybet yê dijmin vala derxin. Pêşiya manîpulasyonê bigirin. Em heqîqeta bûyeran raxin ber çavan. Em rojane tev li pêvajoyê bibin da ku neyar negihên plansaziyên xwe yên qirêj.

Herî dawî we ji bo naskirina statûya Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê li ser medyaya dîjîtal çalakiyek da destpêkirin. Vê çalakiya we li cîhanê deng veda. Çalakiyên bi vî rengî berê şoreşê çawa diguherînin, bandoreke çawa li ser raya giştî ya kurd û cîhanî dikin?

Rast e me ji bo naskirina statuya Rêveberiya Xweser ya siyasî xebatek da meşandin û vê xebata me di cîhanê de deng veda. Wek tê zanîn şoreşa mirovahiyê li rojavayê Kurdistanê pêk hat û bi hezaran bedel hatin dayîn. Gelê kurd bi şoreşa Rojava re bû dengekî bêhempa di nava raya giştî ya cihanî de. Heya astekê şoreşa rojava bû malê cîhanê lê dema mirov temaşeyî berxwedan û tekoşîna ku di pêşengtiya Tevgera Azadiyê û gelê kurd de, ya ku li rojavayê Kurdistanê hatiye pêşxistin dike, mirov bi awayekî aşkera dibîne ku têkoşîneke bêhempa hatiye dayîn. Lê belê hêj me nekariye em vê şoreşê mayînde bikin û bikin xwediyê statuyeke mayînde.  Xebata ku me daye meşandin bêguman mirov nikare bibêje bi temamî bûye layîqê şoreşa Rojava û bedelên ku di Şoreşa Rojava de hatine dayîn. Lê em dikarin bibêjin ku bi vê xebatê careke din me karibû em wijdana mirovahiyê ya li hember Şoreşa Rojava bixin nav tevgerê. Li cîhanê gelek kesên navdar, rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk yên cîhanî beşdarbûna xwe ji bo vê xebatê dan çêkirin.  Her wiha xebata ku me daye meşandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû erêkirinek Rêveberiya Xweser ji aliyê civakê ve. Ji ber ku mirov dikare bibêje bû referandûmeke dijîtal a civakê û pejirandina pergala ku hatiye avakirin. Her wiha bi meşandina vê xebatê erkeke mezin ket ser milê Rêveberiya Xweser û dilsozên Şoreşa Rojava ku bi hevûdu re vê xebatê dan meşandin û xwestin ku xwestekên civakê pêk bînin. Ji ber ku bi awayekî aşkera me dît ku hemû civaka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku xebata me daye meşandin  bandoreke mezin di nava civaka kurd û raya giştî ya cîhanî de da çêkirin.

Xebatên we yên pêşerojê hene? Hebin çi ne? Hûn herî dawî dixwazin çi ji xwînerên xwe re bibêjin?

Bêguman wek Meclisa Medyaya Dijîtal ya Kurdistanê armanca me ya sereke em bikaribin bibin bersiva têkoşîna gelê kurd û hemû gelên bindest di qada medyaya dijîtalê de û em bikaribin di asteke herî jor de rêxistinbûna xwe li ser medyaya dijîtal bidin çêkirin. Xebatên me yên herî sereke wê ji bo meşandina tekoşîna gelê kurd û azadkirina fizîkî ya rêberê gelê kurd be. Hemû hewldan û xebatên em bidin meşandin wê ji bo rêxistinbûna civaka me û mayîndekirina destkeftiyên gelên me be. Armanca me ya sereke ew e ku em bikaribin hemû civaka kurd û dostên kurdan hêzên demokratîk, femînîst, ekolojîk û hemû hêzên antîfaşîst li derdora têkoşîna gelê kurd kom bikin û bi hev re li hemberî vê pergala desthilatdar têkoşînê bidin meşandin. Ji bo me têkoşîna herî mezin û girîng birêxistinbûna civakê û xweparastina civakê ya li hemberî pergala desthilatdar e. Ya em bikin em bikaribin vê têkoşîna civakê ya xwe ya heyî bêhtir xurt bikin û di nava civakê de têkoşîna heyî mezin bikin. Ji bo sîstemeke demokratik, ekolojîk em ê kar bikin. Ji bo azadiya jinan em ê kar bikin. Em ê rastiya têkoşîna tevgera jinên azad raxin ber çavan. Ji bo Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn a azad em ê kar bikin. Ji bo ku statuya gelê me bê misogerkirin em ê di milê xwe de têkoşîneke dijwar bikin.